Nadine Menza: Dewleta Tirk avahiyên olî jî dike hedef  

Cîgira serokê Komîsyona Navneteweyî ya Azadiya Olî ya DYA’yê (USCIRF) Nadine Menza êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li dijî Serêkaniyê û Girê Spî nirxandin û got "Divê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) li hember guhnedana dewleta Tirk a agirbestê tedbîran bigire.”

Nadine Menza: Dewleta Tirk avahiyên olî jî dike hedef  
10 cotmeh, 2021   03:08
NAVENDA NÛÇEYAN – ZANA DENIZ

Di nava wan kesan de ku ji sala 2011'an ve li Sûriyê rastî êrişên DAIŞ'ê û rêxistinên mîna wê tên, gelên cuda yên ji baweriya xiristiyaniyê jî hene.  Piştî tesfiyekirina DAIŞ'ê ji aliyê QSD'ê ve vê carê dewleta Tirk a dagirker ev yek dewr girt. Dewleta Tirk êrişên xwe yên dagirkeriyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomîne û avahiyên olî jî dike hedef. Di encama êrişan de gelek xiristiyan koçber bûn, hatin kuştin û perestgehên wan hatin rûxandin.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi sedan salan e misilman, xiristiyan, durzî, elewî, îsmaîlî bi hev re dijîn. Li heman xakê gelên Kurd, Ereb, Ermen, Asûrî-Suryan, Çerkez, Tirkmen ziman û nasnameya xwe didomînin. Lê niha êrişên dewleta Tirk li ser herêmê hene de ku kevneşopa Osmanî dewr girtiye û çeteyan bi kar tîne.  

Piştî ku Girê Spî di sala 2015'an de ji aliyê QSD'ê ve hate rizgarkirin, hin malbatên xiristiyan vegeriyan bajêr. Dêrên xwe yên hilweşiyayî ji bo îbadetê vekirin û vegerîn ser jiyana xwe ya asayî. Lê belê piştî dewleta Tirk û çeteyên wê 9'ê Cotmeha 2019'an êriş kir, neçar man careke din koçber bibin. Di wê pêvajoyê de dema ku Dêra Ortodoks a Ermenan hate hilweşandin û talankirin, dîmenên wê di çapemeniyê de derketin. 50 malbatên din ên Ermen û Asûrî jî ji ber van êrişan neçar man koçî Kobanê bikin.

Di sala 2013'an de 150 malbatên Asûrî û Ermenî li bajêr dijiyan. Li Serêkaniyê 3 dêr hebûn; Dêra Ortodoks a Suryanan a Mar Toma, Dêra Katolîk a Suryanan Dayik Meryem û Dêra Ermenan. Li bajêr bi qasî hezar Ermen û Asûrî-Suryan dijiyan. Di êrişên El Nusra û DAIŞ'ê yên li hemberî bajêr de Ermen û Asûrî-Suryan bi darê zorê hatin koçberkirin.

Di sala 2013’an de piştî ku bi berxwedana YPG/YPJ'ê bajar ji çeteyan hate rizgarkirin, endamên civaka xiristiyan dîsa îbadetê xwe kirin û karîn li gorî baweriya xwe bijîn.

ÊRIŞÊN DAGIRKERIYÊ LI DIJÎ HER KESÎ PÊK HATIN

Lê belê bi êrişên 9'ê Cotmehê yên dewleta Tirk re nêzî sed malbatên xiristiyan ên li bajêr dijîn, neçar man cih û warên xwe biterikînin. Malbatên ku çûn Hesekê bi alîkariya dêrên Ermenan star bûn. Dêr û mal û milkên li pey xwe hiştin jî ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve hatin talankirin.

Cîgira serokê Komîsyona Navneteweyî ya Azadiya Olî ya DYA’yê (USCIRF) Nadine Menza di sala duyemîn a êrişa dagirkeriyê de ji ajansa me re axivî û diyar kir ku piştî êrişa dagirkeriyê ya li ser Serêkaniyê û Girê Spî dewleta Tirk li vê herêmê sûcên li dijî mirovahiyê didomîne û wek sazî wan gelek serlêdan li DYA’yê kirine da ku vê mijarê lêkolîn bikin.

Nadine Menza destnîşan kir ku piştî dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişî Serêkaniyê kir, gelek daxuyanî dane û got: "Dema ku Tirkiyê di Cotmeha 2019'an de Serêkaniyê û Girê Spî dagir kirin, bi lez û bez Komîsyona Navneteweyî ya Azadiya Olî daxuyaniyek da û êriş şermezar kir. Di daxuyaniyê de bang li DYA'yê hate kirin ku êrişên hewayî yên Tirkiyê ku li bakurê Sûriyê bûne sedema wêraniyê, rawestîne û hevkariya xwe ya bi tundrawên îslamî re bi dawî bike. Lê belê êrişên dagirkeriya dewleta Tirk ên li ser van herêman dewam dikin."  

‘DEWLETA TIRK AGIRBESTÊ BINPÊ DIKE’

Nadine Menza bal kişande ser agirbesta piştî êrişê bi tevlêbûna cîgirê serokê DYA'yê Mike Pence û wiha axivî:  "Em matmayî bûn. Hikumeta DYA’yê li gorî agirbesta ku piştî êrişên Tirkiyê bi navbeynkariya cîgirê serok Mike Pence tev nagere. DYA vê rewşê paşguh dike. Ji ber ku dewleta Tirk li gorî agirbestê tev nagere, divê DYA tedbîrên lezgîn bigire."  

Têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser gundên Til Temir ku gelê Asûr û Suryan lê dijîn, Nadine Menza got: "Di mehên dawî de dewleta Tirk li dijî gundên Asûrî û Suryanan ên li ser çemê Xabûrê êriş pêk anîn. Ev herêmên êriş li ser hatiye kirin, jîngehên wan kesan bûn ku berê jî ji êrişên çeteyên DAIŞ'ê rizgar bûbûn. Kesên ji êrişên çeteyên DAIŞ'ê rizgar bûne, niha dibin hedefa êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê û ji xaka xwe tên koçberkirin. Heman tişt li Serêkaniyê û Girê Spî jî çêbû. Mirovên li wê herêmê dijiyan, neçar man xaka xwe biterikînin. Divê civaka navneteweyî nerazîbûna xwe ya li hemberî êrişên dewleta Tirk nîşan bide. Dewleta Tirk bi êrişên xwe demografiya herêmê diguherîne."  

PROPAGANDAYA DEREW A DEWLETA TIRK

Nadine Menza bal kişand ser lêkolîna ku civaknasa amerîkî Amy Austin Holmes di meha Gulanê de têkildarî êrişên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk anî û wiha lê zede kir: "Di navbera salên 2017 û 2020'an de Tirkiyê 3 hezar û 319 caran li seranserî sînor li dijî bakurê Sûriyê êriş pêk anîn. Di êrişa Cotmeha 2019'an de QSD'ê 12 operasyon dan destpêkirin ku ev hemû wek xweparastinê hatin piştrastkirin. Îdiayên ku Tirkiye ji bo parastina xwe êrişî Bakurê Sûriyê dike, rastiyê nîşan nadin. Bi taybetî di êrişên dewleta Tirk de avahiyên olî û gelan dikin hedef. Divê di zûtirîn demê de ev êriş bi dawî bibin û gel vegere ser xaka xwe û dewleta Tirk ji herêmên ku dagir kirine, vekişe."  

ANHA