Partiyên kurdî ji PDK'ê xwest ku lêborîn ji malbata şehîd Xelîfanê bixwaze

Partiyên siyasî yên kurdî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bang li PDK'ê kir ku ji malbatên gerîlayên ku li Xelîfanê şehîd xistine lêborînê bixwaze û bi pey ajnîdeyên derve nekeve

Partiyên kurdî ji PDK'ê xwest ku lêborîn ji malbata şehîd Xelîfanê bixwaze
7 cotmeh, 2021   14:05
QAMIŞLO

Partiyên siyasî yên kurdî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têkildarî êrişa hêzên PDK'ê ya li dijî gerîlayan a li herêma Xelîfanê daxuyaniyek hevbeş da.

Daxuyanî li navenda Lêkolîn û Şêwirên Dîplomatîk a li bajarê Qamişlo ji aliyê hevserokê Partiya Aştiya Demokratîk a Kurd Telal Mihemed ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, herêm û doza Kurd di pêvajoyeke çarenûsî û hestiyar re derbas dibe ku helwesteke yekbûyî ji hemû hêzên kurdistanî, tevger û partiyên kurdî dixwaze da ku gelê Kurd mafên xwe û hebûna xwe ya dîrokî misoger bike.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin "Tevî zelalbûna pêvajoyê û nîşaneyên wê yên siyasî, lê em dibînin ku nêzîkatiyên hin hêzên kurdî nagihêje asta berpirsyartiyê ku bi helwestên xwe rewşê ber bi xeteriyê ve dibe û  nakokiyên heyî xurtir dike."

Di berdewama daxuyaniyê de îşaret bi êrişên PDK'ê yên li dijî gerîlayan hate kirin û ev tişt hate gotin: " Ji ber êrişa li dijî komeke kadroyên PKK'ê li herêma Xelîfanê ya Başûrê Kurdistanê û nûçeyên ku dibêjin PDK'ê berprisê vê bûyera bi êş e, em fikarên xwe  tînin ziman, ku geşedanên wisa xeter li qada Kurdistanê rû bibin."

Partiyan, hewldanên bi armanca derxistina şerekî navxweyî kurdî şermezar kirin û bang li DPK'ê kir ku berpirsyariyên xwe bi cih bînin û li ser hesabê derxistina nakokiyên kurdî xizmeta dijminên doza Kurd li herêmê nake.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku hemû bûyerên ku li qada Kurdistanê diqewimin rasterast bangê li rewşa Kurd bi taybet li Rojava dike û wiha hate domandin: "Bûyerên bi vî rengî heger berdewam bikin dê bandoreke neyinî li diyalogên kurdî-kurdî yên li Rojava bike û hemû destkeftiyên siyasî bi gelek xeteriyan re rû bi rû bihêle. Di heman demê de dê derfetên nûnerên gelê Kurd lawaz dike û hewldanên wan ên bi çareserkirina doza Sûriyê di qada navneteweyî de asteng dike. Ji wê zêdetir ev geşedanên xeternak hemwextî zextên siyasî yên li dijî herêmên Rêveberiya Xweser ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne kirin."

Partiyan hemû kiryarên ku ziyanê dighînin têkiliyên kurdî-kurdî û yên dikevin xizmeta dijminê gelê Kurd bi taybet dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin. Partiyan sersaxî ji malbatên gerîlayên şehîd re xwest û ji PDK'ê xwest ku bûyera li Xelîfanê ya êrişa li dijî gerîlayan eşkere bike û lêborînê ji malbatên gerîlayên şehîd re bixwaze.

Partiyên ku daxuyanî îmze kirine ev in:

Partiya Kesk a Demokratîk

Partiya Lîberal a Kurdistanê

Tevgera Nûjen a Kurdistanê

Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD)

Partiya Komarê ya Kurdistanê

Tevgera Çeksazî- Sûriyê

Partiya Kombûna Niştimanî ya Kurdistanê

Partiya Aştiya Demokratîk a Kurdistanê

Partiya Çep a Kurd li Sûriyê

Partiya Rêkeftin a Demokratîk a Kurd li Sûriyê

Partiya Guhertin a Demokratîk a Kurdistanê

Partiya Roj a Demokratîk a Kurd li Sûriyê

Partiya Biratî ya Kurdistanê (PBK)

Partiya Têkoşîna Demokratîk

Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê

Şepêla Pêşeroja Kurdistanê

Partiya Demuqrat a Kurd li Sûrî (Partî)

Kongreya Star

Yekitiya Niştimanî ya Azad

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/Nz5sYh9k6rE" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>