'ENKS'ê bi fermanên Tirkiyê tevliheviyê li herêmê çêdike'

Meclisa Ciwanên Kurd a Rojava da zanîn ku ENKS’ê bi rêya tawanbarkirina Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê hewl dide alozî û pirsgirêkan biafirîne ku tevgerê reş bike û diyar kir ku ENKS'ê fermanên Tirkiyê pêk tîne.

'ENKS'ê bi fermanên Tirkiyê tevliheviyê li herêmê çêdike'
11 cotmeh, 2021   04:09
QAMIŞLO-EHMED SEMÎR

Komployên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ranawestin û hêzên dijberî şoreşa Rojava kiryarên qirêj li dijî wê pêk tînin, da ku Rêveberiya Xweser lawaz bikin, sazî û Tevgera Ciwanên Şoreşger reş bikin. Şewitandina nivîsgehên siyasî ne dûrî kiryarên ENKS’ê ne.

ENKS’ê bêyî tu rastiyan Tevgera Ciwanên Şoreşger tawanbar kir, ew yek jî ji bo ku civak li dijî tevgera ciwanan rabe û tevger bê reşkirin.

‛300 DOLAR LI BERAMBERÎ REŞKIRINA RÊVEBERIYA XWESER’

Têkildarî mijarê, Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) di 16’ê Kanûna 2020’an de nûçeyek belav kiribû. Li gorî nûçeyê, partiyên ENKS’ê li beramberî reşkirina Rêveberiya Xweser ji 200 heta 300 dolarî distînin.

Girêdayî wê, Ronahî TV di 29’ê Îlonê de lixwemikurhatinên kesên ji bo îstîxbarata Tirk re dixebitin, belav kirin. Ji wan jî Ebdulbarî Osman e. Osman mikur hat ku ENKS’ê bi fermanên MIT’a Tirk nivîsgehên xwe şewitanin da ku Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan tawanbar bikin.

Li ser vê yekê, Hevserokê Meclisa Ciwanên Kurd a Rojava Mihemed Ehmê wiha got: "Şoreşa Rojava bi qehremantiya ciwanên ku çek hilgirtine û berê xwe dane qadên şer dest pê kir. Bi wê re serketina Rêveberiya Xweser di aliyên leşkerî û siyasî de bi pêşengtiya ciwanên şoreşger û şehîdên wê ye."

Ciwanên Kurd ên Rojava di kongreya xwe ya duyemîn ku di 2019’an de li dar ketibû, biryar da ku navê rêxistinê yan jî tevgerê ji Koordînasyona Ciwanên Kurd bike Meclisa Ciwanên Kurd a Rojava. Meclis ji tevahî ciwanên keç û xort ên partiyên siyasî yên Kurd ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tê û KNK’ê lêvegera meclisê ye ku yekitiya Kurd were avakirin.

Meclisa Ciwanên Kurd a Rojava, yekitiya ciwanên Kurd bingeh digire, her wiha teqez dike ku çareseriya krîza Sûriyê di nenavendîbûn û beşdariya tevahî pêkhateyên wê de pêkan e. Meclisê xuya kir ku divê li dijî koçberî, penabertiyê were sekinandin û bang li ciwanên Kurd kir ku vegerin welat, li dijî şerê taybet ê li ser kurdan disekine û ji bo azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan û girtiyên azadiyê têkoşînê dike.

Ehmê diyar kir ku piştî ragihandina damezrandina meclisê, tevahî ciwanan xwe di bin sîwana Meclisa Ciwanan a Kurd de bi rêxistin kir ku rola xwe ya siyasî isbat bikin. Ehmê ev tişt got: "Em şandeya ciwan a dîplomasî me roleke girîng di yekkirina nêrînên tevgera siyasî ya Kurd de list. Têkildarî vê yekê serdanên me ji partiyên siyasî yên li Rojava û Başûrê Kurdistanê re hebûn."

‛ENKS’Ê HEWL DIDE LI HERÊMÊN RÊVEBERIYA XWESER ALOZIYÊ DERXÎNE'

Ehmê îşaret bi tawanên ENKS’ê yên li dijî ciwanan kir û wiha anî ziman: "Di demekê de ku şandeya dîplomasî ya Rêveberiya Xweser serdana Moskov û DYA’yê kir, ENKS’ê hewl dide alozî û pirsgirêkan li herêmên Rêveberiya Xweser derxe û ji rewşa aborî sûdê digire."

Ehmê wiha axaftina xwe berdewam kir: "ENKS’ê ji aloziya aborî ya li herêmê ya ji ber ambargoyê sûdê digire ku şêniyên li dijî Rêveberiya Xweser provokator bike."

Ehmê da zanîn ku ENKS’ê bi fermanên dewleta Tirk a dagirker kiryaran pêk tîn ku aloziyên li herêmê derx û ciwanan tawanbar bike, lê ev tawan ji rastiyê dûr in û nikare li pêşiya têkoşîna ciwanan a ji bo pêxistina herêmê bigire

Ehmê bal kişand li ser bûyerên dawî yên li herêmê çêbûne û ciwan bi şewitandina nivîsgehên partiyên siyasî yên ENKS’ê hatine tawanbarkirin û wiha pê de çû: "Tu têkiliya ciwanan bi şewitandina nivîsgehên siyasî û çapemeniyê re tune ne, em li dijî van kiryaran in."

Tevgera Ciwanên Şoreşger di 29’ê Îlona borî de daxuyanek dabû, ragihand ku têkiliya wê bi êrişa li dijî nivîsgeha PDK-RK tune ne.

‛CIWAN BINGEHA PÊŞXISTINA CIVAKAN LI DIJÎ KOLETIYÊ YE’

Li aliyekî din jî endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger Nasir Nasir diyar kir ku Şoreşa 19’ê Tîrmehê ciwan li cewherê wê rasteqîn vegerand û wiha got: "Ciwanên şoreşger berê û niha li pêşiya tevahî hewldanên têkbirina şoreşa Rojava mertal in."

Bi gotina rêber Ocalan "Me bi ciwanan dest pê kir û em ê bi ciwanan bi ser kevin", ciwan ku stûn û dînamîna civakê têkoşîna şoreşa Rojava da destpêkirin, bi wê re Yekitiya Ciwanên Şoreşger di 2014’an de ava kir.

Nasir behsa girîngiya rola ciwanan di rêxistinkirina civakê de kir û destnîşan kir ku dijminên Şoreşa Rojava bi hemû rêbazan hewl dan yekitiya ciwanan têk bibin û wan bi rêya şerê taybet ji cewherê wan bi dûr bixin û ev tişt got: "Hin aliyan hewl dan ajan û hişbiran di nava civakê de belav bikin da ku wan ji çanda wan bi dûr bixin. Lê di vê yekê de bi bin ketin. Ji ber ku civak û ciwanên wê li hember tevahî siyasetan hişyar in."

Nasir da zanîn ku ciwanên şoreşger maf û çanda xwe ji asîmîlasyonê parast û  ji bo jiyaneke bi ewle û azad de tê dikoşin, ji ber ku ciwan bingehê pêşxistina civakê li hemberî koletiyê ne.

Nasir li dawiyê destnîşan kir ku hin alî bi bahaneyên derew hewl didin ciwanên şoreşger reş bikin û wiha gotina xwe bi dawî kir: "Ciwanan bi kiryarên tevlihevî û xirabkirinê li herêmê tawanbar dikin. Ev hewl didin Tevgera Ciwanên Şoreşger têk bibin, da ku piştre cewherê civakê têk bibin."

(fr)

ANHA