Îsraîl: Em ê xebatê bidomînin heta ku Îran ji Sûriye vekişe

Îsraîl helwesta xwe ya redkirina hebûna Îranê li Sûriye nû kir û got, ew ê xebatên xwe rojan û bi hemû rêbazan bidomîne da ku hebûna Îranê li Sûriye, tune bike.

Îsraîl: Em ê xebatê bidomînin heta ku Îran ji Sûriye vekişe
11 cotmeh, 2021   14:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî daxuyaniya nivîsgeha Serokwezîrê Îsraîlê Naftali Bennett ku îro weşandiye, Bennett di kongreyê de got, welatî wî bûyerên li Sûriyê rû didin û têkiliyên wan bi Îranê ji nêz ve dişopîne.

Her wiha got, Til Aviv dê xebata xwe rojane û bi hemû rêbazan berdewam bike heya ku Îran ji Sûriyê vekişe û got: "Tiştekî ku li wir ava bikin tuneye, çalakiyên Îranê yên li ser sînorê me yê bakur divê bi dawî bibin."

Di salên borî de, Îsraîl êrişên xwe li ser baregehên komên îranî û baregehên çekdarên alîgirên Tehranê yên li Sûriyê zêde kirin. Her wiha bi dehan derbeyên hawayî li dijî baregehên Îranê ku gumanên çêkirina çek û mûşekan li ser hene, pêk anîn.

(dm)