Şehîdê ragihandinê yê ku navê xwe li dîrokê xistiye: Seed Ehmed

Rojnamevan Seed Ehmed bi belgeyên ku ji bajarekî wêrankirî ragihandibû zindî ye.

Şehîdê ragihandinê yê ku navê xwe li dîrokê xistiye: Seed Ehmed
12 cotmeh, 2021   23:41
HESEKÊ – DIYAR EHMED

Di dîrokê de hin bûyer hene bi pênûs û kamereya rojnamevanên ku di oxira heqîqetê de şehîd bûn, hatine belgekirin. Her rojnamevanekî û her welatiyekî  Sûriyê tiştên bi sere şêniyên bajarê Serêkaniyê û Girê Spî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de hatine, tîne bîra xwe. Nûçegihanê me Seed Ehmed jî, yek ji wan şehîdan e. 

Îro salvegera duyemîn a şehadeta nûçegihanê me Seed Ehmed e, ku di 13`ê Cotmeha 2019`an de dema bi karwanekî re berê xwe dida Serêkaniyê da ku bûyerên li wir bişopîne, di êrişa balafirên dagirkeriya Tirk de şehîd bûbû.

DI SER XATIRXWESTINA ŞEHÎDÊ HEQÎQETÊ SEED EHMED RE DU SAL DERBAS DIBIN

Li hemberî dengên kuştina jiyanê yên di 9`ê Cotmeha 2019`an de ji bajarê Waşûkanî bilind dibûn, rêbazên ragihandina rastiyê berz dibûn. Yek ji wan jî nûçegihan û rêhevalê me rojnamevan Seed Ehmed bû.

Dibe ku ji girîngtirîn rastiyên ku ji aliyê nûçegihanê ajansa me şehîd Seed Ehmed ve hatibe ragihandin, nîşandana rastiya tê jiyîn û bûyerên bi serê şêniyên bajarê Serêkaniyê de hatine, ji kuştin, koçberkirin û berxwedana lehengane ya şêniyên herêmê û hêzên wê yên leşkerî li hember artêşa Tirk a dagirker.

13`ê Cotmeha 2019`an dema şêniyên berxwedêr berê xwe dan bajarê Serêkaniyê, Seed bi kamereya xwe ew kêlî belge dikir. Di kêliya ku qêrînên berxwedanê li kûçeyên bajêr belav dibûn, balafireke dewleta Tirk sivîlên ku ji bo destekdayîna zarokên xwe yên parastina bajêr dikirin diçûn Serêkaniyê, bombebaran kir.

Li gorî dîmenê ku nûçegihanê yê şehîd Seed Ehmed kişandine, bûyer ji sekna berxwedêr veguherî qadeke tijî parçeyên laşên sivîlan yên ku di bombebarana dagirkeriya Tirk de şehîd û birîndar bûne. Di nava wan de, şehîd “Seed Ehmed” û hevalê wê xebatkarê Çira TV Mihemed Reşo, her wiha hejmareke rojnamevanên din hebûn.

 (bx)

ANHA