​​​​​​​Newroz Ehmed: Dagirkirina Serêkaniyê û Girê Spî berdewama plana tunekirina kurdan e

Endama Fermandariya Giştî ya QSD'ê Newroz Ehmed got, dagirkirina Girê Spî û Serêkaniyê di çarçoveya planeke domdar a bi desteka hêzên navneteweyî de ji bo tunekirina kurdan pêk hat. Newroz Ehmed bang li hikumeta Şamê kir ku ji bo bidawîkirina dagirkeriya Tirk a li Sûriyê bi QSD'ê re hevkar be.

​​​​​​​Newroz Ehmed: Dagirkirina Serêkaniyê û Girê Spî berdewama plana tunekirina kurdan e
10 cotmeh, 2021   06:00
NAVENDA NÛÇEYAN – ZANA SEYDÎ

Têkildarî salvegera duyemîn a dagirkirina bajarê Serêkaniyê û Girê Spî ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên ve, endama Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Newroz Ehmed bersiva pirsên ANHA'yê dan.

Hevpeyvîn wiha ye:

Du sal di ser dagirkirina bajarên Girê Spî û Serêkaniyê re derbas bûn. Her du bajar bi hinceta "herêma ewle" û piştî hevdîtinên Tirkiyê û Amerîka û biryara ji nişkê ve ya serokê Amerîkayê ku hêzên xwe ji Sûriyê vekişîne hatin dagirkirin. Hûn vê  yekê çawa dinirxînin?

Sala 2019'an destpêka danûstandinên berfireh ên di navbera me û Amerîka de û di navbera Tirkiyê û Amerîkayê de bû. Nîqaşên danûstandinan li ser herêma ewle bû ya ku Tirkiyê behsa wê dike. Tirk dixwest ku li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûryê bimîne û bi hevkariya Amerîkayê nuqteyên çavdêriyê lê ava bikin, her wiha daxwaza vekişandina QSD'ê ji herêmê dikirin.

Me daxwazên Tirkiyê qet qebûl nekir, ji ber ku em rojekê li ser dewleta Tirk nebûn xeter. Gelê me ji ber komkujiyê Tirkiyê gelek azar dîtin û vê yekê qebûl nake. Ji ber ku armanca Tirkiyê têkbirina ewlehî û aramiya herêmê bû.

Ji bo rêgirtina li ber şer me gelek pêşniyar dan. Di nav pêşniyaran de; hêzên Koalîsyona Navneteweyî li herêmê  belav bibin, koçberên sûrî bêyî astengî vegerin û destek ji wan re were dayîn.

Di vê çarçoveyê de em negihiştin tu lihevkirinan. Tirkiyê jî ev dixwest ku danûstandin bighêjin rêyeke xetimî. Niyetên Tirkiyê ji destpêkê ve zelal bûn. Piştî vekişandina hêzên Koalîsyona Navneteweyî, Tirkiyê bi erêkirina Amerîkayê êrişên dagirkeriyê dan destpêkirin.

Di demekê de ku hêzên we bi desteka Koalîsyona Navneteweyî bi şerê li dijî şaneyên DAIŞ'ê mijul bûn, dewleta Tirk êriş dan destpêkirin. Heya çi astê êrişên Tirkiyê bandor li opersyonên têkbirina şaneyên DAIŞ'ê kir?  Gelo ev êriş bû sedema çalakbûna şaneyan?

Bi rastî şerê me yê li Baxozê li dijî DAIŞ'ê ne ya dawî bû. Ji ber ku mayîna DAIŞ'ê a bi salan li çolistana Sûriye hakîmiyeta wan li wê erdîngariyê çêkir ku bi şekl şaneyan çalakî û êriş li deverên cuda pêk dianîn.

Hêzên me bi awayekî mezin bi tunekirina baregeha wan şaneyan û pêkanîna ewlehiyê li herêmên başûr mijul bûn. Dema ku Tirkiyê êriş da destpêkirin pêwîst bû ku em hejmareke mezin a şervanan bişînin wir da ku li hemberî hêzên dagirker bisekinin, ev yek bi awayekî mezin bandor li şerê li dijî şaneyên DAIŞ'ê kir.

