ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 8-10-2021

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 8-10-2021
7 cotmeh, 2021   23:00

- Endamê Komîteya Zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyê diyar kir ku bi mufadeleya duyemîn dê nêzî 2 hezar xwendekar derbasî zanîngehan bibin. Her wiha ew ê ji bo xwendekaran mufedeleyek din were ragihandin û 8 beşên din werin vekirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Ferman Şahîn diyar kir ku ew li bendê ne ku bi sed hezaran kes tev li kampanyaya hastagê ya Meclisa Medya Dîjîtal a Kurdistanê bibin ku îro êvarê dest pê dike û hêvîdar in ku gel ji bo azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan li her derê li dora vê kampanyayê bibe yek. (BI WÊNE Û DÎMEN).

KURDISTAN

- Foza Yûsif, anî ziman ku di sala 1998`an de bi komploya navneteweyî re dewleta Tirk a dagirker plana dagirkirina Sûriyê danîbû pêş xwe û got: “Heya çareseriyekî mayînde ji bo pirsgirêka Kurd neyê pêşxistin ev plangeriya komployê bi rêngên cûda wê berdewam bike.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Seroka Rêxistina Parastina Navneteweyî Wîdad Eqrawî got, bêdengiya civaka navneteweyî hêzê dide dewleta Tirk ku mîna rejîma Sedam Huseyn çekên kîmyewî li dijî kurdan bikar bîne. (BI WÊNE).

- Endamê Meclisa Giştî ya PYD’ê Bedran Hemo got, bangên ENKS’ê yên li koçberên Efrînê ku vegerin warên xwe yên dagirkirî nîşaneya têkçûyîna wê ya siyasî ye. Hemo da zanîn ku siyaseta ENKS’ê ji yên DAIŞ’ê û çeteyên Tirkiyê ne cuda ye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Endama Koordînasyona Meclisa Îştar Nûran Sezgîn da zanîn ku PDK’ê hewl dide destkeftiyên Şengalê û projeya rêveberiya wan a xweser têk bibe û got piştî fermana 73’yan êzidî xayînan qebûl nakin. (BI WÊNE).

-Endamê Desteya Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Şengalê Azad Şengalî diyar kir ku peymana 9'ê Cotmehê vîna civaka êzidî ya Şengalê dikeve hedef û got, PDK'ê di salên dawî de gelek pirsgirêk ji êzidiyên Şengalê re derxistin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Desthilatên faşîst ên dewleta Tirk operasyonên qirkirina siyasî li dijî kurdên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê didomînin. Şîrovekarên siyasî dibêjin ku qirkirina siyasî ya bi navê "doza Kobanê" bi armanca tolhildana ji têkçûna DAIŞ’ê ya li Kobanê ye. (BI WÊNE).

JIN

- Artêşa Tirk û çeteyên wê sûcên mîna yên çeteyên DAIŞ'ê li Serêkaniyê û Girê Spî li dijî jinan pêk tînin. Cilên reş li wan ferz dikin, destdirêjiyê li wan dikin, direvînin û dikujin û li Tirkiyê bin axê dikin. Li aliyekî din aliyên pisporên warên mafên mirovan daxwazin ku Tirkiye bi awayekî qanûnî were cezakirin. (BI WÊNE).

HEVPEYVÎN

- Yekemîn gerînendeya weşana giştî ya jin a Ozgur Gundemê Gurbetellî Ersoz ku ji bo rojnamevanên jin ên Kurd model bû, ji aliyê rewşenbîrên Tirkiyê ve tê bibîranîn. Parêzer Eren Keskîn têkildarî Gurbetellî Ersoz got “Em hemû deyndarên wê ne.” (BI WÊNE).

ANHA