Şêxê eşîra El-Elî: Şerê li dijî Kurdan, li dijî Ereban e jî

Şêxê eşîra El-Elî ya Reqayê Remedan El-Rehal got, civaka navneteweyî di qirkirina Kurdan bi giştî û bi taybet Kurdên êzidî yên li Iraqê de, şirîkê dewleta Tirk e. Her wiha diyar kir ku şerê li dijî Kurdan di heman demê de li dijî Ereban e jî.

Şêxê eşîra El-Elî: Şerê li dijî Kurdan, li dijî Ereban e jî
10 cotmeh, 2021   06:46
REQA- EHMED ESAF

Şêxê eşîra El-Elî ya Reqayê Remdan El-Rehal îşaret pê kir ku dewleta Tirk a dagirker di êrişên xwe yê hovane yê li dijî Başûrê Kurdistanê de çekên qedexekirî bi kar tîne û got: "Bêdengiya navneteweyî tê wateya ku destûr dide Tirkiyê da ku van çekan bi kar bîne û bi rêbazê ku dixwaze êrişî Kurdan û bi taybet êzidiyên Şengalê bike."

Remdan El-Rehal anî ziman ku dijminahiya dîrokî ya ji gelê Kurd re di heman demê de, dijminahiya li hemberî Ereban e û wiha pê de çû: "Li Sûriyê û Iraqê em û Kurdan wekî gelekî bi hev re dijîn, çand, taybetmendî û kevneşopiyên me yek in. Em hem xizm, hem jî zavayê hev in. Dewleta Tirk her çiqas ku hewl da fitne û parçebûnê di navbera Kurd û Ereban de çêbike jî, lê negihişt armancên xwe."

El-Rehal diyar kir ku ji ber lawaziya Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî û Yekitiya Ereban û hevkariya hikumetên Hewlêr û Bexda bi dewleta Tirk re, dewleta Tirk  hemû rêbazan di şerê xwe yê hovane de bi kar bîne. El-Rehal wiha axaftina xwe domand: "Gihişt asta ku hemû cûreyên çekên qedexekirî di êrişên xwe yên li ser dewletên cîran de bi kar bîne û rêzê ji serdestiya wan welatan re negire. Tevî vê jî dewletên ku destdirêjî lê tê kirin, ji bo parastina xak, gel û serweriya xwe tiştekî nakin.”

El-Rehal destnîşan kir ku Erdogan tevahî peymanên navneteweyî û pîvanên olî yên mafên mirovan di jiyaneke azad û bi rûmet de diparêzin, binpê dike û got: "Civaka ku bi aştî bijî li xweşiya dewleta Tirk nayê. Dîroka Osmanî û alîgirên wê şahidê vê yekê ye."

Şêx Remdan El-Rehal bang li civaka navneteweyî, Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî û Rêxistina Qedexkirina Çekên Kîmyewî kir ku hesabê ji dewleta Tirk bixwaze û rê li ber planên qirkirina gelê Kurd, bi taybet êzidiyên Şengalê bigirin.

(dm)

ANHA