PADÊ îtîraza encamên hilbijartinan kir

PADÊ destnîşan kir ku di hilbijartinên li Şengalê de ji destpêkê ve pirsgirêk û astengî derketine, lewma 70 hezar kesî nekariye dengên xwe bikar bînin û ji bo betalkirina encamên hilbijartinên Şengalê serî li Komîsyona Hilbijartinê ya Nînovayê da.

PADÊ îtîraza encamên hilbijartinan kir
11 cotmeh, 2021   15:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Hilbijartina pêşwext a Iraqê duh pêk hat, rêjeya beşdariya hilbijartinê ji sedî 41 derbas nekir.

Li Şengalê duh dengadan bi pirsgirêk û astengiyên cidî destpê kir û wisa jî berdewam kir. Di saetên destpêkê de amûrên dengdanê kar nekir û heya saetên dereng pirsgirêk dom kir. Balkêş e, bi taybet jî li sindoqên ku dihat payîn ji namzetê PADÊ Şêx Semîr re dengên bilind derkeve, ev pirsgirêk derketin.

Dîsa jî bi hezaran kesên ku çûn ser sindoqan û xwestin dengê xwe bidin, ji ber ku qeydên wan li cihên cûda derketin nekarîn dengê xwe bikar bînin. Li gor lîsteyên fermî diviya ku 83.000 kes li Şengalê biçin ser sindoqan. Lê di encama dengdanê ji 83.000 kesan tenê 13.000 kesan dengê xwe bikar anîne. 70.000 hezar dengên Şengaliyan neketine sindoqan û ev dane bi xwe jî têrî îzahkirina encaman dike.

Ji ber van sedemên bingehîn PADÊ jî bi awayekî fermî serî li Komîsyona Hilbijartinê ya Nînovayê da ku encamên hilbijartinê neyê qebûlkirin.

Di daxwaznameya PADÊ’de ev xal hatin rêzkirin:

 “1- Li kampên koçberên Êzidî destur nehatiye dayîn ku welatî dengên xwe bikar bînin û hatine astengkirin. Ev jî pêkanînek zextê ye ku nehêlin gelê Êzidî dengê xwe bikar bîne. Her wiha zext li welatiyan hatiye kirin ku dengên xwe bidin PDK’ê.

2- PDK’ê sazî û karmendên têkildarî hilbijartinan ên li Parêzgeha Nînova xistine bin kontrola xwe û li gorî berjewendiya xwe bikar anîne.

3- Di seatên destpêka dengdanê de amûrên dengdanê di seata hatibû diyar kirin de neketin kar, ev bêmoralî çêkir û gelek kes vegeriyan malên xwe.

4- Li Şengalê ji ber rewşên awarte gelek welatiyan ji neçarî gundên xwe guhertine binêrin û di hilbijartinan de nekariye ji aliyê bakûr werin cihên dengdayînê yên Qehtanî û Şengalê.

Ji ber van sedeman em wekî Partiya Azadî û Demokrasî ya Êzidiyan (PADÊ) ji Komîsyona Hilbijartinê ya Nînova daxwaz dikin ku encamên hilbijartinên 8 û 10’ê cotmehê yên Şengalê werin betalkirin.”