Bi hezaran şêniyên Qamişlo banga azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan kir

Îro ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî û ji bo daxwaza azadkirina rêber Abdullah Ocalan bi hezaran şêniyên bajar û navçeyên kantona Qamişlo li qadan bûn.

Bi hezaran şêniyên Qamişlo banga azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan kir
Bi hezaran şêniyên Qamişlo banga azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan kir
Bi hezaran şêniyên Qamişlo banga azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan kir
Bi hezaran şêniyên Qamişlo banga azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan kir
Bi hezaran şêniyên Qamişlo banga azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan kir
Bi hezaran şêniyên Qamişlo banga azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan kir
Bi hezaran şêniyên Qamişlo banga azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan kir
Bi hezaran şêniyên Qamişlo banga azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan kir
Bi hezaran şêniyên Qamişlo banga azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan kir
Bi hezaran şêniyên Qamişlo banga azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan kir
Bi hezaran şêniyên Qamişlo banga azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan kir
Bi hezaran şêniyên Qamişlo banga azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan kir
Bi hezaran şêniyên Qamişlo banga azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan kir
Bi hezaran şêniyên Qamişlo banga azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan kir
Bi hezaran şêniyên Qamişlo banga azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan kir
Bi hezaran şêniyên Qamişlo banga azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan kir
9 cotmeh 2021   10:30
QAMIŞLO

9`ê Cotmehê salvegera Komploya Navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan e ku di sala 1998`an de dest pê kir û heta roja îro bi rêbazên cuda berdewam dike.

Ji bo redkirina komployê îro bi hezaran şêniyên bajar û navçeyên kantona Qamişlo; Qamişlo, Amûdê, Çilaxa, Girkê Legê, Dêrik, Til Birak, Til Hemîs û Til Koçer daketin qadan û banga azadkirina rêber Abdullah Ocalan kir.

QAMIŞLO

Li Qamişlo bi sehan şêniyên bajêr û endamên saziyên civaka sivîl, Rêveberiya Xweser bi dirûşma “Bi rihê berxwedana Îmraliyê em ê komploya 9`ê Cotmehê bi bin bixin û xeta xiyanetê têk bibin” ji çerxerêya Munîr Hebîb dest bi xwepêşandanê kir.

Xwepêşandêr heta avahiya karûbarên koçberan a Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li taxa Siyahî meşiyan û wêneyên rêber Abdullah Ocalan, alên TEV-DEM, Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) û Kongreya Star rakirin. Her wiha sloganên “Azadî ji bo rêber Ocalan, Azadiya Ocalan azadiya me ye û Bi felsefeya rêber Ocalan em ê komployê têk bibin” berz kirin.

Li pêşiya avahiyê xwepêşandan veguherî mîtîngê. Di mîtîngê de hevserokê TEV-DEM`ê Xerîb Hiso axivî û komplo şermezar kir.

Xerîb Hiso piştrast kir ku Komploya Navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan komployek li dijî vîn û îradeya gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye û wiha domand: “Ji beriya 23 salan ve em li hemberî komploya navneteweyî li ber xwe didin û têdikoşin.”

Hiso diyar kir ku hemû aloziyên li Rojhilata Navîn encama siyasetên dewletên komploger in ku rêber Abdullah Ocalan ji gelên Rojhilata Navîn dûr xist. Her wiha piştrast kir ku rêber Abdullah Ocalan di girtîgehê de ji beriya 23 salan ve li hemberî zilma dewletên komploger û dewleta Tirk a faşîst li ber xwe dide û ji ber wê azadiya rêber Abdullah Ocalan ji bo hemû gelan û pêkhateyên Rojhilata Navîn û cîhanê bi giştî girîng e.

Xerîb Hiso di dawiyê de destnîşan kir ku di çarçoveya hemleya “Dem dema azadiyê ye” de wê teqez azadî bi ser keve û dê gelên herêmê li hemberî dewletên komploger têkoşîna xwe bidomînin heta ku rêber Abdullah Ocalan azad dibe.

