Li Helebê panel li ser komploya navneteweyî hatin lidarxistin

Bi diruşma"Ocalan bi avakirina sîstemeke demokratîk û adil mezintirîn komplo di dîrokê de veguherand pêngaveke mezin ber bi xizmeta mirovahiyê ve" Komîteya Azadiya Rêbertî ya Helebê panelek li ser danasîna komploya navneteweyî li dar xist.

Li Helebê panel li ser komploya navneteweyî hatin lidarxistin
7 cotmeh, 2021   14:21
HELEB

Di panela ku li herêma Şiqeyêf hate lidarxistin, bi dehan endamên saziyên sivîl û partiyên siyasî yên li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê amade bûn.

Panel bi deqeyekê rêzgirtinê dest pê kir. Paşe mijarên cûda têkildarî komploya navneteweyî hatin şîrovekirin.

Beşa yekemîn; Derketina rêber Ocalan û komploya navneteweyî

Endamê Komîteya Azadiya Rêber Ocalan a Efrînê Welîd Dîngilî di vê beşê de îşaret bi destkeftiyên ku dewletên herêmî û biyanî yên beşdarî komployê bûne kir û diyar kir ku desteftiyên wan madî ne yan jî hin ceza li ser wan hatin rakirin, lê yên herî sûdwar hegemoniya kapîtalîst in.

Welîd Dîngilî wiha got: "Berjewendî û îdeolojiyên modernîteya kapîtalîst û rejîmên netewedewlet ên girêdayî wê ku felsefeya rêber Ocalan  xeterî li ser berjewendiyên xwe dîtin, komplo plan kir û rewşên siyasî yên guncaw li gorî berjewendiyên xwe amade kirin ku komployê pêk bînin û bi van perspektîfan re di 9’ê Cotmeha 1998’an de dest bi komploya navneteweyî kirin."

Dîngilî behsa armanca sereke ya dîlgirtina rêber Ocalan kir û got: "Armanca sereke ew e ku fikir û felsefeya rêber Ocalan çareserî ji tevahî doz, pirsgirêk û krîzan re anîn ku gefan li binesaziya modernîteya kapîtalîst dixwe."

Piştî şîrovekirina vê beşê beşdaran li ser kesayeta rêber Ocalan axivî û got kesayeta rêber Ocalan ramyar û fîlozofê hemû gelan e, ne tenê ji bo gelekî ye û bû rohniya rêya her kesê azadiyê dixwaze.

Beşa duyemîn; Girîngiya neteweya demokratîk û modela Rêveberiya Xweser

Endamê Komîteya Rêber Ocalan a Helebê Emîne Xidro ev beş şîrove kir û wiha got: "Rêveberiya Xweser alternetîfa desthilata dewletê ye, ji ber rêveberiyên neteweya demokratîk ne desthilat in, ji ber rêveberî ji bo xizmeta jiyana rojane ye û hemû ji bo rêveberiyê amade ne heke pêwîstî hat xwestin. Netewe jî civaka hevbeş e ku tê de ferd û komên bi vîn û hêza xwa azad hene."

Li ser modeleya Rêveberiya Xweser Emîne Xidro wiha domand: "Rêveberiya Xweser rewşa pir etnîkî, ol û pêkhateyên a li Bakur û Rojhilatê Sûriyê di nava rêveberî û pergala hevserokatiyê de ku jin di biryardayînê de hevbeş e, nîşan dide."

Emîne Xidro wiha li axaftina xwe zêde kir: "Pergala Rêveberiya Xweser tê wateya Rêveberiya Xweser a Demokratîk. Ev pergal di felsefeya rêber Ocalan de hat. Ew pergal xwe dispêre pergala demokratîk a nenavendî ku xizmetî tevahî gel û çandan bi beşdariya mêr û jinan di tevahî aliyan de dike, li gel wê jî rêz ji mafên mirovan û azadiya olan re heye."

Beşdaran li ser vê beşê, îşaret bi tevahî êriş û hewldanên derbekirina vê projeyê kir û da zanîn ku rola Rêveberiya Xweser di ewlehî û aramiya li herêmê de mezin bû û ew yek jî bi saya fikir û felsefeya rêber Ocalan ku azadiya xwe di oxira azadiya gelan de kir qurban pêk hat.

Di dawiyê de nûnera Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) ya li Qahîre Leyla Mûsa û Şêwirmendê Giştî yê Partiya Komarê ya Kurdistanê li Ewrop yê li Almanyayê Îbrahîm Kaban piştgiriya xwe ji hemleya "Dem dema azadiyê ye" anî ziman û got, ev yek jî bi keda rêber Ocalan ên di oxira azadiya gelan de pêk hatin.

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/8jkRH1FHw84" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>