Guherîna helwestên Ereban li hember hikumeta Şamê dê çi bi xwe re bîne?

Piştî salên dirêj ên qutkirina têkiliyên di navbera Urdin û hikumeta Şamê de, nêzîkbûnên van demên dawîn ên di navbera wan de, nexasim li ser asta serokan, bi xwe re gelek pirs der barê çawaniya têkiliyan de derxistin. Gelo ev nîqaş tenê li ser mijarên aborî ne?

Guherîna helwestên Ereban li hember hikumeta Şamê dê çi bi xwe re bîne?
11 cotmeh, 2021   07:47
NAVENDA NÛÇEYAN - ŞEYMA ELÎ

Di mehên dawîn de agahî û rapor li ser îhtîmala vegera hikumeta Şamê li civata erebî û prosedurên di navbera Urdin û hikumeta Şamê de derketine, vê raporê teqez dikin.

Têkiliyên di navbera Urdin û hikumeta Şamê de bi awayekî lezgîn bi pêş ketin, bi taybet piştî telefona di navbera şahê Urdinê û Beşar Esed de piştî 10 salan.

Li gorî ajansa nûçeyan a Urdinê (Betra), serokê hikumeta Şamê Beşar Esed bi şah Ebdullah El-Sanî re bi rêya telefonê axivî. Ev telefon piştî destpêkirina krîza Sûriyê ya 2011’an a yekemîn e.

HEVDÎTINÊN LI SER ASTÊN BILIND

Beriya telefonê di demên borî de serdanên li ser astên bilind ên her du aliyan pêk hatin. Ev yek jî di Adarê de pêk hat, dema wezîrê pîşesazî û bazirganiyê yê Urdinê Tariq El-Hemorî serdana Şamê kiriye. Piştre jî wezîrê karên hundirîn ê hikumeta Şamê Mihemed Xalid El-Rehmon bi hempîşeyê xwe yê Urdinê Mazin El-Feraya re di meha Tîrmehê de axivî. Piştî wê jî serokerkanê hevbeş ê Urdinê lîwa Yusif Ehmed El-Hinêtî, wezîrê parastinê û serokerkanê hikumeta Şamê Îmad Elî Eyûb di 19’ê Îlonê de pêşwaz kir.

Li aliyekî din jî her du wezîrên karên derve Eymen El-Sefedî û Feysel Miqdad li New Yorkê piştî civînên NY’yê civiyan, her wiha beriya çend rojan jî, 4 wezaretên hikumeta Şamê serdana Emanê kir û vekirina dergehê Cabir-Nesîb ê sînor ragihand.

Ji dema destpêkirina krîza Sûriyê ya 2011’an ve Urdinê helwesteke yekalî nîşan da, ew jî ji ber girêdana wê ya erdnîgarî û demografî bi Sûriyê re bû. Lê krîza aborî ya ji ber girtina dergehên di navbera her du welatan û tevliheviya rewşên ewlehî de, hişt ku Urdin siyaseta xwe bi hikumeta Şamê re biguherîne.

Çavdêr dibînin ku Urdin bêyî lihevkirinên veşartî yên bi Washingtonê re û hevkariya bi Moskovê re tev nagere. Têkildarî vê yekê melikê Urdinê bi serokên DYA’yê û Rûsyayê re di Tîrmeh û Tebaxê de civiya. Li gorî çavkaniyan ji rojnameya Washington Post a Amerîkayê re daxuyand, di serdana Amerîkayê de melikê Urdinê ji serokê Amerîkayê Biden xwest ku ji nû ve aramî li Sûriyê vegere û Urdin ji Qanûna Qeyser dûr be.

AKTÎFKIRINA XETA GAZÊ YA EREBAN

Dema şahê Urdinê bi serokê Rûsyayê re civiya, wê demê dan û standinên Derayê dest pê kirin. Girêdayî vê yekê çavdêran got lihevanînên niha li Derayê pêk tên bi lihevkirinên rûsî-urdinî ji bo sekinandina hebûna Îranê li başûrê Sûriyê bûn û da ku ji nû ve hikumeta Şamê serweriya li ser herêmê bike û xeta gazê ya erebî ku di Deryê re derbas dibe, aktîf bibe.