Şaneyên DAIŞ'ê jî ji vê yekê sûd wergirt û endamên xwe yên li Iraqê anîn û li gorî tekîkên nû wan bi rêxistin kirin. Di vir de em dikarin bêjin ku êrişên Tirkiyê çalakiyên DAIŞ'ê ji nû ve zindî kir ku hindik mabû hêzên me xeteriya wan bi dawî kiribana.

Dema pêngava rizgarkirina Reqa di Cotmeha 2017'an de, Kerkûk radestî Heşda Şabî hate kirin, piştî rizgarkirina Reqa bi çend mehan hêzên Rûsya ji Efrînê vekişiyan, piştî berxwedaneke dîrokî ya hêzên we dewleta Tirk Efrîn dagir kir. Her wiha piştî rizgarkirina Baxozê Amerîka hêzên xwe ji Serêkaniyê û Girê Spî vekişandin. Hûn van mijaran çawa dixwînin, nemaze ku ev êriş di salvegera komploya navneteweyî de pêk hat?

Kurd di radeya yekemîn de hedefa dewleta Tirk e, ev yek eşkere ye, niyeta dewleta Tirk a li hemberî doza Kurd zelal e, Tirkiyê di tunekirina doza Kurd de bi israr e.

Heger em bûyerên ku bi hez li Sûriyê rû dan bi kurahî analîz bikin, em ê sedemên destekdayîna mezin a Tirkiyê ji komên çete re yên navê artêşa azad li xwe dikin, El-Qaîde û DAIŞ'ê fam bikin. Êrişên wan koman jî beşek ji planên Tirkiyê bûn.

Dema ku ew kom di pêkanîna encamên ber bi çav li ser erdê de bi bin ketin, Tirkiyê bi artêş û alavên xwe yên pêşketî derbasî şer bû. Serkeftinên QSD û binkeftinên wan koman ji Tirkiyê re wekî mirinekê bû ku ev serkeftin qebûl nekir.

Ji ber vê yekê êrişî Efrînê kir û di planeke herêmî de dest danî ser Kerkûkê. Ev yek di çarçoveya hedefgirtina gelê Kurd de, bi taybet kurdên ku bi beşdarbûna pêkhateyên din ên Sûriyê roleke pêşeng di projeya neteweya demokratîk de dilzînin, hat. Tirkiyê vê yekê wekî xeter li ser planên xwe dibîne. Her wiha pergalên destpotî vê projeyê jî li ser xwe xeter dibînin, ji ber ku yekitiya gelan hemû komplo û planên wan têk dibe.

Hilbijartina dîroka 9'ê Cotmehê ji bo destpêkirina êrişan nameyeke bîranînê ji aliyê Tirkiyê ve ye, mebesta vê peyamê ew e ku komplo û operasyonên tesfiyekirinê berdewam in. Em hemû dizanin ku Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan di vê dîrokê de pêk hat ku ji Tirkiyê re tu encam neanî.

Tevî ku doza me û ya Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ'ê ya ku gefê li tevahî herêmê dixwe, hevpar e, lê rola mezin a ku em li şûna cîhanê pê rabûn paşguh dikin. Me gelek hevpeyman bi dewleta Tirk re li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re dîtin ku bûne beşek ji planên Tirkiyê. Li vir dixwazim balê bikişînim ser xaleke girîng ew e ku ne Tirkiyê tenê van planan dike. Dema ku Efrîn dagir kir, hevkariyeke xurt bi Rûsya re hebû ku dagirkirin erê kir.

Piştî êrişên Tirkiyê, QSD'ê bi hikumeta Rûsya re peyman pêk anî da ku polîsên leşkerî yên Rûsya û hêzên hikumeta Şamê li eniyên şer ên bi dagirkeriya Tirk re werin belav kirin. Gelo ev hêz wekî garantorê agirbestê mîsyona xwe bi cih tîne?

