Foza Yûsif: Êrişên dagirkirina Kurdistan plana 1998`an bû

Foza Yûsif, anî ziman ku di sala 1998`an de bi komploya navnetewî re dewleta Tirk a dagirker plana dagirkeriya Sûriyê danîbûn pêş xwe û got: “Heya çareseriyekî mayînde ji bo pirsgirêka Kurd neyê pêşxistin ev plangeriya komployê bi rêngên cûda wê berdewam bike.”

Foza Yûsif: Êrişên dagirkirina Kurdistan plana 1998`an bû
8 cotmeh, 2021   05:45
NAVENDA NÛÇEYAN – CÎHAN BÎLGÎN

Foza Yûsif, destnîşan kir ku Rêber Abdullah Ocalan bi fikrê xwe asoyê netewî derbas kiriye bûye navnetewî û got: “Ne sîstema Îmrali ne jî hewildanên komplogeran nikarin asoya fikrê azad ya Rêber Apo bidin rawestandin.”

Foza Yûsif, anî ziman ku pirsgirêkên Tirkiyê li Yûnan, Amerîka, Moskov, Soçî çareser nabe û got: “Yek rêya çareseriyê heye ew jî li Îmrali derbas dibe.”

Têkildarî hemwextiya rojevkirina birdoziya Azadiya Jin ji aliyê Rêber Abdullah Ocalan û piştre jî pêkanîna komploya navnetewî Foza Yûsif, anî ziman ku ev ne tesadûf e û encama dijberiya li dijî şoreşa jinê ye.

Endama Desteya Hevserokatiya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Foza Yûsif, derbarê salvegera komploya navnetewî ya 1998`an li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat û mijara planên niha li ser Rojhilata Navîn ji ANHA`yê re axivî.

Bİ KOMPLO RE PLANA ÊRİŞAN

Foza Yûsif, komploya navnetewî ya ku 9`ê Cotmehê destpêkir heya îro bi gelek awayên cûda berdewam dike şermezar kir û got: “Destwerdana Rojhilata Navîn bi wê plangeriya komployê re hat destpê kirin. Aloziya Rojhilata Navîn bi starta vê komployê hat destpê kirin. Plana dagirkirinê ya dewleta Tirk jî di wê demê de hatibû plankirin. Heye ku çend sal bi derengî ket lê di encamê de dewleta Tirk bi hinceta ku Rêber Apo li Sûriyê ye dixwast wê plana dagirkeriyê li hember Sûriyê têxê meriyetê. Dewleta Tirk wê planê niha pêk tîne. Di şexsê Rêber Apo de esas li dijî nasnameya gelê Kurd plan pêş ket. Her wiha di şexsê Tevgera gelê Kurd û hemû gelên herêmê pêvajoyek kriz û şer hat destpêkirin. Dawiya sedsaliya 20`an û destpêka sedsaliya 21`an de hemû operasyonên ku li ser Rojhilata Navîn hatin pêşxistin, di serî de li ser Tevgera Azadî hat destpê kirin û piştre tevahî herêmê belav bû. Ev plangerî ne tene bi gelê Kurd re sînordar bû; esas Sûriyê, pêşeroja Tirkiyê û herêmê tevahî de ev plangerî hate pêşxistin.”

 REHENDÊN PLANGERIYÊ

Foza Yûsif lingên vê plangeriyê, wiha nirxand: “Rehendên Plangerî yê Kurdistanî, Rojhilata Navîn û pergala cîhanî hebûn. Rehendê Kurdistanê ew bû ku dixwestin Tevgera Azadî bêbandor bikin. Fikir û birdoziya Rêber Apo li Kurdistanê bêbandor bikin û rê li pêşiya Kurdê sixûr, bê vîn û teslîmbûyî vekin. Heya niha jî ew plangerî bi rêbazên cûda berdewam dike. Rehendê Rojhilata Navîn ew bû ku dixwestin tevahî dewletên herêmê ji nû ve li gor pergala xwe şekil bidin. Ev li Sûriyê bi awayekî eşkerê derket holê. Piştre li Iraqê bi pevajoya 2003`an berdewam kir. Di aliyê cîhanî jî xwestin linge paradigmaya demokratîk li Rojhilata Navîn tasfiye bikin ku ji tevgerê cîhanî re nebê îlham.”