Xerîb Hiso bang li hemû dewletan kir ku li hemberî siyasetên faşîzane ên dewleta Tirk bisekinin û ji siyasetên li dijî azadî û demorkatiya gelan dûr bikevin.

AMÛDE

Şêniyên navçeya Amûdê ya girêdayî kantona Qamişlo jî bi xwepêşandanekê diyar kirin ku komploya navneteweyî vîna gelên şoreşger ên ku di kesayeta rêber Abdullah Ocalan de banga azadiya xwe dikin, kir hedef. Her wiha bang li civata navneteweyî û rêxistinên mirovî kirin ku erkên xwe bînin cih.

Xwepêşandanê ji Qada Jina Azad dest pê kir û li pêşiya Meclisa Malbatên Şehîdan bi dawî bû. Di xwepêşandanê de endamê Rêveberiya Meclisa Amûdê Sabir Mihemed axivî û destnîşan kir ku komplogeran bi rêya komployê xwest vîna gelan bişikînin û rê li pêşiya belavbûna fikr û feslefeya rêber Abdullah Ocalan bigirin. Her wiha diyar kir ku destpêkirina Şoreşa Rojava ji hemû komplogeran re bû bersiv.

TIRBESPIYÊ

Bi heman armancê, pêkhateyên navçeya Tirbespiyê yên kurd, Ereb û Suryan daketin qadan û komploya navneteweyî şermezar kir. Şêniyan diyar kir ku komplo heta roja îro bi rêya dagirkirina Serêkaniyê û Girê Spî dewam dike.

Şênî li pêşiya Navenda Kongreya Star a li rojhilatê navçeyê kom bûn û dest bi xwepêşandanê kir.

Xwepêşandan li deriyê têketina bajêr ê li aliyê rojava rawestî û veguherî mîtîngê. Di mîtîngê de endama rêveberiya Kongreya Star a navçeya Tirbespiyê Buşra Elî axivî û komplo şermezar kir.

Buşra, armancên dewletên komploger ji komployê bi bîr xistin û got: “Hêzên kapîtalîst dixwazin gelan her tim kole bikin û di bin zilma wan de bin. Komplo di çarçoveya ji nûve dîzaynkirina Rojhilata Navîn a nû li gorî berjewendiyên hêzên hegemonîk û hêzên modernîteya kapîtalîstê de pêk hat.“

Her wiha endamê PYD`ê Silêman Hisên behsa planên dijminane yên li dijî gelên herêmê kir û got: “Komploger dixwazin vîna gelan têk bibin û destkeftiyên ku bi saya fikr û felsefeya rêber Abdullah Ocalan bi dest xistine, tune bikin. Êrişên dewleta Tirk ên li dijî Serêkaniyê û Girê Spî di çarçoveya berdewamkirina komployê de pêk hatin.”

ÇILAXA

Bi sedan şêniyên navçeya Çilaxa komploya naveteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan şermezar kir. Bi wê armancê li pêşiya çerxerêya şehîd Masûm kom bûn û dest bi çalakiyê kir.

Xwepêşandan li qada geracê veguherî mîtîngê. Endama rêveberiya Yekitiya Mamosteyan a Çilaxa Nezha Seyfudîn di mîtîngê de wiha axivî: “Rêber Abdullah Ocalan girtîgeha Îmraliyê kiriye dibistan û ji cîhanê re waneyên têkoşîn û berxwedana li hemberî dewletên modernîteya kapîtalîst pêşkêş dike.”

Di dawiya axaftina xwe de Nezha soza berdewamkirina têkoşîna li hemberî komployan da.

Her wiha di mitîngê de endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeyê Hisên Îsa axivî û diyar kir ku xwedîderketina gelan li fikr û felsefeya rêber Abdullah Ocalan û baweriya wan bi Ocalan, komplo bi bin xist.