Em bînin bîra xwe, tevî ku DYA'yê hêzên xwe ji Sûriyê vekişandin û paşê careke din li herêmên diyar xwe bi cih kirin, lê QSD û gelê me destanên qehremantiyê li hemberî dagirkeriya Tirk nivisandin. Rûsya ket xet da ku çavdêriya agirbestê bike û hêzên hikumeta Şamê û polîsên leşkerî yên Rûsya li eniyên şer ên di navbera hêzên me û hêzên dagirkeriya Tirk de belav bûn.

Êrişên Tirkiyê li pêşiya çavên aliyên garantor li dijî herêmê berdewam bikin, ji ber topbarana Tirkiyê yên li ser nuqteyên wan windahiyên mirovî dibînin. Tirkiyê li eniyên şer gelek komkujî pêk anîn û gelek sivîl qetil kirin.

Tirkiyê hebûna YPG û YPJ'ê li eniyên şer ên nêzê sînor dikir hincet, lê îro hêzên hikumeta Şamê li wir belav in, çima êrişên li ser sivîlan ranewestiyan?

Ev hincet heya îro berdewam e ku ragihandina Tirkiyê propagendaya wê dike. Her tim di ragihandina xwe de îdia dikin ku hêzên me ên li eniyên şer êriş dikin û hêzên wan bersivê didin. Ev hemû derew in ku Tirkiyê plana wê dike û ji raya giştî re parve dike.

Diyar e ku peymanên ne eşkere di navbera Rûsya û Tirkiyê de hene. Rûsya dikare êrişên rojane yên dewleta Tirk ên li ser herêmên me rawestîne û dikare komkujiyên li djî sivîlan rawestîne, çima heya niha wisa nekiriye? Her wiha wekî hêzeke garantor li herêmê tu helwest nîşan nedaye. Ev yek nîşan dide ku li pey vê bêdengiya Rûsya armanc hene.

Gelê me ji van kiryaran aciz bûne. Em hêzên leşkerî neçar in bersiva binpêkirinên Tirkiyê bidin û em didin. Ev yek rewşeke bê aram diafirîne û ji ber bêdengiya Rûsya, DYA û Koalîsyona Navneteweyî gelek binpêkirinên çêdibin.

Berî demekê fermandariya QSD'ê daxuyandibû ku bi dehan DAIŞ'ê di bin bane komên çete yên girêdayî Tirkiyê de  şerê QSD'ê dikin. Piştî dagirkirinê alên DAIŞ'ê li bajarê Serêkaniyê hatin dîtin û alên Koalîsyona Navneteweyî hatin şewitandin.  Li gel paşguhkirina vê mijarê ji aliyê civaka navneteweyî ve, gelê ev yek xeteriyê çênake?

Bi rastî, ev yek armanca sereke ya dewleta Tirk e. Ew behsa herêma ewle dikin, ev herêma ewle ya behs dikin jî îro tijî DAIŞ'î û sûcdar bûne. Dewleta Tirk hewl da ku herêmên dagirkirî bike çavkaniya ji wan koman re û wan di hundirê xaka Sûriyê de û li derveyî sînorê xwe bihêle. Her kes zane ku dewleta Tirk destekê dide komên çete yên wekî DAIŞ`ê û Cebhet El-Nusra.

Dewleta Tirk li xwe mikur hat ku wê derfet da hin malbatên li Eyn Îsa û kampên din ku birevin. Gelo ew kesên ku ber bi wan herêmên dagikirî ve reviyan û dewleta Tirk ji bo revandina wan destwerdan kir, kî bûn.? Bi rastî jî ew malbatên DAIŞ`î bûn. Ev yek li pêşiya çavên cîhanê çêbû. Gelo kes dikare vê yekê înkar bike? Li gel me delîl hene ku kesên ku îro li dijî me li Eyn Îsayê û herêmên din şer dikin DAIŞ`î ne. Me derbarê vê yekê de belge belav kir û agahî da dewletên Koalisyona Navneteweyî jî.

