Hêzên PDK`ê nahêlin dayîkên aşitiyê derbasî Başûr bibin

Dayîkên aşitiyê ku ji bo wergirtina cenazeyên şehîd Tolhildan û şehîd Serdem berê xwe dabûn dergeha Pêşxabûr, ji aliyê hêzên PDK`ê ve hatin astengkirin.

Hêzên PDK`ê nahêlin dayîkên aşitiyê derbasî Başûr bibin
11 cotmeh, 2021   10:12
NAVENDA NÛÇEYAN

26 dayikên aştiyê yên ji bajar û kantonên herêma Cizîrê bi rêya dergeha Sêmalka derbasî dergehê Pêşxabûr ê li Başûrê Kurdistanê bûn da ku daxwaza cenazeyên şehîd Tolhildan û şehîd Serdem bikin ku di kemîna hêzên PDK’ê de li herêma Xelîfanê şehîd bûbûn.

Dayîkên aşitiyê bi pêşengtiya Wedîa Mele Îsa dayîka şehîd Dunya ku parçeyek qimaşê spî ku nîşaneya aşitiyê ye, li pêşiya dergeha Sêmalka ya sînor kom bûn û berê xwe dan dergeha Pêşxabûr, da ku kiryarên PDK`ê şermezar bikin. Hêzên Partiya Demokratîk a Kurdistanê ew asteng kirin û nehîşt ku derbasî Başûr bibin.

Dayîk ji biryara xwe ya derbasbûna Başûr bi îsrar in û ji bo şermezarkirina helwesta hêzên PDK`ê çalakiya rûniştinê dan destpêkirin.

ANHA