Nûran Sezgîn: Êzidî xiyanetê qebûl nakin

Endama Koordînasyona Meclisa Îştar Nûran Sezgîn da zanîn ku PDK’ê hewl dide destkeftiyên Şengalê û projeya rêveberiya wan a xweser têk bibe û got piştî fermana 73’yan êzidî xayînan qebûl nakin.

Nûran Sezgîn: Êzidî xiyanetê qebûl nakin
8 cotmeh, 2021   01:50
HESEKÊ-BASIL REŞÎD

9’ê Cotmeha 1998’an komploya navneteweyî li dijî rêber Ocalan pêk hat. Di komployê de tevahî hêzên hegemon ên modernîteya kampîtalîst û dûvikên wê yên netewedewlet beşdar bûn da ku berjewendiyên xwe pêk bînin.

Di 9’ê Cotmeha 2020’an de hikumetên Bexda û Hewlêrê têkildarî birêvebirina Şengalê peymanek îmze kir. Ew peyman bêyî ku li şêniyên Şengalê vegerin hat îmzekirin. Her du aliyan (Bexda û PDK) dema çeteyên DAIŞ'ê di Tebaxa 2014'an de êrişî Şengalê kirin, hêzên xwe vekişandin û xelkê Şengalê bi komkujiyan re rû bi rû hiştin.

Bi nêzbûna heman dîrokê re, hêzên PDK’ê di 2 û 3'yê Cotmehê de hewl dan bi hêza çekê bikeve Şengalê. Ev yek wekî berdewama komploya li dijî gelên herêmê hate destnîşankirin

Endama Koordînasyona Meclisa Îştar a Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) Nûran Sezgîn li ser hewldana PDK’ê yên ketina Şengalê got, PDK’ê hewl dide destkeftiyên Şengalê û projeya rêveberiya wan a xweser têk bibe, ku piştî rizgarkirinê ji çeteyên DAIŞ'ê bi dest xistine.

Nûran Sezgîn bi rêya telefonekê ji ajansa me re axivî, berxwedana şêniyên Şengalê ya li dijî hêzên PDK’ê silav kir û ev tişt got: "Berxwedana şêniyên Şengalê ya li hember hewldanên hêzên PDK’ê yên ketina Şengalê pîroz û mezin e."

‛ARMANCA PDK’Ê KOMKUJIYÊN ÇETEYÊN DAIŞ’Ê TEMAM BIKE’

Nûran Sezgîn wiha domand: "Armanca PDK’ê ji vê yekê sûcên ku bi destê DAIŞ’ê bi serê şengaliyan de pêk hatine dûbare bike û komkujiyên li dijî wan temam bike. Ji lew re êrişî şêniyên herêmê dikin û hewl didin bi hêz bikevin Şengalê."

Nûran Sezgîn da zanîn ku lê şûna hewldana ketina bi zorê û hiştina şêniyan li hember komkujiyên nû, diviyabû PDK’ê ji bûyerên 2014’an de şerm bikira û spasiya Rêveberiya Xweser a Şengalê bikira û axa rizgarkirî ramûsa.

Nûran Sezgîn peyamek ji PDK’ê ra şand û tê de îşaret bi israra şengaliyan a berxwedanê û parastina xaka xwe kir û piştrast kir ku dê şêniyên Şengalê li hember tevahî êrişên li dijî herêmê bisekinin.

‛ÊZIDÎ JI 73 FERMANAN HATIN RIZGARKIRIN Û ÎXANETÊ QEBÛL NAKIN’

Nûran Sezgîn diyar kir ku dê şênî li hember wan bisekinin û dê bi rêya çalakiyên xwe îxaneta wan şermezar bikin û xaka xwe ji xiyaneta PDK’ê biparêzin û wiha anî ziman: "Armanca PDK’ê xewna osmaniya faşîst pêk bîne û rêveberiya Şengalê têk bibe."

Nûran Sezgîn destnîşan kir ku divê PDK’ê baş bizane ku êzidiyên ku di 73 fermanan re derbas bûne îxanetê qebûl nakin û wiha dawî li gotina xwe anî: "Em Meclisa Îştar a Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî dê li kêlek şêniyên xwe yên Şengalê bisekinin. Em çalakiyên xwe yên şermezarkirina îxanet û dagirkeriyê berdewam bikin û piştevaniya Şengalê bikin. Berxwedana xelkê me yê li Şengalê berxwedana me ye."

Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Şengalê di 3’yê vê Cotmehê de daxuyaniyek da, tê de diyar ku hêzên PDK’ê bi hinceta propagandayên hilbijartinê hewl dide bi hêza çekê derbasî Şengalê bibe  û got ew hewldan parçeyek ji peymana li dijî Şengalê ye."

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/nRq0Fh_ai6I" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>