​​​​​​​Li Lubnanê sersaxî ji malbata Amara Cûdî re hat xwestin

Endamên Kongreya Star û PYD`ê li Lubnanê sersaxî dan malbata şehîd Amara Cûdî ku di êrişên kîmyewî ya li qada Werxelê ya Avaşînê a Herêmên Parsastinê yên Medyayê de şehîd bûbû.

​​​​​​​Li Lubnanê sersaxî ji malbata Amara Cûdî re hat xwestin
12 cotmeh, 2021   08:17
BEYRÛT

Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) û Kongreya Star merasima sersaxiyê li mala şehîd Amara ya li paytexta Lubnanê Beyrût organize kir.

Di merasimê de bi navê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) a Lubnanê Serhed Çewlî aixivî û sersaxî ji malbata şehîd re xwest.

Çewlî got: "Axa me hatiye dagirkirin, dijminên me dûrî nirxên mirovahiyê ne. Ji ber vê yekê ji berxwedan û têkoşînê pê ve, rêyek din li pêşiya me tune ye.”

Hêzên Parastina Gel (HPG) duh bi daxuyaniyekê wiha gotibû: ""Di daxuyaniya 9'ê Cotmeha 2021'ê de me ragihandibû ku dewleta Tirk a dagirker li qada berxwedanê ya Werxelê li dijî tunelên şer gazên kîmyewî bi kar aniye û 5'ê Cotmeha 2021'an de fermandarên me yên fedayî Cûmalî Çorûm, Çavrê Kamûran, Dilvîn Dalaho, Amara Cûdî û Mahîr Kop şehîd bûne”

(dx)

ANHA