Bi wê re di navbera wezîrên enerjiyê yên Urdin, Sûriyê, Lubnan û Misirê de ji bo veguhastina gaza Misirê û kehrebeya Urdinê ji Lubnanê re civîn li dar ket û veguhastina gazê bi rêya Sûriyê pêk tê. Dê xebata dayîna gaza Misirê ya bi rêya boriyan pêk bê. Ew yek jî ji Erîşe heta bi Taba yên Misirê, piştre Eqebe û Rîhab ên Urdinê, her wiha ji Rîhabê ber bi Cabir û piştre Humisê ya Sûriyê û dûre ber bi Dêramir a Lubnanê ve ye. Xeta gazê hezar û 200 metre ye û kapasîteya wê 7 milyar metrekab gaz bi salane ye.

LIHEVKIRINA RÛSYA-AMERÎKAYÊ YA VEŞARTÎ

Li ser pêşdeçûna têkiliyên di navbera Urdin û hikumeta Şamê de yên bi awayekî lez, rojnameger û şîrovekarê siyasî yê sûrî Malik Hafiz wiha got: "Diyar e hevkariyeke rûsî-amerîkî yan jî lihevkirineke veşartî heye. Urdin dixwaze ewlehiya xwe ji xetereya kontrolkirina Îranê biparêze, ji lew re hewl dide hembêzkera wê Şam be. Her wiha Eman dixwaze berdewama nakokiya ewlehî û leşkerî ya dirêjahiya salên şer ên derdora wê, bi dawî bike.”

Hafiz wiha domand: "Hikumeta Şamê jî dixwaze Urdin bibe dergehê wê ya jinûve derbasbûna li nava ereban li ser astên aborî û siyasî. Esed dixwaze ji aliyên herêmî û navneteweyî xwe rewa bike û dibe ku bi awayekî mezin ji tevgerên hin dewletên Ereb wergire.”

Li ser vê yekê Hafiz da zanîn ku tevgerên Urdinê yên li hemberî hikumeta Şamê bi erêkirina Amerîkayê pêk hatin û wiha pê de çû: "Bêyî erêkirina Amerîkayê ne pêkan e dewletên herêmê li hember çi karên li dijî Washingtonê yên siyasetên wê yên derve tev bigerin.”

DOSYAYA ABORÎ YA DESTPÊK YE

Urdin û hikumeta Şamê ji ber krîzên li Sûriyê û krîza aborî û debarê li hember astengiyên herêmî ne. Bi wê re dosyaya aborî li ser têkiliyên di navbera her du aliyan de kontrol e û cihekî mezin di siyasetê de wergirtiye.

Vekirina dergehan û jinûve gerên asîmanî yên di navbera herêmên hikumeta Şamê û Urdinê de, nîşaneyên eşkere yên hewldana her du aliyan ên geşkirina aboriya wan e.

Li ser vê yekê Hafiz wiha anî ziman: "Urdin li gel parastina sînorê xwe dixwaze sûdê aboriyê ji vê merheleyê yan jî merheleya bê ya jinûve avakirinê wergire û dibe ku bibe piştevanê ji Urdinê re.”

NORMÎLAZÎSYONA GIŞTÎ NEÇARÎ YE, LÊ BELÊ NE DI DEMEKE KURT E

Çavdêr dibînin ku têkiliya di navbera Urdin û hikumeta Şamê ya vê dema dawî de baş e û ew yek jî bi rêya ragihandina li ser serdanên berpirsên Şamê li paytexta Urdinê Emanê ku dan û standin pêk anîne, hat şîrovekirin.

Li kêlek telefûna li ser asta serokan, ev yek teqez dike ku têkiliyên her du welatan li ser asta siyasî geş bûn û çavdêr bi dûr naxin ev yek ber bi normîlazîskirina giştî ya her du welatan ve pêk bê.

Têkildarî pêşdeçûna têkiliyên Urdin û hikumeta Şamê yên siyasî û normîlazekirina giştî Hafiz ev tişt lê zêde kir: "Bi nêrîna min ev yek neçarî ye, lê belê ne di demeke kurt de.”

PÊŞWAZÎKIRINA MISIRÊ

Bi rasthatina nêzbûna bi Urdinê re, Misirê  daxuyand ku divê Sûriyê kirîza xwe der keve, ji ber ew parçeyek ji ewlehiya neteweyî ya Ereb e.

