Ji fermandarên QSD’ê Erdal Kobanê: Li hember hemû êrişan em ê gel û welatê xwe biparêzin

Ji fermandarên QSD’ê yên li Eyn Îsayê Erdal Kobanê ji ANHA’yê re axivî û destnîşan kir ku sûcên dewleta Tirk a dagiker û çeteyên wê li herêmên dagirkirî berdewam dikin û got “Em wek şervanên QSD’ê, em ê van planên navneteweyî yên li dijî me têk bibin û gelê xwe di nava aramiyê de bidin jiyandin. Em ê gel û xaka xwe biparêzin.”

Ji fermandarên QSD’ê Erdal Kobanê: Li hember hemû êrişan em ê gel û welatê xwe biparêzin
9 cotmeh, 2021   23:38
NAVENDA NÛÇEYAN – ÎBRAHÎM SARI

Ji fermanderên QSD’ê yên li Eyn Îsayê Erdal Kobanê li ser salvegera dagirkirina Girê Spî û Berxwedana Rûmetê axivî. Erdal Kobanê pêşketinên li herêmê, sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, her wiha êrişên domdar ên li dijî herêmên Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê nirxandin.

Erdal Kobanê di destpêka hevpeyvînê de got: “Beriya êrişên 9’ê Cotmehê yên dagirkeriya dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, li tevahiya herêmê sîstemek hatibû avakirin. Di warê leşkerî de û di warê civakî de jî sazî hatibûn avakirin, ji bo vê kar û xebat dihat kirin. Li ser van esasan aramiyek li herêmê hebû. Beriya ku êriş çêbe 6-7 mehan, hêj wê demê hewldanên dagirkirina Girê Spî û Serêkaniyê ji aliyê dewleta Tirk ve hebûn. Şervanên QSD’ê û şervanên meclisên Girê Spî û Serêkaniyê hemû xebatên xwe ji bo parastina herêmê dikirin. Lê dewleta Tirk a dagirker wekî her carê ev yek ji xwe re kir hincet ji bo ku êriş bike.”

Li ser hilbijartina 9’ê Cotmehê ji bo destpêkirina êrişan jî Erdal Kobanê got: “Komploya navdewletî ya li dijî rêber Apo, di vê rojê de dest pê kir. Dagirker û mêtinger dixwazin vê mehê ji gelê me re û civaka me re tarî bikin. Ji bo vê dewleta Tirk a dagirker mebesta wê ji vê rojê ew e ku vê peyamê bidin gelê me; ger tunebûna we hebe, dê di vê rojê de be. Mebesta wan a ji vê roj û mehê ev e.”

‘HÊZÊN NAVDEWLETÎ DAGIRKIRINA GIRÊ SPÎ ERÊ KIR’

Fermandar Erdal Kobanê li ser rol û mîsyona hêzên navdewletî di vê êrişa dagirkeriyê de, ev yek diyar kir: “Wekî tê zanîn gelek hêzên koalîsyonê û hêzên navdewletî li herêmê cihê xwe digirin. Her tim dianîn ser ziman ku “dê piştgirîya me bidome”. Lê belê di seatên dawîn de xwe ji herêmê kişand. Hêzên koalîsyonê bi vê vekişîna xwe tevgera dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê erê kir.”

‘DIVÊ EM BAWERIYA XWE BI ÎRADEYA XWE BÎNIN’

Di berdewamiya rol û mîsyona hêzên navdewletî de Erdal Kobanê ragihand ku; Hedefa van hêzên navdewletî ne ewe ku gel û vê axê biparezin. Ji bo me ya esas, em wek gelên Bakûr-Rojhilatê Suriyê bi kevneşopiya xwe, bi perwerde, îrade û manewiyata xwe ve pêwîste ku em xwe xurt bikin û van êrişên ku li ser me pêk tên bişkînin. Divê em tu caran bawerî nedin dewletên ji derve, divê em baweriya xwe bi îrade xwe binîn.

‘DIVÊ HEYETÊN NAVNETEWEYÎ LI HERÊMÊN DAGIRKIRÎ LÊKOLÎNÊ BIKIN’

Herêmên dagirkirî ku hin hêzên hevkar û dewleta Tirk qaşo piştî dagirkeriyê wek “herêmên aram û ewle” bi nav dikir lê her cure sûc, zilmkarî û zordariya dewleta Tirk li herêmê didome. Li ser vê mijarê jî Erdal Kobanê wiha anî ser ziman: “Dewleta Tirk û çeteyên wê dibêjin li van herêman aramî heye. Ji bo bûyerên ku li herêmên dagirkirî diqewimin, wekî IdlIb, Efrîn, Ezaz, Cerablus, Bab bi taybetî jî Girê Spî û Serêkaniyê, divê hindek lijne, sazî, komîte û çapemeniya navneteweyî derbasî van herêman bibin û rewşa gel ji nêz de bişopînin. Ji ber ku hemû xirabî li van herêman çêdibin. Li Idlib, Bab, Cerablus, Ezaz û bi taybet jî Serêkaniyê, Efrîn û Girê Spî welatiyên ku li van herêman dijîn, di bin zilmeke pir giran de ne. Beriya vê 10 rojan 2 çeteyên koma Ehrar El Şerqiye, kesekî sivîl yê 15 salî li Silûkê ji ber ku zilm û zordariya wan nepejirandiye, tazî kiriye û îşkence lê kirine. Dîmenên wê jî li ser torên civakî weşandine. Aramiya ku dewleta Tirk behsa wê dike, gelo ev e? Revandina jinan, qetilkirin, zilm û zordariya ku gel dikişîne gelo ev aramî ye ku dewleta Tirk behsa wê dike? Li cih û herêmên ku dewleta Tirk dagir kirine ne sîstem heye, ne jî aramî.”

