Biden: Êrişên Tirkiyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê operasyona têkbirina DAIŞ`ê qels dikin

Koşka Spî îro ragihand ku serokê DYA’yê Joe Biden rewşa awarte ya der barê Sûriyê de dirêj kir. Biden her wiha êrişên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê rexne kirin û got ew yek operasyona têkbirina DAIŞ`ê qels dike û jiyana sivîlan dixe xetereyê.

Biden: Êrişên Tirkiyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê operasyona têkbirina DAIŞ`ê qels dikin
8 cotmeh, 2021   08:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî malpera Koşka Spî, serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Joe Biden got: “Rewşa Sûriyê û bi taybet êrişên leşkerî yên hikumeta Tirkiyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê, operasyona têkbirina çeteyên DAIŞ`ê qels dikin.”

Her wiha di daxuyaniya Biden de hate gotin: “Aloziya domdar hîna jî jiyana sivîlan dixe xetereyê û gefê li aştî, aramî û îstiqrara li herêmê dixwe. Her wiha hîna jî li ser ewlehiya neteweyî û siyaseta derve ya Amerîkayê, gefeke mezin çêdike. Ji ber vê yekê, rewşa awarte ya di 14`ê Cotmeha 2019`an de hatibû ragihandin, divê heta piştî 14`ê Cotmeha 2021`an jî bê dirêjkirin.”

Hêjayî bibîrxistinê ye ku serokê berê yê DYA’yê Donald Trump di 14`ê Cotmeha 2019`an de ji ber êrişên leşkerî yên Tirkiyê yên li dijî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, biryara ferzkirina cezayan li ser Tirkiyê derxistibû.

(cx)