Agir bi navendeke petrolê yên Lubnanê ket

Dezgehên Çapmeniyê yên Lubnanê ragihand ku agirekî gur bi navenda petrolê ya El-Zehranî û derdora wê ya Lubnanê ketiye, her wiha diyar kir ew ditirsin ku agir dirêj bike û teqîn çêbibe.

Agir bi navendeke petrolê yên Lubnanê ket
11 cotmeh, 2021   09:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Kanala Cedîd a Lubnanê destnîşan kir ku artêşa Lubnanê dixebite da ku derdora navenda petrolê ya li El-Zehranî, vala bike. Her wiha diyar kir ku metirsiyek mezin heye ku agir dirêj bike û di encama şewatê de teqîn rû bidin.

Rêvberiya Trafîkê jî ragihand ku ji ber agirê ku bi navenda petrol ketiye, rêya El-Zehranî hatiye birîn û li cihê rêya deryayê tê bikaranîn.

(dm)