Hevbendiya Fetih û hin aliyên Şîa encamên hilbijartinan red dikin

Hevbendiya Fetih tevî çend hêzên din ên Şîa encamên hilbijartinan bi temamî red kirin û ragihandin ku encamên hilbijartinê çêkirî ne.

Hevbendiya Fetih û hin aliyên Şîa encamên hilbijartinan red dikin
12 cotmeh, 2021   09:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Herçend encamên fermî û dawîn ên hilbijartinê ya 10’ê Cotmehê ya parlementoya Iraqê ne hatibin eşkerekirin jî, lê encamên destpêkê eşkere bûn.

Ji niha ve gelek aliyên Kurd û Şîa encamên hilbijartinê red dikin. Heya niha PADÊ li Şengalê, YNK li Hewlêrê, Komela Dadgeriya Kurdistanê li Hewlêrê û PDK jî li Silêmaniyê encamên hilbijartinê red kirine.

Piştî aliyên Kurd, dengên nerazîbûnê li nava hêzên siyasî yên Şîa jî bilind dibin. Li gorî ragihandina Iraqê, hevbendiya Fetih ya di bin serokatiya Hadî Amirî (Şîa), hinek hêzên nêzî Heşdî Şebî û komên din ên Şîa jî encamên hilbijartinê red dikin.

Li gorî hêzên Şîa encamên hatine eşkere kirin encamên çêkirî ango amadekirî ne û ew ê van encaman bi ti awayî qebûl nekin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku li seranserê Iraqê rêjeya beşdarbûna hilbijartinê ji sedî 41 bûye û zêdetirî nîvê welatiyan boykot kirine û neçûne ser sindoqan.

Neteweyên Yekbûyî jî bi daxuyaniyekê dilgiraniya xwe ya ji boykotê îfade kir û ragihand ev bêhêvîtiyê nîşan dide.