Komîteya "Em ê bimînin û vegerin" pêngaveke ragihand

Bi armanca teşhîrkirina sûcên dewleta Tirk a dagirker, Komîteya "Em ê bimînin û vegerin" pêngava "Vegera ewle ya bê dagirkerî " ragihand.

Komîteya "Em ê bimînin û vegerin" pêngaveke ragihand
7 cotmeh, 2021   15:50
HESEKÊ-HENAR ÎBRAHÎM

Çend roj mane ku du sal di ser dagirkirina Serêkaniyê û Girê Spî re ji hêla dewleta Tirk û çeteyên wê ve derbas bibin.

Dewleta Tirk a dagirker li herêmên dagirkirî, bi darê zorê zêdetirî 300 hezar sivîl koçber kirin, sûcên, qetilkirin, revandin, dizîn û talankirina malên sivîlan û guhertina demografiya herêmê pêk anîn.

Komîteya "Em ê bimînin û vegerin" di komxebata eşîran de ku li Hesekê li dar ketiye  û gelek rûspî, kesayetên siyasî û partiyên siyasî amade bûbûn, hat avakirin. Komîteyê îro dest bi çalakiyên pêngava xwe kir.

Armanca komîteyê ji çalakiyên xwe dengê şêniyên Serêkaniyê û Girê Spî bigihîne raya giştî ya herêmî û cîhanê da ku sûcên dagirkeriya Tirk eşkere bikin û wê bi dawî bikin.

Li gorî bernameya pêngavê, dê çalakî ji sibe, 8’ê Cotmehê bi sernavê "Vegera ewleh ya bê dagirkerî" dest pê bikin.

Dê çalakî bi kongreyeke çapemeniyê dest pê bike û dê tê de daxuyaniyek ji hundirê kampa Waşûkanî ji raya giştî re were dayîn. Li gel wê jî îmzeyên koçberên Serêkaniyê werin komkirin û Haştaga li ser navê komîteya "Em ê bimînin û vegerin" dest pê bike.

9’ê Cotmehê dê panelek girse ji koçberên Serêkaniyê re were lidarxistin. Di panelê de wê rewşên koçberan di dirêjahiya du salan de were nîqaşkirin.

10’ê Cotmehê dê malbatên şehîdan, birîndar û winda li kampa Serêkaniyê çalakiyeke protestoyî li dar bixin û daxuyaniyekê bidin, ji wê zêdetir jî dê serdana malbatên şehîdan, winda û birîndaran ên herêma Cizîrê were kirin.

11’ê Cotmehê, dê muzakereyên protestoyê "Redkirina dagirkerî û bidawîkirina wê" ji Koalîsyona Navneteweyî, polîsên leşkerî yên Rûsya û NY’yê re werin radestkirin.

12’yê Cotmehê dê li kampa Waşûkanî panelek li ser "qanûnê" bi çavdêriya parêzer û hiqûqnasên koçber ên ji Serêkaniyê were organîzekirin.

13’yê Cotmehê dê komîteyek were avakirin da ku serdana Nivîsgeha Karûbarên Koçber û Penaberên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Desteya Karûbarên Civakê bikin.

14’ê Cotmehê komîte dê serdana malbatên koçberên Serêkaniyê yên li Qamişlo, gundewarên Til Temir û Hesekê bike.

15’ê Cotmehê ku roja dawî ye, dê panelek li ser azarên koçberiyê û bandorên wê li jin û zarokên li kampa Serêkaniyê were birêvebirin.

(fr)

ANHA