​​​​​​​Pêwîstiya Erdogan bi şer heye

​​​​​​​Pêwîstiya Erdogan bi şer heye
12 cotmeh, 2021   08:04

ZEKÎ AKIL

Di 11.10.2021'an de Erdogan dîsa gef li Rojava û Kurdan xwar. Li herêma Mertalê Firatê 2 polîsên wan hatin kuştin. Her wiha “parçeyên cebilxaneyan” ketibûn çoltera Dîlokê li qadeke vala. Ev kirin hincet û got êdî sebra wan nemaye û çi pêwîst be dê bikin

Di sala 2015'an de li Pirsûsê 2 polîs li malên xwe hatibûn kuştin. Serokwezîrê wê demê yê Tirk Ahmet Davutoglu jî ragihand ku di 24'ê Tîrmehê de şer daye destpêkirin û ev bûyer kir hincet. Qaşo ji bo 2 polîsan şer da destpêkirin. Paşê çi bû? Bi sedan polîs û leşker mirin. Lê belê Tirkiyê bi rê ve dibe. Polîs, îstîxbarat, dadgeh di destê wan de ne. Dikare lêkolîn dike û sûcdaran bidarizîne. Lê belê amadekariya şer dikirin, ji bo ku bi awayekî fermî dest pê bikin li hincetekê digeriyan. Heta niha kujerên wan her du polîsan aşkera nekirin. Ya rast, ev hat nixumandin, ew her du polîs ji aliyê polîsên din ve hatibûn gulebarankirin. Lê belê ji ber ku nixwazin lîstikên wan aşkera bibin, wê rastiyê vedişêrin.

Her wiha Hakan Fîdan gotibû destpêkirina şerekî li Sûriyê hêsan e. Gotibû ez ê çend fuzeyan ji Sûriyê bidim avêtin û bikim hinceta şer. Niha heman komplo û lîstikan dubare dikin. Ew ne zêde afirîner in. Li ber çavê dinyayê û Kurdan rêbazên kevn bi kar tînin. Erdogan bi hêrs e ku li herêma dagirkeriyê ya Mertalê Firatê 2 polîs hatine gulebarankirin. Lê dema ku 4 leşkerên wî çend roj berê li parêzgeha Idlibê hatin kuştin, qet deng jê derneket. Heta navê rêxistinên ku ew kuştine jî veşart. Lê dema mijar dibe Kurd, gef û guran dike. Kurd ne xwedî dewlet in, di wê astê de tifaqeke wan nîn e. Dibêje ez ê li Rojava, li Başûr lê bidim û kes jî dengê xwe nake. Dewleta Tirk, di nava sînorên xwe de her tişt anî serê Kurdan. Heta şaredar û parlamenter jî xistin girtîgehê. Dema ku bajarên mîna Sûr û Nisêbînê xera kirin û bi sedan mirov lê qetil kirin, bê teredut ev tişt gotin. Erdogan û Bahçelî ji hêzên xwe yên leşkerî re li ber çapemeniyê got "kuç li ser kuç nehêlin”.

Pêwîst e ji Erdogan bê pirsin; kê tu vexwendî Sûriyê? Êdî sûcên şer û sûcên li dijî mirovahiyê neman ku we li Sûriyê nekiribin. We zeytûnên efrîniyan talan kirin. Te darên zeytûnan birîn. Îşkence, tecawiz, revandin, fîdye bûne bûyerên jirêzê. Te bi sed hezaran mirov dan koçberkirin. Xwediyên wê axê, mirovên ku we ew qasî bela anîn serê wan, gelo ma li dijî we tiştekî nakin? Heke tu li belayê digerî, tu yê bela xwe bibînî. Tu çi biçînî tu yê wê hilînî. Hemû aliyên li Sûriyê niha dixwazin dawî li dagirkeriya Tirk were û Tirkiye ji vir derkeve. Ji ber ku Tirkiye xirabî û terorê îxracî cîhanê dike. Astengiya herî mezin a li pêşiya aştiya Sûriyê ye.

