Koçberên ji Serêkaniyê li dijî dagirkerî û komployê derketin qadan

Koçberên Serêkaniyê dagirkirina bajarê wan ji aliyê dewleta Tirk ve û Komploya Navneteweyî ya li ser rêber Abdullah Ocalan şermezar kirin. Koçberan piştrast kir ku dewleta Tirk bajarê wan veguherandiye navenda çeteyên DAIŞ`ê.

Koçberên ji Serêkaniyê li dijî dagirkerî û komployê derketin qadan
Koçberên ji Serêkaniyê li dijî dagirkerî û komployê derketin qadan
Koçberên ji Serêkaniyê li dijî dagirkerî û komployê derketin qadan
Koçberên ji Serêkaniyê li dijî dagirkerî û komployê derketin qadan
Koçberên ji Serêkaniyê li dijî dagirkerî û komployê derketin qadan
Koçberên ji Serêkaniyê li dijî dagirkerî û komployê derketin qadan
Koçberên ji Serêkaniyê li dijî dagirkerî û komployê derketin qadan
Koçberên ji Serêkaniyê li dijî dagirkerî û komployê derketin qadan
9 cotmeh, 2021   12:14
HESEKÊ

Bi armanca şermzarkirina dagirkirina bajarên Serêkaniyê û Girê Spî ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve, bi sedan niştecihên kampên Waşûkanî û Serêkaniyê li Kampa Waşûkanî ya li rojavayê bajarê Hesekê xwepêşandanek li dar xist.

Koçber li Kampa Waşûkanî kom bûn û ji deriyê têketina kampê dest bi xwepêşandanê kir. Xwepêşandan li pêşiya Meclisa Kampa Waşûkanî veguherî mîtîngê.

Li pêşiya Meclisa Kampa Weşûkanî endama meclisê Xezel Berkel û endama Kongreya Star a kamê Cîhan Mihemed daxuyanî dan.

Di daxuyaniyê de hate gotin: “Du sal di ser dagirkirina Serêkaniyê bi destê dewleta Tirk û çeteyên wê re derbas bûn. Dagirkerî sûcên li dijî şêniyên resen ên li bajêr mane, hîna didomîne.”

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi rêya bicihkirina malbatên çeteyên biyanî li şûna şêniyên resen, demgorafiya herêmê diguherînin û hate gotin ku şêniyên Serêkaniyê bendewarê vegereke ewle ne lê bi şertê ku dagirkerî ji warên wan derkeve.

Her wiha di daxuyaniyê de hat piştrastkirin ku şêniyên resen ên ku li bajarê dagirkirî mane, di şert û mercên dijwar de dimînin. Ji ber ku dagirkerî û çeteyên wê rojane siyaseteke hovane û sûcan li dijî wan pêk tînin.

Di dawiyê de koçberan bang li aliyên navneteweyî kir ku zextê li dewleta Tirk a dagirker bikin da ku ji Serêkaniyê derkeve û şênî vegerin warên xwe.

(şx)

ANHA