`DİXWASTİN RÊVEBERİYEK ÇETEYÎ Dİ ROJHİLATA NAVÎN DE ÇÊ BİKİN`

Foza Yûsif, destnîşan kir ku hêzên komploger dixwestin benê Rojhilata Navîn û hemû dewletên heyî di destê xwede bigrin, wan kar bînin ev nirxandin kir: “Dixwestin rêveberiyek çeteyî di Rojhilata Navîn de çê bikin. Heya radeyeke mezin jî ev bi serxistin. Li dijî Tevegra Azadiya Kurdistan jî xwestin vê bikin.  Sepandinek wiha hebû ku digotin `hûn jî wekî van partiyên li herêmê, em ji we çi bixwazin divê hûn li gor wê tevbigerin.` Lê bele xeta Rêber Apo ku ji destpêkê de armanca azadiya gelê Kurd, demokratizekirina civakê danîbû pêşiya xwe û ew tiştên ku wan dixwestin qebûl nekir. Rêber Apo xwedî li nirxên herêmê û civakê derket. Ji ber ew qebûl nekir komplo pêk hat. Ger Rêber Apo sixûrtî qebûl bikira, li dijî gelan helwest bi da nîşandan wê bi plangeriyek wiha re rû bi rû nemaba. Israra  Rêber Apo di xeta parastina gelan, azadiya jin de hişt ku ev plangerî pêş bikeve. Îro hemû hewildanên hêzên navdewletî ewe ku Kurdê bê vîn avabikin. Dema ku helwest tê nîşandan Kurd bi komplo yan jî bi tasfiyekirinê re rû bi rû dimînin.”

`HEYA ÇARESERIYEK MAYÎNDE KOMPLO WÊ BERDEWAM BIKE`

Foza Yûsif, diyar kir ku heya çareseriyekî mayînde ji bo pirsgirêka Kurd neyê pêşxistin wê ev plangeriya komployê bi rêngên cûda berdewam bike û wiha axivî: “Di êrişa 9’ê Cotmehê li ser Girê Spî û Serêkaniyê de cardin xûya bû ku çawa ev komplo xwe nûjen dike. Niha jî şerê qirkirina Kurdan berdewam dike û xeteriya qirkirinê li ser Kurdan ranebûye. Yek ji armanca vê komployê ew bû ku gelê Kurd bê serok û bê pêşeng bihêlin. Her roj pêşengên gelê Kurd hedef tên girtin. Plangeriya 9’ê Cotmehê encama bazarekî gelek mezin bû li ser nasnameya gelê Kurd û pêşeroja gelê Kurd bû. Îro jî ji bo berjewendiyên xwe, li ser gelê Kurd gelek bazarên qirêj dikin. Divê em wekî partiyên Kurd di vê ferqêdebin ku ew plangerî ne tenê li ser Rêber Apo û Tevgera Azadî li Bakurê Kurdistanê bû, li ser tevahî partiyên Kurd bu. Îro YNK, partiyê Rojhilatê Kurdistanê û partiyên Rojavayê Kurdistanê bi êrişekî mezin re rû bi rû ne. Ger em vê plangeriyê basît destbigrin emê xwe dûbare bikin ku ev di dîroka Kurdistanê de gelekî çêbûye. Li Rojhilatê Kurdistanê Qasimlo, Dr Tefîq, Şêrîn Elemhûlî li Başûrê Kurdistanê jî Ebdilselam Berzanî gelek serok û şoreşger hatin qetil kirin. Beriya niha demekê li Hewlerê yek endamê partiya Rojhilatê Kurdistanê hat qetil kirin. Ev ne tesadûfin. Ev plangerî wekî îtîfaqa Lozan, Cezayîr, Sykes-Picot ku li dijî Kurdan hatin pêşxistin îtîfaqa 9’ê Cotmehê jî yek ji wan bû.”

