Hozan Seyîdxan: PDK hebûna xwe li ser tesfiyekirina Kurdên berxwedêr saz dike

Hozan Seyîdxan diyar kir ku PDK ji her alî ve li hemberî gelê Kurd xwedî siyaseteke xayîn e û destnîşan kir ku PDK dixwaze bi tunekirina Kurdên berxwedêr hebûna xwe bidomîne.

Hozan Seyîdxan: PDK hebûna xwe li ser tesfiyekirina Kurdên berxwedêr saz dike
10 cotmeh, 2021   02:01
NAVENDA NÛÇEYAN - ZANA DENIZ

Li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser herêmên Zê, Metîna û Avaşînê, hêzên gerîla bi berxwedaneke dîrokî bersiv dan û derbên giran li mêtingeran xistin. Dewleta Tirk a mêtinger bi li hemberî gerîla bi rêya bejahî nikare bi pêş ve biçe û bi çekên kîmyewî êrişî hêzên gerîla dike.

/kr/uploads/files/2021/10/09/190220_seyidxan-foto.webp

Hêzên PDK'ê bi artêşa Tirk re ku nikarin bi pêş ve biçin, li dijî gerîlayan êrişan pêk tînin û provokasyonên xwe jî didomînin. Gerîlayê HPG'ê Hakî Zîlan ku di 2'yê Tebaxê de li Xelîfanê ji êrişa hêzên PDK'ê ya li hemberî gerîla rizgar bû, diyar kiribû ku hêzên PDK'ê bêyî hişyariyekê bidin, hêzên gerîla gulebaran kirine û armanca wan kuştin bûye.

Hevkariya PDK'ê ya bi dewleta Tirk re û provokasyonên wê yên dawîn ên li dijî Şengalê, hunermend Hozan Seyîdxan şîrove kirin.

Hozan Seyîdxan destnîşan kir ku PDK hewl dide bi tesfîyekirina Kurdên berxwedêr hebûna xwe biparêze û got: "Mixabin ne pêkan e ku di dîroka Kurdan de xiyaneteke wiha ku îro PDK'ê dike, bê dîtin."

Hozan Seyîdxan wiha axivî: "Di sedsala 20’an de gelê Kurd di hemû serhildan û berxwedanan de rastî nêzîkatiyên wiha hat. Bi van nêzîkatiyan re gelek destkeftiyên gelê Kurd ji holê rabûn. Dema ku dewletên dagirker li dijî tevgerên Kurd nekarîn bi ser bikevin, dest bi meşandina şerê navxweyî û îxanetê kir.  Bi van nêzîkatiyên xayîn li ser doza Kurdan birînên xedar hiştin. Ev yek di dîroka gelê Kurd de heye. Îro jî ev xiyanet di sedsala 21'an de bi destê PDK'ê ku bi zîhniyeta faşîst a AKP-MHP'ê re hevkarî kiriye, dewam dike."

'DIZANIN HEKE DEWLETA TIRK TÊK BIÇE DÊ EW JÎ TÊK BIÇIN'

Hozan Seyîdxan ziman ku dewleta Tirk a mêtinger li hember berxwedana gerîla têk çûye û wiha dewam kir: "Gerîlayên Tevgera Azadiyê ya Kurd, serdema nû ya gerîlatiyê, windahiyeke mezin da dewleta Tirk. Ji bo ku tola têkçûna xwe ya Garê hilde, xwe li xayînên sedsala 20'an hêzên PDK'ê dan pey xwe û vê carê jî êrişî Zê, Metîna û Avaşîn kir. PDK di dîroka Kurdistanê de xwedî navekî paqij nîn e. Gelek pêşeng û siyasetmedarên Kurd wê bi vî rengî dibînin. PDK li bendê  bû ku hêzên gerîla li dijî dewleta Tirk têk biçin. Lê wisa nebû. Tu tişt bi awayê ku dixwest, pêk nehat. Berxwedana gerîla ew kir ku bi dewleta Tirk re tev bigerin. Bi tunekirina Kurdên berxwedêr re dixwazin hebûna xwe bidomînin. Dizanin heke dewleta Tirk li hemberî gerîla têk biçe, ew jî dê têk biçin. Ji bo vê jî PDK bi desteka dewleta Tirk êrişî Kurdên berxwedêr dike.”

Hozan Seyîdxan anî ziman ku xiyaneta PDK'ê ya di demên dawîn de nayê qebûlkirin û destnîşan kir ku provokasyonên PDK'ê pêşî li destketiyên Kurdan digirin.

