Şêniyên Dêrazorê: Çareserî di ramanê rêbertî de ye

Şêniyên gundewarê rojhilatê Dêrazorê diyar kirin ku pêwîst e rê li ber planên dewleta Tirk ên bi armanca vejînkirina daxwazên Osmaniyan were girtin û got, kilîta çareserkirina krîzên Rojhilata Navîn di ramanê rêber Ocalan de ye.

Şêniyên Dêrazorê: Çareserî di ramanê rêbertî de ye
11 cotmeh, 2021   13:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Şêniyên gundewarên rojhilatê Dêrazorê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a li Sûriyê û bi banga azadiya rêber Abdullah Ocalan, xwepêşandanek li dar xist.

Gelek kesên ku beşdarî meşê bûne, ji ANHA'yê re axivîn û bertekên xwe li hemberî êrişên dewleta Tirk nîşan dan. Her wiha gotin, dê têkoşîna xwe berdewam bikin heya ku dagirkerî bi dawî bibe.

Esed El-Dexîl ji gundewarê rojhilatê Dêrazorê diyar kir ku dewleta Tirk hewl dide serdema Osmanî ya berê vegerîne û sûc û komkujî li dijî gelan pêk bîne û demografiya herêmê biguherîne.

Esed El-Dexîl bal kişand ser berdewamiya têkoşîn û berxwedanê heya rizgarkirina herêmên dagirkirî ji dewleta Tirk. El-Dexîl civaka navneteweyî bi bêdengiya xwe berpirsê sûcên dewleta Tirk e.

Hewas El-Îbrahîm ji Baxozê got: "Em rê nadin dewleta Tirk ku planên xwe pêk bîne û vegere dîrokê. Em ê bi yek destî bi hêzên xwe yên leşkerî re li hember daxwazên dewleta Tirk bisekinin û hemû herêmên dagirkirî rizgar bikin û yekitiya ax û gelan biparêzin. "

Têkildarî heman mijarê, Emne Salim ji bajarokê Hecînê piştgiriya xwe ji bo berxwedana koçberên ji Serêkaniyê û Girê Spî heya rizgarkirina bajarên wan anî ziman.

Emne Salim bal kişand ser projeya rêveberiya xweser û ramanê rêber Abdullah Ocalan ku banga azadî û mafê jinan dike û got: "Em ê heya dawiyê li ber xwe bidin."

Şêniyên Dêrazorê bang li civaka navneteweyî kir "Zextê li dewleta Tirk bike da ku dawî li dagirkeriya xwe ya li ser xaka Sûriyê bidawî bike û rêber Abdullah Ocalan azad bike ku kilîtên çareserkirina hemû pirsgirêkên Rojhilata Navîn di dest wî de ye."

(dx)

ANHA