​​​​​​​Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 254 kesên din bi korona ketin

Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê îro ragihand ku 254 kesên din bi Koronayê ketine, 6 kes baş bûne û 10 kesan jiyana xwe ji dest daye.

​​​​​​​Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 254 kesên din bi korona ketin
7 cotmeh, 2021   11:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Desteya Tenduristiyê diyar kir ku li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê 10 nexweşên Koronayê jiyana xwe ji dest daye, ew jî 4 mêr û jinek ji Tebqa, 2 mêr ji Dêrazorê, mêrek û jinek ji Qamişlo û yên din jî ji Minbicê ne.

Desteya Tenduristiyê her wiha piştrast kir ku 254 kesên din bi Korona ketine, 145 mêr in û 109 jin in û 6 kes jî baş bûne.

Bi van daneyan re, heta niha li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 29 hezar û 619 kes bi Koronayê ketine, 988 kes jiyana xwe ji dest daye û 2 hezar û 219 baş bûne.

(dx)