Belavkirina mazotê li Çilaxa bi dawî bû

Komîteya Sotemeniyê ya navçeya Çilaxa belavkirina mazotê bi dawî kir. Li her malbatekê 440 lître mazot hat belavkirin.

Belavkirina mazotê li Çilaxa bi dawî bû
11 cotmeh, 2021   10:23
QAMIŞLO

Bi nêzîkbûna demsala zivistanê re, Komîteya Giştî ya Sotemeniyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriye plansazî ji bo belavkirina mazotê li ser şêniyên bajar û navçeyên Bakur û Rojhilatê Sûriye amade kir.

Komîteya Sotemeniyê 440 lître mazot li her malbatekê belav kir û ji bo ku karê belavkirinê zû bi dawî bikin, mazot bi carekê de li navçeya Çilaxa ya Qamişloyê hat belavkirin. Her wiha li gorî komîteyê hejmara malbatên li navçeya Çilaxayê gihaşt 8 hezar û 844 malbatan.

Hejmara malbatên li cem Rêvberiya Sotemeniyê ya Herêma Cizîrê hatine tomarkirin, derdora 400 hezarî ye.

Hevserokê Komîteya Sotemeniyê ya Çilaxayê Dara Mihemed Yûsif destnîşan kir ku xebata belavkirina mazotê li navçeyê ji destpêka meha Hezîranê ve dest pê kiriye.

Dara Yûsif diyar kir ku Komîteya Sotemeniyê îsal hewl dide pergala kartên sotemeniyê biguherîne û bike kartên bibarkod. Her wiha ev gav di çarçoveya birêxistinkirina xebatên belavkirinê de pêk hat da ku bi lez were belavkirin. Her wiha ji bo ku mazot bighêje her kesî, Komîteya Sotemeniyê bi alîkariya komînan mazot belav kiriye.

Yûsif anî ziman mazot bi nirxê ku Rêveberiya Xweser diyar kiriye anku her lîtreyek bi 75 lîreyên Sûriyê tê belavkirin, lê belê heqê veguhastina sîtêran li gorî dûrbûnê tê diyarkirin.

(dm)

ANHA