Endamê Polîtburoya PADÊ: Êzidiyan li hember hemû komployan li ber xwe dan

Endamê Polîtburoya PADÊ Hesen Hecî diyar kir ku êzidiyan li hemberî hemû komployên bi armanca qirkirinê li ber xwe da û got: "Armanca sereke ji peymana 9'ê Cotmeha 2020'an ew e ku êzidî di bin koletî û zilmê de bihêlin."

Endamê Polîtburoya PADÊ: Êzidiyan li hember hemû komployan li ber xwe dan
10 cotmeh, 2021   06:06
ŞENGAL

Ji ber berxwedana domandar a xelkê Şengalê, hikumetên Iraq û Hewlêrê nikarîbûn bendên peymana 9`ê Cotmeha 2020`an a bi navê rêxistinkirina kar û barên rêveberî û ewlehî ya Şengalê pêk bînin.

Hêzên Iraq û PDK`ê piştî ku ji Şengalê reviyan bi rêya peyamanê dixwazin careke din vegerin.

Endamê Polîtburoya Partiya Azadî û Demokrasiya Êzidiyan (PADÊ) Hisên Hecî destnîşan kir ku peyman li ser xwesteka dewleta Tirk a dagirker hate îmzekirin, lê ji ber berxwedana civaka êzidî têk çû.

Hisên Hecî got, Iraq dibêje ku ew dewleteke federal û demoratîk e, destûr jî vê yekê dibêje û wiha domand: "Îro gelek pêkhateyan li Iraqê mafên xwe yên siyasî, civakî, rêveberî, fêrbûn û ewlehî bidest xistine. Me jî li Şengalê rêveberiya xwe ya xweser ava kir. Em bang li her kesî dikin ku mafên me jî bidin me. Lê çima êzidî ji vê yekê bêpar in. Di destûra Iraqê de mafê hemû pêkhateyan misoger e. "

Hecî diyar kir ku ew ne li dijî fikreya dewleta Iraqê û têkiliyan wan pê re ne, lê pirsgirêk ew e ku hikumeta Iraqê mafên êzidiyan înkar dike. Hecî got: "Dema me şerê DAIŞ`ê kir dewlet ne li vir bû. Me wek welatiyên Iraqê şer kir. Me bi destê xort û keçên xwe parastina xaka xwe kir. Dema ku dewleta Iraqê û hêzên PDK`ê em bi tenê bi mirinê re rû bi rû hiştin me çete ji Şengalê derxistin. Lê dewlet niha dixwaze saziyên xwe yên taybet ava bike, karmendan erkdar bike û dixwaze her tişt di bin xizmeta siyaseta wan de be."

Têkildarî peymana ku hatiye îmzekirin Hisên Hecî wiha axivî: "Di aliyê hundirîn û herêmî de li dijî Şengalê komplo hene. Tişta ku li dijî Şengalê têne kirin siyaseteke, armanca jê ew e civaka êzidî di bin koletî û zilmê de, bê îrade û rêveberiyeke wan a taybet de, bihêlin. "

Endamê Polîtburoya PADÊ Hisên Hecî bi domdarî got: "Her kes baş dizane bêyî ku li nêrîna civaka êzidî vegerin û bêyî îradeya wê ev peyman hate îmezekirin. Bi vê peymanê dixwazin bi çarenûsa êzidiyan bilîzin wan bixin bin kontrola xwe. Ew kesên ku reviyan û Şengal radestî DAIŞ`ê kir û bûn sedem ku komkujî û qirkirina komê çêbibin, niha jî dixwazin careke din û bi rêbazên din derbasî Şengalê bibin. "

Ev peyman di rastiyekê de li gorî berjewndiyên siyasî û planên dewleta Tirk hate îmzekirin. Armanca jê ew e ku  Şengalê ji êzidiyên wê vala bike. Lê Êzidî piştî fermana dawî hêzên xwe yên taybet ava kirin û ciwanên êzidî parastina xwe û civaka xwe dikin.

Hisên Hecî da zanîn ku çi siyaseta ferzkirin bêyî ku hebûna êzidiyan di ber çavan re were derbaskirin wê li Şengalê bi ser nekve û got: "Heger êzidî bi xwe parastina xwe nekin tu kes parastina wan nake. Ji niha û şûde bêyî erêkirina şêniyên wê tu kes nikaribe derbasî Şengalê bibe."

Hecî diyar kir ku êzidiyên Şengalê li hember tevahî planên dijber li ber xwe dan.

Endamê Polîtburoya PADÊ Hisên Hacî wiha dawî li axaftina xwe anî: "Helwesteya wan a berê ya derbarê peymana 9`ê Cotmehê de, heta niha heman helwest e. Em ji diyalogê re vekirî ne û em ê li gorî siyaseta xwe ku xizmeta me êzidiyan dike, tevbigerin".

(bx)

ANHA