​​​​​​​Li navEnda bajarê Efrînê teqînekê rû da – HATE NÛKIRIN

Li navenda bajarê Efrînê yê dagirkirî erebeyeke bombebarkirî li pêşiya sûka Hal a li nava bajêr teqiya, di encamê de kuştî û birîndarî çêbûn.

​​​​​​​Li navEnda bajarê Efrînê teqînekê rû da – HATE NÛKIRIN
11 cotmeh, 2021   10:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Li navenda bajarê Efrîna dagirkirî li pêşiya sûka Hal erebeyeke bombebarkirî teqiya.

Li gorî agahiyên ku ji hundirê Efrînê hatine bidestxistin, di encama teqînê de 8 çete û niştecihê ku ji derveyî Efrînê ne hatine kuştin û 8 ji wan jî birîndar bûne.

Her wiha di encama teqînê de zirarên madî jî çêbûne.

ANHA