Wezîrên karên Derve yên Urdun û Îranê peywendiya telefonê pêk anî

Wezîrê karên derve yê Îranê Hisên Emîr Ebid El-Lehyan îro bi hempîşeyê xwe ya Urdunê Eymen Sedefî re bi telefonê axivî û têkiliyên dualî û dozên herêmî yên ji bo wan girîng nîqaş kir.

Wezîrên karên Derve yên Urdun û Îranê peywendiya telefonê pêk anî
12 cotmeh, 2021   08:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Karên Derve ya Urdunê bi daxuyaniyekê destnîşan kir ku herdu wezîran hewldanên çareserkirina nakokiyên herêmî û danîna têkiliyên herêmî yên aramiyê mayînde dikin û xizmeta berjewendiyên gel û welatan dikin, nîqaş kirine.

Di daxuyaniyê de her wiha hate gotin ku herdu wezîran teqezî bi pêşxistina têkiliyan û berdewamkirina peywendî û diyalogê û çareserkirina nakokiyên herêmî kiriye.

Li gorî ajansa Mehir a Îranê, Emîr Ebid El-Lehyan ragihand ku îran destekê dide diyalog û hevkariya herêmî bêyî ku destwerdan derve bike.

(dm)