Di salvegera duyemîn a dagirkirinê de..Koçberên Girê Spî daxwaza vegera ewle dikin

Koçberên kampa Girê Spî di salvegera duyemîn a dagirkirina bajar û gundên wan de daxuyaniyek da û bang li civaka navneteweyî kir ku dagirkeran ji herêmên wan derxin û vegereke ewle ji wan re misoger bikin.

Di salvegera duyemîn a dagirkirinê de..Koçberên Girê Spî daxwaza vegera ewle dikin
9 cotmeh 2021   11:11
EYN ÎSA

Daxuyani li qada kampê ji aliyê koçberê bi navê Salih El-Hecî ve hat xwendin û bi dehan koçberên li kampê tev lê bûn.

Di daxuyaniyê de, dagirkirina Girê Spî û gundên wê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hat şermezarkirin.  Her wiha hat diyarkirin ku koçberan di du salên borî de gelek di şert û mercên dijwar de derbas kirin, tu rêxistinên alîkariyan jê alîkariya wan nekir.

Da dawiya daxuyaniyê de, bang li civaka navnetewyî hat kirin ku destwerdnê bike, dagirkeran ji warê wan derxîne û vegereke bi ewle ji wan re misoger bike.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku di 9'ê Cotmeha 2019'an de dewleta Tirk a dagirker bajarê Girê Spî dagir kir, di encamê de zêdetirî 100 hezar kes ji bajêr koçber bûn û niha li bajarên Reqa, Tebqa û gundewarên wan bi cih dibin. Her wiha 6 hezar koçber li kampa Girê Spî ya nêzî gundê Til Semin yê li gundewarê bakurê Reqayê bi cih dibin.

(dm)

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/ELU7yKwiYU8" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>