HEMAN DEMA ROJEVKIRINA BIRDOZIYA AZADIYA JIN KOMPLOYA NAVNETEWÎ PÊK HAT

Foza Yûsif, da zanîn ku Rêber Abdullah Ocalan yek ji şoreşgerên sedsaliya 20`an ku ferqa xwe di mijara azadiya jin de danî hole û van tiştan got: “Rêber Apo dema tezê Birdoziya Rizgariya Jin derxist hole ev şoreşekî civakî bû. Ji ber ku di şoreşên netewî û çînayetî de her tim azadiya jinê piştî şoreşê paş dixistin. Di aliyê felsefe û perspektifa jiyaneke nû de Rêber Apo guhertinekî şoreşgerî pêş xist. Ger komplo çênebûya wê ev fikir zêdetirîn bihata belavkirin. Dibe ku gelekî bandorekî mezin jî çê bikira. Fikir wekî bizire, ger ew bizir derfeta xwe ya mezinbûyîne bibîne dibe dar, ger derfert nebîne tenê bizir diminê. Di sala 1998`an de Birdoziya Azadiya Jin ji aliyê Rêber Apo dikevê rojevê de û 9’ê Cotmeha 1998`an de jî komplo pêk te. Ev ne tesadûf e. Ew guhertin û veguhertinên ku Rêber Apo dixwest jinên kurd pêşengtî di civaka Kurdistanê, tevgera azadiya jin de bike lê bêguman ev bi komployê re gelekî asteng bû. Ji hole ranebû ye, îro Tevgera Azadiya Kurdistanê li tevahî cîhanê bandorek mezin kiriye. Lê jib o bandoriya wê li cîhanê çê bibe encama komplo yê re nêzî 20 sala dereng ket. Ev pêşiya şoreşa jin girtine. Bi şoreşa Rojavayê Kurdistanê re ev fikir firsat dît ku xwe bigihînê tevahî cîhanê. Bi komplo re xwestin vê bifetisînin.”

`BI KOMPLO Û ÎTÎFAQA ADANA RE LI SÛRIYÊ PAŞKETIN DESTPÊ KIR`

Foza Yûsif, balkişand ser guhertinên piştî komploya navnetewî li Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê û got: “Şoreşên civakî hevdû gelekî bandor dikin. Şoreşa netewî lewaz bikeve wê şoreşa jin jî bandor bike. Şoreşa jin lewaz bikeve wê şoreşa civakî jî bandor bike. Şoreşa ku Rêber Apo di Kurdistanê de çêkir şoreşekî yekpare ye, mirov nikare ji hev qût bike. Piştî komploya navnetewî li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê bi îtîfaqa Adana paşketineke gelekî mezin çêbû. Piştî îtîfaqa Adana êrişekî gelek mezin çêbû, çanda koletiyê bi rêya rêzefilmên Tirkan gelekî belav kirin. Êdî li dijî şoreşa jin şoreşekî dijber xwestin pêş bixînin. Di aliyê exlaqî de birîneke mezin di civakê de çê bû. Ew fikrê azadîxwaz ku xwe tanzîm dikir xwestin wê tasfiye bikin û li şûna wê xwestin rê li pêşiya modela jin ya kole, zilamê deshilatdar vekin.”

