Koma G20 îro li Îtalyayê dicive

Îro li Îtalyayê ji bo nîqaşkirina rewşa Efgansitanê bi taybet li gel zêdebûna metirsiyên rûdana karesateke mirovî, Koma G20 civînekê li dar dixe.

Koma G20 îro li Îtalyayê dicive
12 cotmeh, 2021   09:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Di civîna online ya komê de, mijarên alîkariyan, metirsiyên ewlehiyê û misogerkirina derketina bi hezaran efganên ku têkiliyên wan bi welatên biyanî re hene, dê werin nîqaşkirin.

Reutersê li gorî rayedarekî bi planên koma G20 agahdar, wiha ragihand: “Pêwîstî bi şandina alîkariyên mirovî bo Efganistanê heye, bi taybet ji bo jin û zaorkan, nexasim ku demsala Zivistanê nêz dibe.”

Li gel nakokiyên di navbera welatên komê de, Îtalya ku niha serokatiya koma G20 dike, bi awayekî cidî hewl dide civînê li dar bixe da ku rewşa Efganiastanê piştî vekişîna Amerîka ji Kabulê nîqaş bike.

(cx)