SOHR: Li Bokemalê 4 çekdarên alîgirên Îranê hatin kuştin

SOHR`ê ragihand ku di êrişeke hewayî ya balafireke nenas de li Bokemalê, 4 endamên komên alîgirên Îranê hatine kuştin.

SOHR: Li Bokemalê 4 çekdarên alîgirên Îranê hatin kuştin
12 cotmeh, 2021   08:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku duh êvarê 4 endamên komên alîgirên Îranê di êrişa hewayî ya bi balafireke bêmirov ya nenas de li dijî nuqteyên wan ên li herêma Bokemal a nêzî sînorê Sûriye-Iraqê li rojhilatê Dêrazorê, hatine kuştin.

SOHR'ê duh destnîşan kiribû ku li herêma Bokemal a nêzî sînorê Sûriye-Iraqê li gundewarê rojhilatê Dêrazorê, li herêmên di bin kontrola komên alîgirên Îranê de teqînên dijwar pêk hatine.

(dx)