Talîbanê bi Rûsyayê re dest bi dan û standinan kir

Berdevkê tevgera Talîbanê Zebîhullah Mucahid got tevger ji bo ku hikumeta wê were naskirin, bi Rûsyayê re dest bi dan û standinan kiriye. Li aliyekî din Amerîkayê destnîşan kir ku darizandina Talîbanê dê girêdayî kirinên wê be, ne tenê daxuyaniyên wê.

Talîbanê bi Rûsyayê re dest bi dan û standinan kir
11 cotmeh, 2021   09:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Tevgera Talîban hêvî dike ku hikumeta wê ya nû li ser qada navneteweyî were naskirin. Berdevkê tevgerê got di vê çarçoveyê de dan û standin bi Rûsyayê re tên kirin. Washingtonê jî got naskirina hikumeta Talîbanê ne tenê bi gotinan, lê bi kirinên wê ve girêdayî ye.

Zebîhullah Mucahid ji ajansa Tas a Rûsyayê re got: “Dan û standin niha bi Rûsyayê re hene. Lê beriya her tiştî ev dan û standin têkildarî naskirina hikumetê û vekirina balyozxaneyan e.”

Têkildarî pirsa sedemên nexebitandina balafirgeha navneteweyî ya Kabulê Mucahid got: “Em hewl didin rêwîtiyên navneteweyî ji nû ve bidin destpêkirin, lê gelek astengî hene.”

Der barê îhtîmala erkdarkirina rayedarên din ên balyozxaneya Efganistanê ya li Moskovê de Mucahid got: “Wezareta Karên Derve ya Efganistanê dê vê yekê çareser bike. Niha ya girîng ew e ku balyozxaneya Efganistanê ya li Moskovê û balyozxaneya Rûsyayê ya li Kabulê ji nû ve dest bi kar û xebatên xwe bikin. Piştre em ê mijara guherandina dîplomatan nîqaş bikin.”

Amerîkayê jî di daxuyaniya xwe ya piştî desthilata Talîbanê li Efganistanê de gotibû: “Rewş dê ne tenê bi gotinan, lê bi kirinên wê ve girêdayî be.”

Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê di daxuyaniya xwe de got şandeya Amerîkayê ya dan û standinên Dewhayê girîngî daye metirsiyên girêdayî ewlehiyê, terorê û peydakirina korîdoreke ewle ji welatiyên amerîkî, yên biyanî û Efgan re û mafên mirovan, tevlêkirina jinan di hemû warên civaka Efganistanê de.

Talîbanê yekşemê ragihand ku DYA`yê qebûl kiriye ku alîkariyên mirovî ji Efganistanê re pêşkêş bike lê qebûl nake hikumeta Talîbanê nas bike.

(şx)