Kongreya Star: Bi hêza çalakiya yekitiya demokratîk li dijî komployê têkoşînê xurt bikin

Koordînasyona Kongreya Star têkildarî komploya navneteweyî got: "Tekoşîna azadiya jin ya pêşdikeve wê azadiya Rêber Apo ya fîzîkî bi dest bixe û wê komploya navneteweyî perçe bike."

Kongreya Star: Bi hêza çalakiya yekitiya demokratîk li dijî komployê têkoşînê xurt bikin
7 cotmeh, 2021   15:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Koordînasyona Kongreya Star têkildarî salvegera komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan daxuyaniyeke nivîskî weşnd.

Kongreya Star bang li jinên Bakur û  Rojhilatê Sûriyê, tevahî jinan û gelên herêmê kir ku bi hêza çalakiya yekitiya demokratîk- azad li dijî komploya navneteweyî tekoşîna xwe bilind bikin û azadiya xwe bi dest bixin."

Berfirehiya daxuyaniyê wiha ye:

" Li hember Rêber APO 9’ê Cotmeha 1998’an komploya navneteweyî ya hatî pêşxist bi kîn û nefret em şermezar dikin. Bi zanebûna rastiya komploya dîrokî aliyên wê yên îdeolojîk, felsefîk û siyasî ji bo pêşîlêgirtin û valaderxistinê çalakiyên çemberek ji agir  bi şiyara kes nikare “Roj’a me tarî bike” hatin pêşxistin, di şexsê van şehîdan de giştî şehîdên şoreşê bi minnet bi bîrtînin, li hember bîranînên wan bejna xwe ditewînin. Di salvegera komployê de weke berdewamiya komployê li hember Serekaniyê  û Girê Spî êrişên dagirkariyê di salvegera wê ya 2'yemîn de hêzên dagirker yên dewleta Tirk a  faşîst û hêzên komploger yên ev dagirkerî tasdîk kirine em bi kîn û nefret şermezar dikin. Li dijî van êrişan di berxwedana rûmetê de yên cih girtin û gihiştin şehadetê di şexsê Zeyneb Amed, Zîn Kobanî, Ronahî Gewda, Dayê  Aqîde û Hevrîn Xelef de tevahî şehîdan bi rêzdarî û bi minet bîrtînin.

Rêber Apo derbarê hêzên kapîtalîst, emperyalîst û hegemon yên navneteweyî de analizên, dahurandinên pargalê û asta rexneyî di dorfirehiya paradîgmayî de roja me îro rûyê rastîn yên van hêzan û di berdêla berjewendiyên xwe de hemû argûmanên ku civakê ji civakbûnê derdixe û hemû ferzkirinên wan yên pergala koletiyek moderndayîna avakirinê eşkere kiriye. Li dijî vê zihniyeteke alternatîf, pergala civakeke demokratîk ji bo li Rojhilata Navîn pêşbikeve û projeyên wê pêş xistin. Ev hişt ku Rêber Apo bibe hedefa hêzên komploger. Ji bo hegemonya xwe ya cîhanê ava bikin dema amadekariyên fetihkirina Rojhilata Navîn kirin, li ser bingehê îdeolojîk, siyasî, çandî mûdaxaleya li hember Rojhilata Navîn tenê yek kes û îdeolojî li pêşiya wana dibû asteng. Ew jî Rêber Apo û projeyên wî yên demokratîk bûn, ji bo wê hêzên komploger mûdaxaleya Rojhilata Navîn ji Rêber Apo dan destpêkirin. Lewma komploya navneteweyî ne tenê li hember Rêber Apo û îradeya gelê Kurd di heman demê li hember gelên Rojhilata Navîn jî hatiye pêşxistin. Di sala xwe ya 22'yemîn de komplo bi hemû aliyên xwe ve eşkereye ku berdewam dike. Komplo di roja me ya îro de li hember îradeya gelê Kurd gihiştiye asta qirkirinê. Şerê li Kurdistanê tê meşandin  tenê ne li hember hêzên gerîla ye, êdî ew jî derbas kiriye û li dijî hemû beşên civakî digre nava xwe û gihiştiye asta pevçûnên mezin yên civakî. Li hember van êrişan êdî ne tenê gelê Kurd, hemû gelên cîhanê û yên herêmê, hemû jin, hêzên dijî pergalê, hemû kes û derdorên demokratîk vê bi dilfikarî dibînin û analiz dikin.