Li ser Berxwedana Rûmetê û berxwedana şervanên QSD’Ê, Erdal Kobanê wiha axivî: “Wexta ku hewldana dewleta Tirk a êrişa li ser bajarê Girê Spî çêbû, em wek şervanên QSD’ê û şervanên Meclisa Leşkerî ya Girê Spî bi hev re, amadekariyên me li ser esasê bajarê û herêmê biparêzin û bi sedan hevalên me di bajar de cih girtin. Dibe ku teknîka di destê dewleta Tirk de, di destê me de tune bû. Lê belê me bi baweriya xwe, îradeya xwe çeper li hember wan girtin. Êrişkariya bi navê “Kaniya Aştiyê” dema dest pê kir, di serî de derbasî gundê Bîr Aşiq û gundê Yabsê bûn. Bi zanebûn bikaranîna teknîka şer ve tirsa gel çêbû ji ber van êrişan jî koçberiya gel çêbû. Ji ber bomberana dijwar gel berê xwe da herêmên wekî Eyn Îsa, Reqa û Tebqayê. Em wek şervanên QSD’ê li ser esasê plansazî, derfet û taktîkên xwe, me di çeperên xwe de cih girt. Dewleta Tirk bi sedan çete û leşkerên xwe, tank û topên xwe êriş kir. Lê belê şervanên QSD’ê bi ruhê hevaltiya xurt, bi baweriya xwe ya kûr, li hember êrişan sekînin. Di her gundekî de pêvçûnên dijwar qewimîn û şehadetên hevalan lê çêbûn. Di hindek cihan de hevalan bombeyên xwe bi xwe de teqandine. Di eman demê de li hindek gundan hevalan çalakiyên fedaî li dar xistin, bi seyareyan derbasî nav dijmin bûn û xwe bi dijmin de teqandin. Lê belê ev êrişkariya dijmin plansaziyeke navdewletî bû. Hêzên me li hember bi hezaran leşker û çeteyên artêşa dagirker li ber xwe da. Piştî ku bajarê Girê Spî ket dorpêçê, şervanên me li gundê Tenhûzê, Sikêriyê bersiveke tund da dijmin. Rast e Girê Spî hat dagirkirin, lê belê şervanan li hember êrişên wan sekinîn û pêşiya planên wan girtin.”

‘ÇALAKIYÊN GELÊN ME JI BO ME DIBIN ÇAVKANIYA MORALÊ’

Li ser bandora Berxwedana Rûmetê ya di raya giştî û derveyî welat, Erdal Kobanê got: “Berxwedana Rûmetê ne tenê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê lê li tevahiya cîhanê belav bû. Gelên ku li hember zilmê kîn girtibûn, li hember dewleta Tirk rabûn. Dema gelên me li hember êrişan radibin û çalakiyên xwe li dar dixin, em jî wek şervanên di eniyê de, ji bo me dibe çavkaniya moralê ya herî mezin. Her wiha dibe sedem ku em berxwedana xwe mezintir û xurttir bikin.”

‘ÊRIŞÊN DAGIRKERIYÊ ZÊDE BÛNE, LÊ BERXWEDANA ME JÎ DIDOME’

Erdal Kobanê li ser berxwedana heyî, ruxmî ku di ser êrişên domdar ên dewleta dagirker re 2 sal derbas bûne, wiha axivî: “Di van 2 salên derbasbûyî de êrişên dewleta Tirk hetanî niha jî didomin. Ji bajarê Minbicê bigire hetanî Til Temirê êriş zêde bûne û li kêleka wê berxwedana me jî didome. Ji bo herêm di bin serweriya dewleta Tirk de be û liv û tevgera civakê bitepisîne, barageh dan avakirin. Ger em ji 23’yê Mijdara 2020’an ve lê binêrin, êrişli ser gundên Mieleq û Seyda yên Eyn Îsayê çêbûn. Bi alîkariya çeteyên xwe gelek caran xwestin derbasî Eyn Îsayê bibin. Armanca wan ne tenê gundên Seyda û Mieleq bûn. Armanca wan ew bû ku van gundan dagir bikin û pêk ve derbasî Eyn Îsayê bibin. Lê belê dîsa şervanên QSD’ê bê bersiv neman, berxwedan bi pêş ket û di encamê de gelek cenazeyên dijmin li erdê man. Heta bi navbeynkariya hêzên Rûsyayê xwestin şervan berxwedana xwe rawestînin da ku cenazeyên xwe wergirin. Ger êriş hebin û êriş bidomin, li dijî êrişan em şervanên QSD’ê mafê me yê parastinê jî heye. Anku ev êriş bidomin ji bo parastina gelê xwe û erdnîgariya xwe, wek hêzên QSD’ê mafê xwe yê parastina rewa em ê pêk bînin.”

‘JI BO PARASTINA HERÊMÊN XWE ROJANE EM XWE PERWERDE DIKIN’

Di dawiya hevpeyvîna xwe de fermandar Erdal Kobanê wiha axivî: “Hêzên me dê parastina vî gelî bikin. Em rojane ji bo parastina herêmê xwe perwerde dikin. Tu carî bila kes ne di wê baweriyê de be ku şervanên QSD’ê wê dest ji qadan berdin. Şervanên QSD’ê tu deveran bê berxwedan bernadin. Wê rojek hebe ku ev herêmên dagirkirî dîsa bên vegerandin. Ev axa Sûriyê ye, ev sînor sînorê me ye û ev welat welatê me ye. Ji bo vê jî em wek şervanên QSD’ê hewldanên me ew in ku em van planên navneteweyî li ser me pêk hatin, têk bibin û gelê xwe di nava aramiyê de bidin jiyandin. Bi hêza xwe em ê gel û vî xakê biparêzin.”

ANHA