Qirkirina siyasî û doza Kobanê… dewleta Tirk tola têkçûna xwe hiltîne

Desthilatdarên faşîst ên dewleta Tirk operasyonên qirkirina siyasî li dijî Kurdên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê didomînin. Şîrovekarên siyasî dibêjin ku qirkirina siyasî ya bi navê "Doza Kobanê" bi armanca tolhildana ji têkçûna DAIŞ’ê ya li Kobanê ye.

Qirkirina siyasî û doza Kobanê… dewleta Tirk tola têkçûna xwe hiltîne
8 cotmeh, 2021   06:58
KOBANÊ - MEYSA EKARÎ

Çeteyên DAIŞ'ê bi desteka dewleta Tirk a dagirker 15'ê Îlona 2014'an êriş anîn ser kantona Kobanê û piraniya gund dagir kirin û nêzî bajar jî bû û beşek jê dagir kir. Hêzên YPG û YPJ'ê li hemberî êrişan sekinîn û heya dawiyê berxwedaneke dîrokî raber kir. Rêber Abdullah Ocalan ji bo parastina Kobanê banga seferberiya giştî kir. Li ser vê yekê ji her çar parçeyên Kurdistanê bi sedan keç û xortan berê xwe da Kobanê û efsaneyên qehremaniyê nivîsandin. Bi vê berxwedanê hêza DAIŞ'ê şikest, binkeftina DAIŞ'ê ya li Kobanê bû destpêka bidawîbûna rêxistina terorîst li herêmê.

Ji bo bersivdana seferberiya giştî ku rêber Ocalan ragihandiye, gelê Kurd li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê daketin qadan, xwepêşandan û çalakiyên piştgiriyê li dar ketin. Bi taybet di rojên 7, 8 û 9’ê Cotmeha 2014’an çalakiyên xurt û berfireh hatin kirin. Her wiha herikîn ser sînorê Rojava û Bakurê Kurdistanê da ku nehêlin çeteyên DAIŞ'ê derbasî Kobanê bibin.

Îro û di salvegera 7’emîn a serhildanê de hîna dewleta Tirk a dagirker bi ser kesên beşdarî wan çalakiyan bûne de digire û bi hincetên bêbingeh wan dixe girtîgehan.

Girêdayî vê yekê, hevserokê Meclisa Kantona Kobanê Mistefa Êto wiha got: "Dewleta Tirk a ku di Kobanê de bi destê DAIŞ’ê têk çûye û nikarî azadiya gelê herêmê biçewisanda, her têkoşer û siyasetmedarekî/ê li hember faşîzma wê ya li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê sekiniye, hedef girt da ku li hember projeya demokrasiyê ku dihêle gel xwe bi rê ve bibe û azad û demokrat li herêmên xwe bijî, derbe bike."

Êto destnîşan kir ku doza Kobanê doza qirkirina gelê Kurd, tunekirina mirovahî û di heman demê de piştevaniya terorê ye û wiha domand: "Em şêniyên Kobanê teqez dikin ku piştevaniya berxwedana gelê xwe yê Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê li hember dewleta Tirk a faşîst dikin, di serî de AKP’ê."

Êto eşkere kir ku bêdengiya rêxistinên navneteweyî yên têkildarî parastina mafên mirovan li ser sûcên li dijî gelê Kurd ê li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê pêk tên tê wateya piştevaniya faşîzmê û terorê û binpêkirina qanûn û rêgezên mirovahiyê.

Êto wiha li gotina xwe zêde kir: "Doza Kobanê tolhildana têkçûyîna DAIŞ’ê li herêmê ye, di heman demê de tolhildana têkçûna dewleta Tirk e."

Hevserokê Meclisa Kantona Kobanê Mistefa Êto bang li tevahî partî û aliyên Kurd kir ku li hember doz û qirkirina siyasî ku Kurd li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê rastî wê tên, bisekinin û divê gelê Kurd li hember vê siyasetê tê bikoşe û piştevaniya berxwedana Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê bike.

Dewleta Tirk ji 26’ê Nîsana îsal ve 108 kesan dadirizîne, di nava wan girtiyan de 27 hevserok û endamên HDP’ê hene. Dewleta Tirk bi navê "Doza Kobanê" û li ser paşxaneya xwepêşandana piştgiriya berxwedana Kobanê ya li gelek bajar û bajarokên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê, ev kesayet girtin û dadirizîne.

‛SIYASETA QIRKIRINA SIYASÎ BÊDENGKIRINA MAFAN LI HEMBER FAŞÎZMÊ YE’

Dewleta Tirk a dagirker li dijî gelê Kurd qirkirina siyasî pêk tîne, bi wê re bi hezaran siyasetmedarên Kurd û sivîl girtin da ku dengê rastiyê li hember dewleta faşîzmê qut bike.

Endama Meclisa Jinan a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) şaxê Herêma Firatê Sara Xelîl da zanîn ku hedefgirtina dewleta Tirk ji kesên piştevaniya berxwedana Kobanê kirine re tirsandina gelê li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê ye.

Sara Xelîl wiha got: "Dewleta Tirk nizane ev gelê ji bo azadiyê tê dikoşe, bi van binpêkirinan parçe nabe."

Sara Xelîl diyar kir ku dewleta Tirk di şexsê HDP’ê de dixwaze qada siyasî ya Kurd têk bibe, bi wê re gelê Kurd ji kokê ve qir bike. Sara Xelîl wiha li gotina xwe zêde kir: "HDP îro ne bi tenê ye, lê belê gelê Kurd ê li çar parçeyên Kurdistanê piştevaniya wî dikin û rastiya gelê xwe nas kir û  li ser bingehên azadî, wekhevî û demokrasiyê tê dikoşe. HDP berovajî dewleta Tirk her tim banga aştiyê dike. Lê dewleta Tirk ji bilî xwînrijandinê û pêkanîna siyaseta faşîst tu çareyan nabîne."

‛KOMPLOYA NAVNETEWEYÎ YA LI DIJÎ GELÊ KURD DI ŞEXSÊ RÊBER OCALAN DE BERDEWAM E’

Sara Xelîl wiha pê de çû: "Dema dewleta Tirk a dagirker rêber Abdullah Ocalan bi komployeke navneteweyî dîl girt, xeyal û angaşt kir ku ew ê şoreşa gelê Kurd vemirîne. Lê bi bin ket û niha ji bo heman armancê siyasetmedarên Kurd dike armanc."

Endama Meclisa Jinan a PYD’ê Sara Xelîl wiha dawî li gotina xwe anî: "Gelê ku rastiya xwe nas kir, azad û demokrasî çêj kir çongê xwe li beramber siyasetên qirkirin, qetilkirin û komkujiyan danayne. Lê belê dê li hember wê tê bikoşe û hevgirtî be heta bigihîne azadiya xwe û ya Kurdistanê."

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/4r9JnwU7T1w" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>