Dayikên aştiyê ji bo wergirtina cenazeyên şehîdan berê xwe da dergehê Pêşxabûr

Dayikên aştiyê berê xwe da dergehê Pêşxabûr ê Başûrê Kurdistanê da ku daxwaza cenazeyên şehîd Tolhildan û şehîd Serdem bikin.

Dayikên aştiyê ji bo wergirtina cenazeyên şehîdan berê xwe da dergehê Pêşxabûr
11 cotmeh, 2021   09:36
QAMIŞLO

26 dayikên aştiyê yên ji bajar û kantonên herêma Cizîrê bi rêya dergeha Sêmalka derbasî dergehê Pêşxabûr ê li Başûrê Kurdistanê bûn da ku daxwaza cenazeyên şehîd Tolhildan û şehîd Serdem bikin ku di kemîna hêzên PDK’ê de li herêma Xelîfanê şehîd bûbûn.

Li gorî Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê di 28-29`ê Tebaxê de komeke gerîla ku ji 7 kesan pêk dihat, dema ji herêma Qendîlê diçû herêma Behdînanê, ketin kemîna hêzên PDK`ê ku bê hişyarî gule lê barandin. Di encamê de 5 gerîla şehîd bûn, îhtîmal heye ku yek birîndar bûbe û dîl hatibe girtin. Gerîlayekî din jî xwe ji kemînê xilas kiriye.

Ji wan şehîdan 2 ji Rojava ne: Nesrîn Temir (Tolhildan Raman) û Yusif Îbrahîm (Serdem Cûdî).

Dayikên aştiyê li pêşiya deriyê sînor ê Sêmalkayê kom bûn û berê xwe da pirê da ku li dergeha Pêşxabûr rawestin û kiryarên PDK`ê şermezar kirin.

(şx)

ANHA