​​​​​​​Hêzên Ewlekariya Hundirîn nasnameya endamekî xwe yê şehîd eşkere kir

Navenda Ragihandina Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Nayif El-Hisên li Qamişlo dema li ser karê xwe bû, şehîd bûbû.

​​​​​​​Hêzên Ewlekariya Hundirîn nasnameya endamekî xwe yê şehîd eşkere kir
7 cotmeh, 2021   15:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Têkildarî şehadeta Nayif El-Hisên, Navenda Ragihandina Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Endamê hêzên me yên Asayîşa Qamişlo ya girêdayî Herêma Cizîrê  Nayif Ehmed El-Hisên duh, 6’ê Cotmehê dema erka xwe ya parastina gel û welatê xwe bi cih dianî gihaşt asta şehadetê.

Nasnameya şehîd wiha ye:

Nav û paşnav: Nayif El-Hisên

Navê bav: Ehmed

Navê dê: Sultane

Cih û dîroka tevlêbûnê: Qamişlo 01.09.2014

Cih û dîroka şehadetê: Qamişlo 06.10.2021

Em Hêzên Ewlekariya Hundirîn sersaxiya malbata şehîd Nayif El-Hisên dixwazin û bejna xwe li hember keda şehîdan ku canê xwe di oxira parastina şêniyên xwe de daye ditewînin. Her wiha teqez dikin ku em ê li ser rêça şehîdan bimeşin, aştî û ewlehiyê li tevahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê misoger bikin."

(fr)

ANHA