Şêniyên gundewarê rojhilatê Dêrazorê li dijî komploya navneteweyî meşiyan

Bi dehan şêniyên gundewarê rojhilatê Dêrazorê meşiyan û banga azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan û bidawîkirina dagirkeriya Tirk a li ser axa Sûriyê kir.

Şêniyên gundewarê rojhilatê Dêrazorê li dijî komploya navneteweyî meşiyan
11 cotmeh, 2021   12:41
 DÊRAZOR

Meş bi boneya salvegera 23`yan a komploya navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan û salvegera 3`yemîn a dagirkirina Serêkaniyê û Girê Spî ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve, li ser bangewaziya Meclisa Sivîl a gundewarê rojhilatê Dêrazorê hat orgenîzekirin. Gelek saziyên sivîl, siyasî, leşkerî û rûspiyên êlên herêmê tev li meşê bûn.

Şênî li qada nexweşxaneya giştî ya Hecînê kom bûn. Di çalakiyê de hevserokê Meclisa Sivîl a Hecînê Selah El-Selman axivî û pêwîstiya bidawîkirina dagirkeriya Tirk a li ser axa Sûriyê piştrast kir û diyar kir ku dewleta Tirk bi rêya sûcên xwe, rêyên çareserkirina aloziya Sûriyê asteng dike.

Her wiha Selah El-Selman destnîşan kir ku pêkhateyên herêmê yên kurd, ereb, ermen, asûr û suryan bi yekrêzî hewl didin yekitiyê û jiyana hevbeş pêk bînin ku dê azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan xurtir bike.

Bi navê şêniyên gundewarê rojhilatê Dêrazorê, Selah El-Selman got civata navneteweyî berpirsa sûcên dewleta Tirk û dagirkeriya wê ya li ser axa Sûriyê ye. Her wiha bang li azadiya rêber Abdullah Ocalan kir. El-Selman piştrast kir ku domandina dagirkirinê û sûcan, berdewama komploya navneteweyî ye.

Piştî bi dawîbûna axaftinê, şêniyên herêmê di nava kolanên bajarok de meşiya heta gihaştin sûka navendî. Di meşê de ji bo azadiya rêber Abdullah Ocalan û bidawîkirina dagirkeriya li ser Serêkaniyê, Girê Spî û Efrînê silogan hatin berzkirin.

(şx)

ANHA