Şêniyên Qamişlo şehîd Nayif El-Hisên oxir kir

Bi sedan şêniyên Qamişlo cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd Nayif El-Hisên li goristana Şehîd Delîl Saroxan spart axê. Di merasîmê de nasnameya gerîlaya şehîd Nesrîn Temir (Tolhildan Raman) hate eşkerekirin.

Şêniyên Qamişlo şehîd Nayif El-Hisên oxir kir
7 cotmeh, 2021   16:17
QAMIŞLO

Endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd Nayif El-Hisên di 6’ê Cotmehê de dema erka xwe bi cih dianî li Qamişloyê gihaşt asta şehadetê.

/ar/uploads/files/2021/10/07/144902_abdalrzaq-mhmd.webp

Merasîma oxirkirinê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, dûvre li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan Ebdulezîz Mihemed axivî û wiha got: "Bi saya şehîdan gel azadiya xwe bi dest dixe.  Şehdî pêşengên me ne."

/ar/uploads/files/2021/10/07/144843_afyn-tmw.webp

Piştre Evîn Temir, xwişka gerîla Nesrîn Temir (Tolhildan Raman) ku di kemîneke PDK’ê de li Behdînanê ya Başûrê Kurdistanê şehîd bûbû axivî. Evîn Temir da zanîn ku dema hêzên hegemonîk rêber Ocalan di komploya 1999’an de dîl girt, xwişka wê Tolhildan rêya azadiyê hilbijart û tev li Tevgera Azadiya Kurdistanê bû.

Evîn Temir wiha got: "Em bi şehadeta xwişka xwe serbilind in. Ew ne şehîda yekemîn a malbatê ye û ne jî ya dawiyê ye. Em ê rêça wan heta serkeftina armancên wan bişopînin."

Di dawiyê de Meclisa Malbatên Şehîdan wesîqeyên her du şehîdan xwendin û radestî malbatên wan kirin û cenzayê şehîd Nayif El-Hisên li Goristana Şehîd Delîl Sarûxan spart axê.

(fr)

ANHA