'ÊRIŞ LI PÊŞ ÇAVÊ PDK'Ê PÊK TÊN’  

Seyîdxan bi bîr xist ku dewleta Tirk a dagirker bi çekên kîmyewî û qedexekirî dest bi êrişan kiriye û wiha pê de çû: “PDK bi bêdengî li vê rewşê temaşe dike, bi ser de jî dibêje ez Kurd im. Navê vê rewşê bi hemû zelaliya xwe xiyanet e. Gelê Kurd vê qebûl nake. Gelek hunermend, rewşenbîr, nivîskar û siyasetmedarên li dijî vê rola xayîntiyê ya PDK'ê li Başûr ji bo bidawîkirina vê helwesta PDK'ê dan û standin kirin. Bi Mesûd Barzanî re hevdîtin kirin. Hunermendan ji Mesûd Barzanî xwest di vê êrişa dagirkeriyê de nebin destek, lê belê helwesteke neyînî nîşan dan. Gelê Kurd êdî ji PDK'ê bawer nake. Wek hunermendên Kurd, ji bo PDK dest ji vê  xiyanetê berde, bi qasî ku ji destê me bê em ê bixebitin. Divê Mesûd Barzanî dev ji vê rola xayîntiyê ya PDK'ê berde û demildest ji vê xefletê hişyar be.”

Hozan Seyîdxan îşaret pê kir ku polîtîkayên PDK’ê rê li ber dagirkirina Başûr vedike û got: "Dîroka PDK'ê mixabin bi xiyanetên li dijî gelê Kurd tijî ye. Tu berjewendiya gelê Kurd bi hevkariya li gel dagirkeran nîn e, lê PDK li berjewendiyên malbatî digere. Îro dixwaze bi hevkariya dewleta Tirk, YNK'ê  tesfiye bike. Di serî de dewleta Tirk li dijî referanduma serxwebûnê derket. Ji PDK'ê re gotin “Mad ê du-sê serokeşîr serxwebûna Kurdistanê ragihînin”. Gelê Kurd vê yekê ji bîr nake. PDK tu carî nebû xwedî helwesteke ku berjewendiyên gelê Kurd biparêze."

'DIVÊ HUNERMEND LI DIJÎ PDK'Ê BIKEVIN NAVA TEVGERÊ'

Seyîdxan diyar kir ku divê hemû hunermend û rewşenbîrên Kurd li dijî îxaneta PDK'ê tev bigerin û got: "Divê rewşenbîr û hunermendên Kurd û gelê Kurd li hemberî van nêzîkatiyên PDK'ê nerazîbûna xwe nîşan bide. Divê hunermendên Kurd li hember tiştên qewimîne, bê deng nemînin.”

Hozan Seyîdxan bal kişand ser hewldana dawîn a PDK'ê ya ku têketina Şengalê ji bo hilbijartinan kir hincet û destnîşan kir ku ev yek hewldana ji bo şikandina vîna gelê Şengalê ye û wiha domand: "Heke ji bo karê hilbijartinê diçe Şengalê, çi karê tank, top û çekan li wir heye? Asayîş û Rêveberiya Xweser a Şengalê heye. Bila namzetên we biçin û ew ê we li wir biparêzin. Lê PDK ji bo vegerandina Şengalê û pêkanîna peymana îxanetê ya 9'ê Cotmehê de hewl dide provokasyonan pêk bîne. Li hemberî vê yekê divê gelê me nîşan bide ku li her derê bi êzidiyên Şengalê re ye.”  

‘PDK'Ê ŞENGAL RADESTÎ ÇETEYÊN DAIŞ'Ê KIR’  

Hozan Seyîdxan diyar kir ku dewleta Tirk a faşîst li pey êrişên tunekirina gelê Kurd e û got: "PDK’ê di êrişa DAIŞ'ê ya li hemberî Şengalê de dest ji her tiştî berda û reviya. Bi hezaran ciwan û jinên êzidî ji aliye çeteyên DAIŞ'ê ve hatin qetilkirin. Gelê Şengalê her tim diyar dike ku dê xwe biparêzin. Li dijî van êrişên dagirkeriyê divê em dengê gelê Şengalê bilind bikin. Hemû Kurdên xwedî wijdan divê bi destê gelê Şengalê bigirin û nerazîbûna xwe ya li hemberî xiyanetê nîşan bidin."  

Her wiha Hozan Seyîdxan bi bîr xist ku gelek kesayetên di nava tevgera azadiyê ya Kurd de bang kir ku divê PDK dev ji vê helwesta xwe ya xayîntiyê berde û got nûnerên partiyên siyasî û KNK'ê jî daxuyanî dane û wiha lê zêde kir: "Tevî hemû bangewaziyan jî PDK êrişên xwe yên li dijî zarokên gelê Kurd didomîne. PKK û KCK baldartir û di vî warî de naxwazin bibin sedema provokasyonan. PKK ji bo parastina hebûna gelê Kurd li dijî dewleta Tirk a mêtinger tê dikoşe. Divê PDK demildest ji vê şaşiya xwe vegere. Divê gelê Kurd rabe ser pêyan û li her derê ji helwesta nokeriyê ya PDK'ê hesab bipirse.”

ANHA