ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 11-10-2021

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 11-10-2021
10 cotmeh, 2021   23:00

-Jinên Helebê komploya 9’ê Cotmehê şermezar kir û dan zanîn armanca komployê bê îradekirin û tunekirina gelê Kurd bû. Jinan diyar kir ku bi saya berxwedan û hêza çareseriyê ya rêber Abdulah Ocalan, komploya navneteweyî negihişt armanca xwe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Êzidiyên Efrînê diyar kirin ku hewldanên PDK'ê ku bi hinceta propagendayên hilbijartinan bikevin Şengalê planeke ji bo planên ajnîdeyên Tirkiyêy yên qirkirina êzidiyan e. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Endamê Meclisa Rêveber a Partiya Kedkarên Kurdistanê Hêwa Seîd Selîm got, êrişên Tirkiyê yên bi çekên kîmyewî li ser Başûrê Kurdistanê komkujiyên Enfal û Helebçe tîne bîra mirov. Hêwa Selîm bang li hikumetên Başûr û Bexdayê kir ku dosyaya sûcên Tirkiyê pêşkêşî Konseya Ewlekariyê ya NY'yê bike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên herêma rojhilat a bajarê Qamişlo û endamên Navenda Çand û Hunerê beşdarî çalakiya konvedanê ya li dergehê Sêmalkayê dibin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên gundewarê rojhilat ê Dêrazorê bi meşekê êrişên dewleta Tirk  a dagirker û Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Komîteya "Em ê bimînin û vegerin" ya koçberên Serêkaniyê têkildarî sûcên dewleta Tirk a dagirker nameyekê radestî Koalîsyona Navneteweyî ya li Hesekê dikin, saet 11:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

RAPOR

-Piştî çend salan ji qutbûna têkiliyên Urdun û hikumeta Şamê, her du alî careke din hevdîtin pêk anîn. Ev hevdîtin gelek pirsan li ser pêşeroja têkiliyan çêdikin. Şîrovekarekî siyasî got, têkiliyên her du aliyan dê di hemû aliyan de werin normalîzekirin, lê ne di demeke nêzîk de be. Her got, ne dûr e ku Misir bi hikumeta Şamê re têkiliyan ji nû ve saz bike.

POLÎTÎKA

- Serokê Partiya Sûriya Pêşerojê got, divê berpirsên sûcên şer ên li Sûriyê, di serî de dewleta Tirk werin darizandin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Hevseroka MSD'ê Emîne Omer diyar kir ku derxistina dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji herêmên dagirkirî rojeva wan a sereke ye û got “Divê dewletên garantor berpirsyariyên xwe yên li hemberî sûcên şer ên dewleta Tirk ên li herêmên dagirkerî bi cih bînin." (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIWAN

- Meclisa Ciwanên Kurd a Rojava da zanîn ku ENKS’ê bi rêya tawanbarkirina Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê hewl dide alozî û pirsgirêkan biafirîne ku tevgerê reş bike û diyar kir ku ENKS'ê fermanên Tirkiyê pêk tîne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

- Dayikên têkoşer li dijî rejîma faşîst a Tirkiyê xwedî îrade û israr in. Ji beriya 23`ê salan ve rewş li xwe kirine û erka danasîna Tevgera Rizgariya Kurdistanê û bi rêxistinkirina çalakiyan girtine ser milê xwe. Dayikan soz da ku ew cilê reş ji xwe nakin heta ku azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan pêk were. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Jinên li kampa Wasûkanî diyar kirin ku ew ê li hember hemû zehmetiyên ku rastî wan tên li ber xwe bidin û got, koneke biçûk berxwedaneke mezin e. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ÇAND Û HUNER

-Osman Sebrî anku Apê Osman, siyasetmedar û wêjevanê Kurd salên jiyana xwe di xizmeta gel û zimanê dayikê de diborîne. Ew tev li serhildanên Bakurê Kurdistanê dibe û ji ber xebatên xwe yên siyasî li sê parçeyên welêt bi salan di girtîgehan de dimîne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA