QSD: Tu têkiliya me bi topbarana li ser Cerablusê ve tune ye

QSD`ê ragihand ku tu têkiliya wan bi topbarana li ser bajarê Cerablusê yê dagirkirî tune ye. QSD`ê diyar kir ku ew lîstokeke istixbaratên dewleta Tirk e.

QSD: Tu têkiliya me bi topbarana li ser Cerablusê ve tune ye
11 cotmeh, 2021   14:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya QSD`ê têkildarî îdiayên dewleta Tirk ku QSD`ê bajarê Cerablusê yê li ser sînor ê ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye dagirkirin , topbaran kiriye, daxuyaniyek da.

QSD'ê got: "Tu têkiliya hêzên me bi topbarana li ser bajarê Cerablusê yan jî sînorê dewleta Tirk ve tune ye. Em texmîn dikin ku ew lîstokeke istixbaratên dewleta Tirk be ku bi destê çeteyên ku destekê ji rejîma Erdogan digrin hatibe kirin, gelê Tirkiyê jî wan baş nas dikin."

(bx)

ANHA