Şêniyên Girkê Legê û birîndarên şer çalakiya konvedanê dewr girtin

Çalakiya konvedanê ku ji aliyê malbatên şehîdan ve li dergehê sînor ê Sêmalkayê hatiye lidarxistin di roja 3`emîn de didome. Şêniyên Girkê Legê û birîndarên şer ên herêma Cizîrê çalakî dewr girtin.

Şêniyên Girkê Legê û birîndarên şer çalakiya konvedanê dewr girtin
7 cotmeh, 2021   14:35
QAMIŞLO

Şêniyên navçeya Girkê Legê berê xwe dan konê çalakiyê ku ji aliyê Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Cizîrê ve li dergehê Sêmalka hatiye vedan. Çalakiya konvendê ya bi daxwaza radestkirina cenazeyê du gerîlayan ku di kemîna hêzên PDK`ê de şehîd bûne û ji bo şermezarkirina xiyaneta PDK`ê ji doza kurdî re di roja sêyemîn de didom.

Di bin konê çalakiyê de deqeyeke rêz hate giritin, paşê endama Kongreya Star a navçeya Girkê Legê Firyal Mihemed Selîm  axivî û got, divê destekftiyên gelê Kurd werin parastin û hêzên kurdî destekê nedin dijminê gelê Kurd.

Firyal wiha domand: "Serokê PDK`ê Mesûd Barzanî soz da ku ew derfetê nade ku şerê navxweyî çêbibe. Wê dema çima niha HPG`ê dike hedef, kemînan ji wan re datîne û cenazeyê şehîdan radestî malbatên wan nake."

Firyal destnîşan kir ku gelê Kurd bi destpêkirina Şoreşa Rojava re kêfxweşiya xwe diyar kir, sînor di navberê Başûrê Kurdistanê û Rojava rakir, lê PDK`ê dorpêça li ser gelên herêmê zêdetir dike.

Paşê ji endamên Saziya Birîndarên Şer a herêma Cizîrê Mizgîn Idrîs jî ev tişt anî ziman: "Dema şerê navxweyî di nava kurdan de derkeve, gelê kurd dê têk biçe, hemû destkeftiyên ku di Şoreşa Rojava û Başûr de hatine bidestxistin dê winda bibin. Her wiha dê Kurd rastî qirkirin û windabûnê were. Ji ber vê yekê jî divê PDK`ê dev ji siyaseta xwe ku xizmeta gelê kurd nake, berde."

Mizgîn Idrîs di axaftina xwe de bang li hemû gel û pêkhateyan kir ku li hember xiyaneta PDK`ê bisekinin da ku dev ji siyaseta xwe ya dijberî gelê kurd û doza wî, berde.

Tê payîn ku sibe şêniyên navçeya Tirbespiyê berê xwe bidin çalakiya konvedanê.

(bx)

ANHA