Şandeyeke Belçîka bi rayedarên Rêveberiya Xweser re civiya

Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser şandeya Belçîkayê ya bi serokatiyê endamê Parlamentoya Belçîkayê Georges Dallemagne pêşwazî kir û geşedanên dawîn ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bandorên êrişên dewleta Tirk a dagirker nîqaş kirin.

Şandeyeke Belçîka bi rayedarên Rêveberiya Xweser re civiya
9 cotmeh, 2021   11:48
NAVENDA NÛÇEYAN-EKREM BERAKAT

Daîreya Têkiliyên Derve îro şandeyeke Belçîkayê bi serokatiya endamê Parlamentoya Federal a Belçîkayê û serokê koma dostên Parlamentoya Iraqê Georges Dallemagne, mudirê Komeleya Navneteweyî ya Qurbaniyên Terorê Philippe Vanstenkiste û endama Meclisa Rêveber a Komeleya Navneteweyî ya Qurbaniyên Terorê (v-Europe) û endama Meclisa rêveber a Komeleya Fransayê ya Qurbaniyên AFVT Rodî Melek, pêşwazî kir.

Şande ji aliyê hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve Ebdulkerîm Omer, cîgirên Hevserokatiya Daîreya Têkiliyên Derve Fener El-Giêt û Ebîr Êliya ve li avahiya daîreyê ya li Qamişlo hat pêşwazîkirin. Di hevdîtinê de Omer got: “Ji ber vetoya Tirkiyê, Rêveberiya Xweser ji civînên navneteweyî yên ji bo çareserkirina aloziya tên lidarxistin, tê dûrxistin mîna civînên li Cinêvê û Komîteya Destûrê. Gefên dewleta Tirk li dijî şêniyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê berdewam in. Armanca sereke ya van gefan, têkbirina ewlehiya herêmê ye. Ev yek derfetê dide ji nûve birêxistinkirina DAIŞ`ê li herêmê.”

Ebdulkerîm Omer destnîşan kir ku sûcên dewleta Tirk li herêmên dagirkirî mîna Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî pêk tîne li dijî hemû rêgez û qanûnên navneteweyî ye.

Ebdulkerîm Omer behsa siyasetên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî pêkhateyên herêmê kir û ev yek anî ziman: “Dewleta Tirk bi hezaran şêniyên Efrînê dan koçberkirin. Bi taybet pêkhateya êzidî. Li Serêkaniyê jî hemû pêkhate yên kurd, Ereb û Xiristiyan kirin hedef. Ji ber êrişên dewleta Tirk bi hezaran sivîl koçber bûn. Lewra Rêveberiya Xweser gelek kamp vekirin da ku wan koçberan hemêz bike.”

Endamê Parlamentoya Federal a Belçîkayê Georges Dallemagne kêfxweşiya xwe anî ziman ku Rêveberiya Xweser hinek hemwelatiyên Belçîkayê yên di nava malbatên DAIŞ`ê de vegerandin welatê wan. Georges Dallemagne piştrast kir ku di navbera wan û Rêveberiya Xweser de têkiliyên xurt hene û hêvî kir ku hevkariya di navbera hikumeta welatê wî û Rêveberiya Xweser de zêdetir bibe û got: “Cîhan tevahî qala têkoşîna mezin ya ciwanên vê herêmê ji bo parastina gelê xwe û rizgarkirina herêmê ji terora DAIŞ`ê dane, dike.”

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/isdBpU9ZeoI" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>