TIL BIRAK

Li Til Birakê jî bi dehan şênî, rêveberiyên navçeyê û rûspî ji çerxerêya Firin a li bakurê navçeyê dest bi xwepêşandanê kir û sloganên li dijî dagirkeriya Tirk berz kirin.

Xwepêşandan li çarxerêya Şehîdan rawestiya. Di xwepêşandanê de Hevseroka Meclisa Navçeya Til Birakê Emîne Xelîf axivî û berxwedana dîrokî ya rêber Abdullah Ocalan silav kir.

Piştre endama rêveberiya Mala Jinan a Til Birakê Rusel Hesen axivî û got: “Komplo ne tenê li dijî rêber Abdullah Ocalan bû lê belê li dijî hemû tevgerên şoreşger ên gelê Kurd û gelên azadîxwaz bû.”

Rusel bang li gelan kir ku xwedî li doza azadkirina rêber Abdullah Ocalan derkevin û wiha domand: “Heta rêber Abdullah Ocalan azad nebe û herêmên dagirkirî rizgar nebin, têkoşîna me ranaweste.”

GIRKÊ LEGÊ

Bi sedan şêniyên navçeya Girkê Legê jî tev li xwepêşandanê bûn. Xwepêşandanê ji qada şehîd Xebat dest pê kir û li kolanên sereke ya navçeyê dewam kir. Xwepêşandêran siloganên ku komploya navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan şermezar dike, berz kirin.

Şêniyan wêneyên rêber Ocalan û pankertên bi nivîsên " Bi rihê berxwedana Îmralî em ê komploya 9'ê Cotmehê û îxanetê têk bibin" hildan.

Xwepêşandêr li navenda navçeyê rawestiyane, piştre endamê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Diyar Amed axivî û destnîşan kir ku armanca komploya li dijî rêber Abdullah Ocalan ew e ku fikrê demokratîk li cem gelê Rojhilata Navîn tune bikin da ku dewletên kapîtalîst û desthildar planên xwe yên mêtîngeriyê li ser gelên azadîxwaz ferz bikin.

Di dawiya xwepêşandanê de şêniyan banga azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan û rizgarkirina herêmên Serêkaniyê û Girê Spî ji dagirkeriya Tirk,  kir.

DÊRIK

Ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî ya li dijî rêber Ocalan û îxaneta PDK`ê û hevkariya wê di êrişên li dijî gerîla de, bi sedan şêniyên Dêrikê û herêma Koçerat berê xwe da konê xwepêşandanê yê li dergehê Sêmalka, ku Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Cizîrê vedabû.

Xwepêşandêran pankertên bi nivîsên “Azadiya Rêber Apo azadiya me ye, Berxwedana Gerîla rûmeta me ye, Gerîla rûmeta Kurdistanê ye” rakiribûn.

Xwepêşandan veguherî mîtîngê. Di mîtîngê de endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrikê Mihemed Ebdullah komploya navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û komplo wekî bêdengkirina dengê gelên azadîxwaz bi nav kir.

Ebdullah bang li gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir kul i hemberî komployên li dijî herêmê erka dikeve ser milê wan pêk bînin.

Endama rêveberiya Kongreya Star a Dêrikê Şadiye Yûsiv jî wiha got: “23 sal derbas bûn, lê hîna jî komplo li dijî Kurdistanê tên sazkirin, hîna jî êrişên qirkirinê dewam dikin.”

Şadiye diyar kir ku gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê gotina xwe got, ku têkoşîna rêya yekane ya rizgarkirina rêber Apo û rizgarkirina herêmên dagirkirî ye.

Bi navê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Mutî Elî jî piştrast kir ku xwepêşandanên dê heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan dewam bikin û got: “Pirsigêrkên Rojhilata Navîn bêyî azadkirina rêbertî, nayên çareserkirin.”

Piştî axaftin bi dawî bûn, şêniyan berê xwe da konê xwepêşandanê da ku dest bi çalakiya konê xwepêşandanê bikin. Çalakiyê konê xwepêşandanê di roja 5`emîn de didome.

ANHA