​​​​​​​Ciwanên Qamişlo komploya 9'ê Cotmehê û xiyaneta PDK'ê şermezar kirin

Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan di rêzexwepêşandana xwe de gotin: “Êdî em komploya li ser Rêbertiya xwe qebûl nakin, tehmul û sebra me ji vê komployê re nema ye.”

​​​​​​​Ciwanên Qamişlo komploya 9'ê Cotmehê û xiyaneta PDK'ê şermezar kirin
7 cotmeh, 2021   17:51
QAMIŞLO

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û Yekitiya Jinên Ciwan li bajarê Qamişlo, rêzexwepêşandan ji bo şermezarkirina kiryarên PDK`ê û hevkariya wê bi dewleta Tirk a qirker re, her wiha bi rasthatina salvegera komploya li ser rêber  Abdullah Ocalan li dar dixe.

/kr/uploads/files/2021/10/07/175300_img_4343.webpÎro xwepêşandan li taxa Enteriyê ya Qamişloyê bi tevlîbûna bi dehan endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya ciwana û gel hat lidarxistin. Xwepêşanderan pankarta bi nivîsa “Berxwedana Rêber Apo heta bi Metîna, Zap û Avaşîn em ê teqez bi ser kevin” rakiribûn.

Xwepêşandan ji pêşiya Xezanê (Depoya) Enteriyê dest pê kir û bi sloganên “Bimre îxaneta PDK`ê” û “Bijî berxwedana HPG`ê” li kolana Tenûrê ya taxa Enteriyê veguherî mitingê.

Di mitingê de endama Yekitiya Jinên Ciwan Ayan Ehmed daxuyanî xwend.

Daxuyanî wiha ye:

“Wek ku tê zanîn îro li hemû qadên Kurdistanê şereke pir dijwar diqewime, dijminê faşist û qirker bi hemû qirêjiya xwe êrişî qadên gerîlayan dike. Her cure êrişan pêk tîne weke çekên kîmyewî. Gerîlayên Tevgera Azadiya Kurdistanê berxwedaniyek bêhampa li dijî van êrişan dike.

Di salvegera komploya navneteweyî de bi armanca serxistina komployê dijmin berê xwe didin qadên tekoşîn û berxwedanê, îro dixwazin wê armancê bi destê PDK`ê ya hevkar û noker pêk bînin. Di heman demê de Şengalê jî dagir bikin.

Di salvegera komploya navneteweyî di hemû qadan de gerîla berxwedana rêber Apo berdewam dike da ku azadiya gelan misoger bibe.

Em wek jinên ciwan û ciwan di vê tekoşînê de rol û misyona me ya pêşengtiyê girîng e, Rêber Apo ev rol misyon daye me. Em wek jinên ciwan û ciwan komploya li ser Rêbertiya xwe qebûl nakin, tehmul û sebra me ji vê komployê re tine ye.

Em weke Yekitiya Jinên Ciwan û Tevgera Ciwanên Soresger a bajarê Qamişlo ji hemû jinên ciwan û ciwanan re bangewazî dikin ku li dijî nokeriya PDK`ê û faşîzma dewleta Tirk em bi hevre tekoşîn bikin her wiha ji bo azadiya Rêber Apo em tekoşîn bikin.”

Meting bi slogana “Bimre îxanet” bi dawî bû.

(sb)

ANHA