Herî baş DYA û Rûsya tifaqa Erdogan a bi DAIŞ'ê re û sûcên giran ên ku li Sûriyê kirine, dizanin. Di destê van hêzan de têra xwe agahî û belge hene. Divê ev bên aşkerakirin. Divê ev kujerên dagirker bên darizandin û cezayê ku heq dikin, bistînin. Sûcên li dijî mirovahiyê kirine.

Erdogan jî ji derewên ji hedê xwe mezintir dike. Ji ber ku li hundir û derve asê maye. Şansê wî yê serkeftina di hilbijartinan de tune ye. Li Tirkiyê rewşenbîr, derdorên muxalîf û rewşenbîr dibêjin Erdogan dê şer derxe, kaos û krîzekê biafirîne, bi îlankirina Rewşa Awarte re muxalefetê bê bandor bike yan jî hilbijartinan taloq bike. Rêya herî baş a vê yekê, gurkirina şerê li dijî Kurdan e. Ji ber ku di şerê xwe yê li dijî Kurdan de ji bo bidestxistina destek an jî bêdengkirina muxalîfan neteweperestiyê bi kar tîne.

Hedefa gefên şer jî dîsa wekî ku tê dîtin, Kurd in. Ji bo manîpulekirina raya giştî ya derve de jî dibêjin ‘terora PKK'ê’ heye. Her tim hewl didin PKK’ê wekî DAIŞ’ê nişan bidin. Qaşo divê Amerîka, Ewropa û hêzên din hem li dijî PKK'ê hem jî li dijî DAIŞ'ê şer bikin. Çawa be PKK'ê wek terorîst dibînin. Lê tiştê ku ji gelên cîhanê dixwest nedît. PKK li dijî DAIŞ'ê bûye pêşenga berxwedanê. Cîhanê rastiya Erdogan jî dît.

Her wiha di axaftina xwe ya tehdîtkirina Rojava û Kurdan de got PKK bazirganeke sereke ya hişbirê ye jî. Ji derewên wî re hed nîn e. Ji rêgez, exlaq, wijdanê tiştekî nizane. Li gorî raporên polîs û îstîxbaratê yên Ewropayê, ji sedî 80’yê hişbira derbasî Ewropayê dibe, di ser Tirkiyê re diçe. Sînorên Tirkiyê ne di destê PKK'ê de ne. Kontrolên gumrukê di destê rayedarên dewletê de ne. Polîs an jî cendirmeyên Tirk kontrolên di navbera bajaran de dikin. Cîhan tev dizane ku heke îstîxbarat û rayedar tê de nebin, ev qas bazirganiya hişbir û narkotîkê nikare bê kirin.

PKK ev çil sal e di herêmeke dijwar a mîna Rojhilata Navîn de li ber xwe dide û xwe bi rêxistin dike. Tevî van zehmetiyan ji bazirganiya narkotîkê dûr disekine. PKK tu carî tev lê nebû. Pîvaneke bilind a exlaqî dît û narkotîk wek sûcekî li dijî mirovahiyê dît. Heta niha li tu welatekî cîhanê tu mehkûmiyet an jî biryareke dadgehê tune ye ku dibêje PKK’ê bazirganiya narkotîkê kiriye yan jî tev lê bûye. Lê belê dewleta Tirk li navenda vê bazirganiyê ye. Niha hin kes hene ku jê re dibêjin ‘dêwên narko’. Behsa rayedarên payebilind ên hikumet û dewletê tê kirin. Gelek polîs, burokrat û siyasetmedar sûcdar in. Rayedarên dewletê di wesayîtên fermî de narkotîk veguhastin. Dewletê çi qasî hewl da veşêre û binixumîne jî, gelek kes hebûn ku hatin teşhîrkirin û darizandin.

Erdogan xwedî biryar û xwestek e ku jenosîda Kurdan temam bike û hemû destkeftiyên wan têk bibe. Kurd bi vê yekê dizanin. Êriş û şerê li dijî Kurdan tu carî ranewestiya. Ya girîng ew e ku Kurd amadekariyên xwe kêm nekin û gelên cîhanê rûyê rast ê van kujerên xwînxwar bibînin û bibin xwedî helwest.