Dema êrişî Girê Spî û Serêkaniyê kir, al û sembolên DAIŞ`ê li wir hatin dîtin. Taktîkên êrişê û rêbazên pêkanîna sûc, her wiha lîstina bi cenazeyan hemû girêdayî yên DAIŞ`ê bûn ku bi

Em îro bi xeteriyekê wekî xeteriya DAIŞ`ê rû bi rû ne. Dewleta Tirk li herêmên dagirkirî komên çete yên ji berhameyên DAIŞ'ê bi navên cûda ji nû ve bi rêxistin dike. Ev yekê li ser tevahî cîhanê xeteriyê çebike. Ji xwe Tirkiyê çete şandin Lîbya û Azerbaycanê û rewşa li Efganistanê jî aloz e. Ev hemû nîşane ne têrê dikin ku rola Tirkiyê ya ku bi navê îslamê dixebite were famkirin.

Di hin wêneyan de diyar bû ku komên çete yên girêdayî dewleta çekên NATO`yê li Eyn Îsa û Til Temirê li dijî hêzên we bikar tînin.  Hêzên we di Koalisyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ`ê de hêzeke çalak e. Di vê mijarê de çawa rola Tirkiyê tê xwendin?

Yên ku komên çete yên ji bermahiyên DAIŞ`ê perwerde dikin serbazên artêşa Tirk in. Çekên ku li gel dewleta Tirk hene çekên ku ji aliyê dewletên Ewropayê ve hatine çêkirin. Tevî îdiyaya dewleta Tirk ku ew çekên wê herêmî ne û b xwe çekên xwe pêş dixin, lê ev yek ne rast e. Ji ber ku dewleta Tirk nikare vê yekê bike. Lew ra alav û çekên dewletên NATO`yê bi awayekî mezin bikar tîne.

Dewleta Tirk û komên çete jî ev çek û alavên pêşketî di êrişên xwe li dijî kantona Efrînê û Serêkaniyê de bikar anîn. Her wiha bi çekên kîmyewî û fosfora spî bajar bombebaran kir.  Ev çek hemû girêdayî NATO`yê ne.

Divê helwesta NATO  li hember van kiriyaran hişktir be. Divê dewletên ku van çekan dide dewleta Tirk û îdiya dike ku ew derbarê mafên mirovan li Sûriyê de bi tirs in, baş zanibe ku ew di koçberkirin û qetilkirina sivîlan de hevkarên Tirkiyê ne.

Têkildarî pêşeroja herêmên Serêkaniyê û Girê Spî,  gelo dibe kişandinên di navbera hêzên çalak ên li Sûriyê de çêbibe ku operasyona rizgarkirina her du herêman ji aliyê QSD`ê ve di demeke nêz de hebe?

Dixwazim bêjim ku em deyndarên şehîd û gelê xwe yê berxwedêr in. Em vê dagirkeriyê li ser xakê qebûl nakin. Di van kêliyan de şervanên me li hember dewleta Tirk di eniyên cûda de li ber xwe didin.  Şandeyên me yên diplomasî û siyasî jî di hevdîtinên bi hêzên aktîv re berdewam in. Em ê li vir dê nesekinin. Ji bo rewşê tê xwestin ku asta têkoşînê bilind bikin da ku Serêkaniyê, Girê Spî her wiha Efrînê rizgar bikin.

Divê hikumeta Şamê rola xwe pêk bîne. Divê em bi hevre bixebitin da ku dagirkeriyê li ser xaka Sûriyê bidawî bikin. Em îro rastî du eniyan hatine. Li aliyekî em şerê şaneyên DAIŞ`ê Ii herêmên cûda dikin û li aliyekî din de jî em rastî dewleta Tirk û çavnaberiya wê tên.

Ji bo bidawîkirina çalakbûna komên çete li Sûriyê divê em şerê dagirkeran bikin û ji bo koçberî bidawî bibe û koçber li warê xwe vegerin, divê dîsa em şerê dagirkeran bikin. Her wiha ji bo rizgarkirina herêman û derxistina tevahî Sûriyê ji çiravê divê em bi hemû bi hevre şerê dagirkeran bikin.

(bb-bx)

ANHA