SÛCÊN DEWLETA TIRK DE NY BI ALÎYE

Di salvegera 20`emîn a komploya navnetewî de dewleta Tirk êrişên dagirkeriyê li ser Girê Spî û Serêkaniyê pêk anî. Heya niha jî sûcên li wan herêmên dagirkirî berdewam dikin. Foza Yûsif, li dijî van sûcan sekna NY û mafê mirovan helwest nîşan da û got: “Tirkiyê îro li Kurdistanê ber çavên tevahî cîhanê sûcên şer dike. Ev êriş ji êrekirina hêzên navnetewî ne serbixwe ne. Kes nikare gelê Kurd îkna bike ku dewleta Tirk tena xwe vê dike. Bêdengiya NY li dijî sûcên li Efrînê di wateya êrekirina siyaseta dewleta Tirk e û heya hevkariya wê siyasetê ye. Guhertina demografîk, paqijiya etnîk ya ku çê dibe di berpirsyartiya civaka navnetewî de ye. Pêwîste heya niha li dijî van sûcan gavên pratîkî bihata avetin. Lê belê NY li prensîb û qanûnên xwe xwedî dernakeve. Îro saziyên navnetewî ji siyaseta dewleta Tirk re bûne amûr. Alîgirin. Ger heya niha ev rewşa ku li Girê Spî, Serêkaniyê û Efrînê dimeşê tu helwest li dijî dewleta Tirk  nehatiye girtin, ev dide diyar kirin ku bazarên gelekî qirêj li ser gelê Kurd tê meşandin.”

`PÊNASEKIRINA QIRKIRINA 1915`AN TÊRÎ NAKE, ÎRO DÛBARE DIBE`

Foza Yûsif, diyar kir ku ev bedengiya navnetewî dibe sedema qirkirina nasnameya gelekî û got: “Em tevahî van rêxistinên mirovî û NY dawet dikin ku li qanûnên xwe xwedî derbikevin. Dive êdî hevkariya bi dewleta Tirkiyê re êdî divê dawî bikin.  Kurdan çi sûc kiriye ku bi rewşekî wiha re rû bi rû dimînin? Divê Tirkiyê bê mahkemekirin û helwest li dijî wê bê dayîn. Bê gûman em wekî gel li berxwedidin lê berpirsyartiyeke navnetewî heye ku ev helwestên wan cesaret dide dewleta Tirk. Tiştê Hîtler li sere Yahûdiyan dikir îro Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spî jî wiha ye. Tiştê sere Ermeniyan hat kirin îro li Serêkaniyê, Girê Spî û Efrînê dûbare dibe. Qirkirina 1915`an wekî qirkirin pênasekirin têrê nake, îro qirkirin li warên me çê dibe. Pêwîste  Ewrûpa, Amerîka li dijî vê bêdeng nemîne. Faşîzma ku dewleta Tirk li herêmên me pêş dixînê êdî gihiştiye asta herî bilind. Ne tenê xeterî li ser gelê Kurd çê dike, gef li ser tevahî cîhanê ye. Divê li dijî van gefan ya ku aşitiya herêmê û ya cîhanê dixê metirsiyê de helwestekî hevbeş bê nîşandan.”

`ÇARESERIYA KU RÊBER APO DERXISTIYE OBJEKTÎF Û BINGEHIN E`

Foza Yûsif, balkişand ser pozîsyona Rêber Abdullah Ocalan ya navnetewî û got: “Rêber Apo ne tenê wekî serokekî siyasî yan jî yê gelê Kurd de. Rêber Apo bêgûman wekî erka xwe ya yekem xilaskirina gelê xwe ji bindestiyê danî pêşiya xwe. Lê belê Rêber Apo dibejê `ji bo ku gelê Kurd mafê xwe mîsoger bike pêwîstî bi sîstemeke demokratîk, sîstemek nû ya cîhanî heye.` Ji bo wê jî guhertina paradîgmaya ku piştî komployê pêşket wekî mîzgîniyek ji tevahî mirovahiyê re bû. Îro mirovatî bi krîz û kaosên mezin rû bi rû ne û herkes li çareseriyê digere. Fikre Rêber Apo gerdûniye, tevahî pirsgirêkên cîhanê re çareseriyê digere. Çareseriya ku Rêber Apo derxistiye objektîf û bingehin e. Rêber Apo bi fikrê xwe asoyê netewî derbas kiriye bûye navnetewî. Bi berxwedaniya xwe asta netewî derbas kiriye û bûye şoreşgerekî navnetewî. Bi felsefeya xwe jî sînorê Kurdistanê derbas kiriye û bûye filozofekî cîhanî. Hêzên komploger her çiqas bixwazin Rêber Apo bêbandor bikin lê belê bi salane nikarin pêk bînin. Rêber Apo her sal di nav kesayetên herî bandor de cih digre. Ne sîstema Îmrali ne jî hewildanên komplogeran nikarin asoya fikrê azad ya Rêber Apo bidin rawestandin. Bi her awayî di nav belavbûne de ye û bandorekî mezin pêş dixîne. Ji ber wê gelek kesayet û pekhate fikre Rêber Apo ji xwe re wekî ronahî dibînin.”