Li ser vê yekê wezîrê karên derve yê Misirê Samih Şukrî di daxuyaniyên xwe yên 4’ê vê Cotmehê gotibû: "Welatê wî bi israr e Sûriye ji krîza xwe bi der keve. Ji ber Sûriyê parçeyek ji ewlehiya neteweyî ya Ereb qut nabe û di dîrokê de her tim têkiliyên misirî-sûrî pir girîng bûn."

Li ser bandora têkiliyên Urdinê bi hikumeta Şamê re û xwesteka hin dewletên Ereb ji bo jinûve vegerandina têkiliyên xwe û der bar derfeta normîlazekirina dewletên Ereb bi hikumeta Şamê re Hafiz ev tişt got: "Normîlazekiirna ji aliyê pevguhartina balyozan û serdanên dualî yên bi awayekî fermî yên li ser astên bilind hîna zû ye pêk bên. Lê tê texmînkirin ku gava ku Urdinê dest pê kiriye dê hin gavên pêş yên fireh ji aliyên dewletên Ereb ve mîna Misir û Îmaratê eşkere bikin. Ev yek pêkan e û nîşaneyên berê wê yekê eşkere dikin û ez bi dûr nabînim ku Misir têkiliyan bi Esed re deyne.”

PIŞTEVANIYA NAVNETEWEYÎ JI URDINÊ RE DÊ JI BO PÊVAJOYA SIYASÎ BI BANDOR BE

Şîrovkaran da zanîn ku hikumeta Şamê baş dizane ku Urdin dergehê wê yê ber bi civaka navneteweyî û ereb ve ye û çi jinûve dîzaynkirina hikumeta Şamê dê bi rêya Urdinê be.

Lê Hafiz li ser vê yekê eşkere kir ku ne tenê Urdinê dê bibe dergehê Şamê ber bi civaka Ereb û navneteweyî ve, lê dê bibe deriyê ber bi dewletên dîtir ve û wiha anî ziman: "Heta beriya Urdinê jî hewldanên hin dewletên Ereb hebûn, ew jî beriya ferzkirina Qanûna Qeyser bi çend mehan. Di wê demê de Îmaratê bi awayekî beşî têkilî bi Esed re danîn û dûvre Sûdanê.”

Hafiz destnîşan kir ku lê bi gelemperî Urdin di vê merheleya nû de stasyona sereke ye û dê piştevaniya navneteweyî ji wê re dê bandorekê di pêkanîna gavên siyasî yên pêşketî de li ser asta Sûriyê û hin dosyayên girêdayî wê pêk bê.

VEGERA LI KOMKARA EREBÎ FORMALÎTE YE

Şerê Sûriyê krîzeke mezin ya paneberan ber bi cîhanê ve çêkir. Li dewletên cîranên Sûriyê nêzî 5,6 milyon penaberên sûrî hene û li dewletên ewropî jî zêdetirî milyoneke sûrî heye.

Têkildarî çarenûsa penaberên sûrî heke hikumeta Şamê li Komkara Erebî vegerî, Hafiz ev yek anî ziman: "Vegera li Komkara Erebî ne nêz e, lê belê ne dûr e jî. Lê çarenûsa penaberan bi komseriya karûbarên penberan ve girêdayî ye ku nahêle penaber bi zorê vegerin heke hawayeke ewle û aram tune be. Li aliyekî din jî divê penaber li herêmên ku jê penber bûne vegere, lê şert e ku derfetên jiyan û aramiyê lê peyda bibin.”

Hafiz wiha gotina xwe berdewam kir: "Çarenûsa sûriyên penebar ên li hundir bi rojava û rojhilatê wê bi lihevkirinên di navbera hêzên aktîf ên dosyaya Sûriyê de pêk hatine û dê pêk werin ve girêdayî ye. Bi vegera hikumeta Şamê li Komkara Erebî ne pêkan e çarenûsa wan radestî hikumeta Şamê bê kirin. Ji ber vegera li Komkara Erebî formalîte ye û nayê wateya ku lihevkirinên siyasî hatine wergirtin an jî dibe piştevanê yekser a lihevkirina ber bi çareya siyasî li Sûriyê.”

Piştî cemidandina endamtiya hikumeta Şamê di dawiya 2012’yan de tevahî dewletên Ereban hîna vegera hikumeta Şamê li Komkara Erebî erê nekiriye. Lê gelek dewletên Ereb vê gavê bi pêkanîna hikumeta Şamê ya çareseriya siyasî li gorî biryara 2254’an ve girê didin.

(fr)

ANHA