​​​​​​​Panorama hefteyê: Nakokiyên Rûsya û Tirkiyê li Idlibê zêdetir bûn

Ji ber destekdayîna Enqere ji komên çete yên "Tehrîr El-Şam" yên li Idlibê re, nakokiyên di navbera wê û Rûsya de zêde bûn. Piştgiriya gel a ji serokê Tunisê re derbeyeke xurt ji koma Îxwan El-Muslimîn e. Li aliyekî din Îran û Rûsya li ser aramkirina rewşa başûrê Qefasyayê li hev kirin.

​​​​​​​Panorama hefteyê: Nakokiyên Rûsya û Tirkiyê li Idlibê zêdetir bûn
10 cotmeh, 2021   04:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî yên hefteya borî behsa zêdebûna nakokiyên Tirkiyê û Rûsya derbarê rewşa Idlibê de, rewşa Tunisê û aloziya li başûrê Qefkasyayê kirin.

‘ERDOGAN JI BO RAZÎKIRINA RÛSYAYÊ KAXIZAN TEVLIHEV DIKE’

Rojnameya El-Ereb behsa derketina çeteyên li Idlibê ji bin kontrola dewleta Tirk û hewldanên Enqereyê yên razîkirina Rûsyayê kir û wiha nivîsî: “Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan bi hempîşeyê xwe yê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn re têkiliyên her du welatan û dosyayên herêmî nîqaş kirin. Di demekê de ku Enqere nikare çeteyên tundraw ên alîgirên wê yên li Idlibê kontrol bike, ew yek jî nakokiyên her du welatan zêdetir dike.

Dewleta Tirk piştgiriyê dide çeteyên ku hewl dan Beşar Esed ji hikumê bixin, Rûsyayê jî piştî salên dirêj ên şer, bi piştgiriya xwe hişt heta niha Esed li ser desthilatê bimîne.

Komên çekdar ên piraniya wan cîhadîst in û di serî de Heyet Tehrîr El Şam li Idlibê serwer in.

Dewleta Tirk li ser erdê hin gav avêtin û bi wê yekê hewl da hevalbenda xwe Rûsyayê razî bike û rageşiya li herêmê bi dawî bike, lê belê hîna jî rastî astengiyên mezin tê, wekî tevgera çeteyan ên ji bin kontrol wê derketine.

Çavkaniyên ji Sûriyê ragihand ku hewldanên Tirkiyê hene ku Heyet Tehrîr El Şam tev li ‘Artêşa Nîştimanî ya Azad’ bike û bi wê yekê hewl dide kaxizan tevlihev bike û Rûsyayê razî bike.

Çavkaniyan eşkere kir ku Tirkiye hewl dide ji aloziya xwe ya li Idlibê derkeve, tevlêkirina Heyet Tehrîr El Şam ji artêşê re jî, yek ji wan hewldanan e.

Analîzvan texmîn dikin ku heke Tehrîr El Şam tev li ‘Artêşa Nîştimanî’ bê kirin, dibe ku Rûsya wê yekê di bin navê têkoşîa li dijî terorê de ji bo hedefgirtina hemû herêmên ji derveyî serweriya rejîma Sûriyê bi kar bîne. Pê re dê rewş aloztir bibe û bi hesabên Tirkiyê re li hev nayê.”

GELÊ TÛNISÊ PIŞTGIRIYÊ DIDE BIRYARÊN SEROK QEYS SEÎD

Rojnameya El-Beyan jî têkildarî xwepêşdanên gel ên piştgiriyê didin biyarên serok Seîd ku bi wê yekê re dawî li hikumê Îxwanan li Lîbyayê hat, wiha nivîsî: “Duh bi hezaran welatiyên Tûnisê li piraniya bajarên Tûnisê daketin kolanên mezin û piştgiriya xwe ji tedbîrên serok Qeîs Seyd di 25`ê Tîrmehê de girtine, nîşan dan.”

Çavdêran diyar kir ku ev xwepêşandanên girseyî derbeyeke mezin ji tevgera tundrawiyê re bû û rola wan a siyasî bi dawî kir û rê li destpêkirina qonaxeke nû vekir. Her wiha destnîşan kir ku helwesta gel li hemberî Îxwanan zelal bû.”

RÛSYA Û ÎRAN LI SER ARAMKIRINA BAŞÛRÊ QEFQASYAYÊ LI HEV DIKIN

Rojnameya Şerq El-Ewsat jî behsa danûstandinên di navbera Îran û Rûsyayê de yên têkildarî başûrê Qefqasyayê kir û wiha nivîsî: “Wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov duh bi hempîşeyê xwe yê Îranê Husên Amir Ebdullehyan re li Moskovê civiya.

Li gorî herdu wezîran, di civînê de dosyayên dualî û yên herêmî hatine gotubêjkirin. Di civîna çapemeniyê de diyar bû ku herdu aliyan li ser xurtkirina hevkariyê dualî di hemû waran de, danîna nexşerêyekê ji bo pêkanîna peymana “hevkariya stratejîk”, li hev kiriye.

Dosyaya nukleerî, her wiha geşedanên li başûrê Qefqasya, dosyaya ewlehiyê ya li herêma Kendavê, rewşa Sûriyê û Efganistanê jî di rojeva herdu wezîran de bû.“

(cx)