Topbarana li ser gundên Til Temirê hîna jî didome

Nûçegihanê me ku topbarana li dijî gundên navçeya Til Temirê dişopîne, piştrast kir ku dagirker gundan bi çekên giran hedef digire. Her wiha daxuyand ku gundê Til Şenan ê tenê 100 m dûrî goristanan şehîdên Asûrî ye, tê hedefgirtin.

Topbarana li ser gundên Til Temirê hîna jî didome
9 cotmeh, 2021   12:10
HESEKÊ-DIYAR EHMED

Nûçegihanê me ji navçeya Til Temirê diyar kir ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê heta van kêliyan gundên navçeyê û di nav de gundên Asûriyan ên li gundewarê rojhilat, bakur rojava û gundê Dirdara yê li bakurê Til Temirê li ser rêya Zirganê, topbaran dikin.

Nûçegihanê me destnîşan kir ku di topbaranê de moşek û çekên giran tên bikaranîn, her wiha da zanîn ku hêzên dagirker gundê Til Şenan ku tenê 100 m dûrî goristana şehîdên Asûrî ye, hedef digirin.

Her wiha piştrast kir ku hemû gundên tên hedefgirtin, bi sivîlan dagirtî ne.

(cx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/0VjENGmY0KU" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>