`RÊYA ÇARESERIYÊ ÎMRALI YE`

Foza Yûsif, anî ziman ku çareseriya pirsgirêkan li Îmrali derbas dibe û got: “Tevahî rêbazên yên di komployê pêşketin li dijî îradeya Rêber Apo, têkoşîna azadiya gelê Kurd, gerîlayên Kurdistanê, şervanên li dijî DAIŞ têkoşiyan têk çûn. Ev berxwedanî hişt ku plana wan her roj hilweşe. Çawa ku faşîzma 12 Îlonê têk çû, li Iraqê Saddam têk çû ew jî têk çûn. Îro li Bakûrê Kurdistanê şertên çareseriyê cardin derdikevin holê. Cardin diyar bû ku bi şer û komkujiyê nikarin Kurdan tine bikin. Êdî divê ku ev hêzên ku wiha difikirin dev ji vê siyasetê berdin. Yek rêya çareseriyê heye ew jî li Îmrali derbas dibe. Yek mûhatap heye Îmrali ye. Nûnerê çareseriyê diyar e. Pirsgirêkên Tirkiyê ne Yûnan, Amerîka, Moskova ne jî Soçî çareser dibe. Pirsgirêk di hundirê Tirkiyê de ye divê li wir çareser bibe. Ev sedsale bi rêbazên çekdarî li dijî Kurdan pêk tînin û sedsale jî têk diçin. Lewma dem dema azadiyê û çareseriyê ye. Dem dema têkbirina siyaseta faşîst ya îflas kirî ye. Ev faşîzm Tirkiyê jî ber bi xeteriyeke mezin ve dibe. Sedema îflaskirina Tirkiyê dijbertiya ku li dijî Kurdan dike ye. Ger Tirkiyê dixwazê xwe ji vê rewşê rizgar bike aliyê aborî, siyasî, leşkerî bixwazê di Rojhilata Navîn de bi hêz bê ev bi îtîfaqa bi Kurdan re derbas dibe. Rêya wê jî li Îmralî ye.”

`ŞIKANDINA TECRÎDA GIRANKIRÎ ERKÊ HERKESÎ YE`

Di dawî de Foza Yûsif, bang hemû Kurdan, hêzên demokratîk û hêzên ku dixwezin aramî li herêmê çê bibe kir ku erkê wan yê yekemîn şikandina tecrîta girankirî ye û got: “Divê her kes bi erkên xwe rabe. Fikir û ramanên Rêber Apo hişt ku li vir ewqas berxwedanî pêş bikeve û DAIŞ têk here. Ger takdîrek hebe ji vê xeta azadixwaz ya Rêber Apo ku di keç û xortên Kurd e pêşket re be. Ger em Kurdên bêîrade ba wê rewşa Sûriyê giştî di destê DAIŞ de ba. Heya niha berxwedanî û têkoşîneke mezin hatiye dayîn, em bi qasî ku vê berxwedaniyê mezin bikin divê xwedî lê derbikevin. Çawa me DAIŞ û hêzên tundrew têk bir emê hemû rengên komployê ku li hemberî gelê me pêş dikevin têk bibin.”    

ANHA