Ferman Şahîn: Gelê me dê li her derê xwedî li kampanyayê derkeve

Ferman Şahîn diyar kir ku ew li bendê ne ku bi sed hezaran kes tev li kampanyaya hastagê ya Meclisa Medya Dîjîtal a Kurdistanê bibin ku îro êvarê dest pê dike û hêvîdar in ku gel ji bo azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan li her derê li dora vê kampanyayê bibe yek.

Ferman Şahîn: Gelê me dê li her derê xwedî li kampanyayê derkeve
8 cotmeh, 2021   00:32
NAVENDA NÛÇEYAN - ZANA DENIZ

JI bo kampanyaya hashtagê ya Meclisa Dîjîtal a Kurdistanê ku ji bo azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan pêk tê, bangên siyasetmedar, akademîsyen, rewşenbîr, rojnamevan û nivîskarên ji welatên cuda yên Rojhilata Navîn û Ewropayê dewam dikin.

Çalakvanê Meclisa Medya Dîjîtal a Kurdistanê Ferman Şahîn got ji gelek welatan siyasetmedar, akademîsyen, rewşenbîr, nivîskar û rojnamevan ji bo kampanyayê banga tevlêbûnê kiriye.

Ferman Şahîn diyar kir ku amadekariyên kampanyayê gihaştine merheleya dawîn û got: "Em hewl didin kampanyayê bigihînin bi milyonan mirovî. Li ser vî esasî em xebatên xwe didomînin. Bi taybetî li çar parçeyên Kurdistanê û Ewropayê, navê kampanyaya me ya ji bo misogerkirina azadiya fîzîkî ya rêber Apo  'Divê demildest azadiya fîzîkî ya rêber Apo were misogerkirin’ e. Di vê çarçoveyê de em amadekariyeke gelekî mezin dikin. Xebatên me yên hashtagê dê 8'ê Cotmehê li gorî dema Ewropayê saet di 19:00 û li gorî dema Rojava saet di 20:00’an de dest pê bike. Kampanya dê heta êvara 10'ê Cotmehê dewam bike."

Ferman Şahîn got armanca kampanyayê rakirina tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan û mîsogerkirina azadiya wî ya fîzîkî ye û wiha axivî: "Armanca me ew e ku em dengê bi sed hezaran beşdarên vê kampanyayê bigihînin saziyên mafên mirovan ên navneteweyî. Heta niha bi sedan bangewazî ji bo tevlêbûna kampanyayê ji Afrîkaya Başûr heta Ewropayê û heta Rojhilata Navîn hatin.  Di nava wan de siyasetmedar, rewşenbîr, akademîsyen, nivîskar û rojnamevan û jin hene. Di wan bangan azadiya fîzîkî ya rêber Apo derket pêş."

Her wiha Ferman Şahîn diyar kir ku ew li bendê ne ku li çar parçeyên Kurdistanê û hemû cîhanê beşdarî li kampanyayê çêbe û got: “Di çarçoveya kampanyayê de divê em bala xwe bidin parvekirinên xwe yên li medyaya civakî. Nîv saet beriya destpêkirina kampanyayê, em ê hashtaga xwe diyar bikin. Lewma girîng e ku dema em li ser Twitterê parvekirinê dikin, em hashtaga rast binivîsin."

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/x6Mbt3j2IHI" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>