​​​​​​​Dagirkeriya Tirk 4 gundên Til Temirê topbaran dike

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê 4 gundên Til Temirê û di nav de 3 gundên Asûriyan toparan dike.

​​​​​​​Dagirkeriya Tirk 4 gundên Til Temirê topbaran dike
9 cotmeh 2021   10:37
HESEKÊ

Li gorî agahiyan, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di vê kêliyan de gundên Til Şenan ê li rojhilatê Til Temirê, Til Kêfcî û Til Cuma yên Asûriyan ên li bakur rojavayê Til Temirê û gundê Dirdara yê bakurê Til Temirê bi çekên giran topbaran dike.

Nûçegihaên me destnîşan kir ku ji ber topbaranê zirar di mal û milkên gundiyan de çêbûye.

 (şx)

ANHA