Rêber Apo her ku berxwedanê kur dike gel û jinan ji pergala zilamê desthilatdar qut dike, ev dihêle hêrsa hêzên komploger yên desthilatdar mezintir bibe. Di mijara mafên mirovan de qaşo pergala wan a hûqûqî dema mijar dibe Rêber APO û gelê Kurd kerr, kor, lal dibin. Perspektîfên Rêber Apo yên ji mirovahiyê re pêşkêş dike, ji bo berbelav nebe mafê herî biçûk yê azadiya fikir û raman em bigrin heta êrîşên fîzîkî û gelek rêbazên qirêj dixin dewrê. Zilma li Îmralî tê meşandin dixwazin bidin bîrkirin, dixwazin Rêber Apo ji rojeva gelan derxînin û gelan bi rojevên pûç û vala bidin mijûlkirin didin avakirin û bi vî awayî êrişên îdeolojîk didin pêşxistin.

Di meşandina van êrişan de hûkûmeta AKP roleke çalak girtiye ser milê xwe û hemû destkeftiyên tekoşîna azadiyê, ji bo bike malê pergala xwe ya berjewendîperest di nav leyîstokên gelek mezin de ye. Li hember destkeftiyên gelên me yên herêmê serê her kêliyê gefan dixwe û ji bo bikare bibe hêzê hegemon yê herêmê bi hêzên paramîlîter ve dixwaze li her cihî berbelav bike. Tevahî dinya û gelên me vê rastiyê dibînin û dizanin. Bi vî awayî mutefike herî mezin yên hêzên komploger ên navneteweyî ne. Vê rola xwe bi vejînkirin û nûkirina kurdên hevkar û îxaneta dîrokî ve dixwaze bi hêztir bike.

Ruxmê ev komploya dîrokî ya li ser gelê Kurd tê meşandin bi îrade û biryardariyeke xurt berxwedayîneke mezin dide berdewamkirin. Bi destekayîna hêzên komploger yên navneteweyî, êrişên dagirkerî û yên dervî sînor ên huqûqa şer binpê dikin ji aliyê dewleta faşîst ve tên pêşxistin. Di van pênc salên dawî de, bê navber li dijî polîtîka û topyekûn êrişên qirkirinê gerîlayên azadiya Kurdisatanê ji her demê zêdetir hem di aliyê îdeolojî, siyasî de hem jî di aliyê leşkerî, strateji û taktik de arastekirî hin bi biryar hin bi îrade û fedayiyane berxwedan bilind kiriye. Li hember vê heqîqetê îxanetkarî û hevkariya PDK xistina dewrê de dixwaze encam bigre. Bi rêka îxaneta Kurd jî dema nikare encam bigre, vê carê bi rêyên çekên ji aliyê hevpeymanên mafên mirovan yên qedexekirî ve dide.

Her wiha li beramberî Şengalê bi planên hevkar bi PDK ê re careke din dixwaze êrişa xwe pêk bîne, pêve şerê kurd û kurd bîne hol û  itîfaqa 9'ê Cotmehê ya berdewamiya komployê pêk bîne.

Weke seknekê li dijî komploya navneteweyî ya 9’ê cotmehê di sala xwe a 22'’an de; li Qadên Parastina Medeyayê ruxmê tevahî êrişan berxwedana tê kirin ji bo tevahî gelên herêmê û jinan re hêviya berxwedan û serkeftinê dide avakirin. 

Di van rojên em dikevin 22'an a salvegera komploya 9'ê Cotmehê de li ser erdnîgariya me tekoşîna azadiya hevbeş a gelan bi destekdayîna hêzên komploger ve xetere û gefên pêşxistina êrîşên nû di rojevê de ne. Ev gef û amadekariyên êrişan eşkere dide îspatkirin ku komploya navneteweyî li hember tevahî gelên Rojhilata Navîn e. Bi vê zanebûnê tevahî gelên me yên herêmê li dijî êrişên komplo nû yên muhtemel pêşbikeve em bang dikin li derdorê rêxistinkirinek bi hêz û tekoşîneke hevpar em berxwe bidin û ser bixin.

Bi paradîgmeya Rêber Apo ya Şaristaniya Demokratîk re şoreşa Rojava di pêşengtiya jinan de jiyana azad dide avakirin. Li ser vê bingehê tevahî jinan bi taybet jinên Kurdistanî wê li dijî komploya navneteweyî tekoşîna xwe bilindtir bikin. Tekoşîna azadiya jin ya pêşdikeve wê azadiya Rêber Apo ya fîzîkî bi dest bixe û wê komploya navneteweyî perçe bike. Li ser vê bingehê di serî de jinên Bakur û  Rojhilatê Sûriyê, tevahî jinan û gelên herêmê bi hêza çalakiya yekitiya demokratîk- azad li dijî komploya navneteweyî em bang dikin tekoşîna xwe bilind bikin û azadiya xwe bi dest bixin."

ANHA