Komîteya Kobçerên Serêkaniyê muzakereyeke protestoyî radestî 3 aliyên navneteweyî kir

Nûnerên ji Komîteya Koçberên Serêkaniyê muzakereyek ji sê aliyên fermî yên navneteweyî re pêşkêş kir û tê de bang kir ku fişar li dewleta Tirk bê kirin da ku ji warên wan ên dagirkirî derkevin û vegereke ewle ji koçberan re bê peydakirin.

Komîteya Kobçerên Serêkaniyê muzakereyeke protestoyî radestî 3 aliyên navneteweyî kir
11 cotmeh, 2021   12:54
QAMIŞLO

Di çarçoveya hemleya "Vegera ewle ya bê dagirkerî" de ku Komîteya Koçberan a Serêkaniyê di duyemîn salvegera dagirkirina bajarên Serêkaniyê û Girê Spî de dabû destpêkirin, komîteyê îro muzakereyeke protestoyî ya fermî radestî Komîserya Bilind a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) ya li Qamişlo û Koalîsyona Navneteweyî ya li Hesekê kir û kopiyek wê ji Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser re pêşkêş kir da ku radestî Wezareta Karûbarên Derve ya Rûsyayê bike.

Komîteya ku ji berdevkê fermî ya komîteyê Ciwan Îso, endamên wê Anahîta Sîno, Riyan Extê û Mihemed Xêr Ehmed pêk tê, piştî ku du kopî radestî UNHCR û Koalîsyona Navneteweyî kir, serdana Daîreya Têkiliyên Derve kir da ku alîkariya wan bikin, ji bo kopiyek ji muzakereyê radestê wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov bikin.

Şande ji aliyê hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve Ebdulkerîm Omer û cîgira hevserokatiya daîreyê Ebîr Îliya ve hat pêşwazîkirin.

Di serdanê de Ciwan Îso got: “Ji erka komîteyê ye ku dengê koçberan ragihîne qadên navneteweyî da ku fişar li çeteyên dewleta Tirk a dagirker bê kirin, ji bo ku ji bajarê dagirkirî, derkevin.”

Îso bernameya hemelya ku di 8`ê Cotmehê de ragihandine bi bîr xist û got: “Piştî derbasbûna 2 salan, me hemleyek bi dirûşma` Vegereke bi ewle bê dagirkerî` ragihand. Ev hemle dê heta 16`ê Cotmehê berdewam bike. Em ê 4 muzakereyan têkildarî daxwazên koçberên Serêkaniyê ji 4 aliyên fermî yên navneteweyî re rêkin.”

Komîteyê spasiya daîreyê kir ji ber ku dê muzakereya wê bigihîne Wezareta Karûbarên Derve ya Rûsyayê.

Hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve Ebdulkerîm Omer got: “Em piştgiriya vê hemleyê dikin. Em bi şandeyên dîplomatîk re sûcên dewleta Tirk ên li herêmên dagirkirî û pêwîstiya derxistina çeteyan ji herêmê nîqaş dikin.”

Di dawiya serdanê de berdevkê fermî yê Komîteya Koçberên Serêkaniyê Ciwan Îso muzakere radestî Ebdulkerîm Omer kir.

Naveroka daxuyaniyê wiha ye:

“Birêz wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov, siyasetên dagirkeriya Tirk ên li Serêkaniyê nayên qebûlkirin. Ji ber wê em bang dikin ku ev siyaset û guhertina demografîk rawestin. Ji ber ku li dijî qanûnên navneteweyî yên ku jiyana sivîlan diparêze ye. Ji ber siyasetên dewleta Tirk û komên wê yên çekdar karest bi ser gelê li Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spî û herêmên din ên dagirkirî de hat.

Piştî derbasbûna du salan li ser dagirkeriyê û rêzesûcan, dewleta Tirk li dijî mafên mirovan, nirxên mirovahiyê, peyman û lihevkirinên navneteweyî sûc pêk anîn. Her wiha lihevkirinên ku îmze kirine bin pê kirin.

Wek nûnerên Komîteya Koçberên Serêkaniyê em ji meqamê we dixwazin ku hûn alîkariya gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi taybet gelê Serêkaniyê bikin. Fişarê li dewleta Tikr bikin da ku ji herêmên dagirkirî yên Sûriyê derkevin. Hûn wek hêzeke garantor li herêmê ne. Em dixwazin şêniyên resen bi awayekî ewle vegerin warên xwe, mal û milkên wan werin vegerandin. Em di wê baweriyê de ne ku hûnê hewl bidin daxwazên me yên rewa pêk bînin.”

(şx)

ANHA